RIHA – Li navçeyên Wêranşar û Pirsûsê yên Rihayê polîsan bi ser gelek malan de girtin û 3 kes binçav kirin.
Polisan li navçeyên Wêranşar û Pirsûsê bi ser gelek malan de girtin û lêgerin kirin. Polîsan li Navçeya Pirsûsê di serdegirtina mala Baran Karak de Karak li malê binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan. Sedema binçavkirina Karak nehat zanîn.
Polîsan li taxa Elbegendî ya Wêranşarê jî bi ser gelek malan de girt. Polisan di serdegirtina malan de Hasan Kabak û Abdulkadir Çalagan bi sedema li ser medya civakî agahî parve kirine hat binçavkirin. Kabak û Çalagan ên hatin binçavkriin birin Fermandariya Cendirmeyan a Wêranşarê.