Li Rihayê 3 kes hatin binçavkirin 2018-11-21 12:42:19   RIHA – Li navçeyên Wêranşar û Pirsûsê yên Rihayê polîsan bi ser gelek malan de girtin û 3 kes binçav kirin.    Polisan li navçeyên Wêranşar û Pirsûsê bi ser gelek malan de girtin û lêgerin kirin. Polîsan li Navçeya Pirsûsê di serdegirtina mala Baran Karak de Karak li malê binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan. Sedema binçavkirina Karak nehat zanîn.    Polîsan li taxa Elbegendî ya Wêranşarê jî bi ser gelek malan de girt. Polisan di serdegirtina malan de Hasan Kabak û Abdulkadir Çalagan bi sedema li ser medya civakî agahî parve kirine hat binçavkirin. Kabak û Çalagan ên hatin binçavkriin birin Fermandariya Cendirmeyan a Wêranşarê.