Weşanxaneyên kurdî: Em ê dev ji zimanê xwe bernedin

  • rojane
  • 09:07 18 Mijdar 2018
  • |
img
STENBOL - Weşanxaneyên kurdî yên Pêşangeha Pirtûkan a Stenbolê bûn gotin çi dibe bila bibe ew ê dev ji zimanê xwe bernedin û tevî hemû sansurên tên kirin jî ew bi awayekî xwe digihînin xwînerên xwe. 
 
Pêşangeha Pirtûkan a 37'an a Stenbolê li Navenda Pêşangeh û Kongreyê ya TUYAP'ê didome. Ji weşanxaneyên kurdî weşanxaneya Aram, Rûpel, Ava, Lîs, Avesta, Ar, Na û J&J tjî tev li pêşaangehê bûn. Weşanxaneyên kurdî diyar kirin ku tevî hemû sansurên tên kirin jî ew xwe digihînin xwînerên xwe. 
 
Koordînatorê Weşanxaneya J&J nivîskar Azad Zal destnîşan kir ku îlankirina Rewşa Awarte tesîreke neyînî li sazî û weşanxaneyên kurdî kiriye û gelek sazî û dezgeh hatine girtin. Zal, diyar kir ku tevî vê yekê dîsa jî eleqeya ji bo kurdî kêm nebûye û got: "Zimanê kurdî di 10 salên dawî de pir pêş ket. Êdî xwînerên kurdî li pirtûkên biqalîte digerin. Ne pirtûkên çewtiyên redekteyê di wan de, li pirtûkên ku asoya wan berfirehtir bikin digerin. Ev yek jî nîşan dide ku zimanê kurdî xwînerên xwe diafirîne." Zal, diyar kir ku lê belê qada lêkolîn û zanyariyê kêm e û got: "Ev jî ji ber divê qada zanyarî û lêkolînê pispor be. Me di warê derûnasiyê de heta niha 7 hejmarên kovara derûnasiyê ya bi kurdî derxistine. Ger em bi kurdî berhemên zanyarî, dîrok û lêkolînê biafirînin û binivîsînin teqez wê hejmara xwîneran jî zêde bibe. Loma divê berhemên di vê qadê de zêde bin. Xwînerên me nabêjin 'hema çi dibe bila bibe û em bixwînin.' Ger naveroka berhemeke bi kurdî ne xurt be, hûn nikarin bidin xwendin. Em jî wekî weşanxane bala xwe didin ser vê yekê." 
 
‘XWÎNER HÊZÊ DIDIN ME' 
 
Zal, destnîşan kir ku tevî hemû zext û zoriyên li ser kurdan û zimanê kurdî dîsa jî kurd dev ji xwendina bi kurdî bernadin û got: "Di pêşangeha li Amedê de herî zêde eleqe ji bo kurdî hebû. Li Amedê xwîneran digot 'çi dibe bila bibe em ê dev ji zimanê xwe bernedin.' Heman tişt li Stenbolê jî heye. Eleqeyeke zêde ji bo kurdî heye. Xwînerên me tên. Ew xwedî li me derdikevin. Her wiha ji ber pirtûkên me tên xwendin, ev yek hêza me zêdetir dike." 
 
‘ELEQEYEKE ZÊDE HEYE' 
 
Ji edîtorên Weşanxaneya Lîsê Firat Fîdan jî, anî ziman ku wan gelek pirtûk ji wêjeya cîhanê wergerandine û li pêşangeha Stenbolê eleqeyeke zêde ji bo evan pirtûkan heye. Fîdan got: "Bi navê Cervantes me gelek berhem ji wêjeya cîhanê wergerandin kurdî. Ji niha ve meraqeke zêde ji bo evan pirtûkan çêbûye." Fîdan, anî ziman ku pirtûkên dîroka kurdî jî ji weşanxaneya wan hatine çapkirin û got: "Ligel wêjeyê bala berhemên dîroka kurdî jî bala xwîneran dikişînin û ev yek ji bo em cihê kêfxweşiyê ye." 
 
‘TEVÎ HEMÛ SANSURAN JÎ TÊKOŞÎN BERDEWAM E' 
 
Edîtorê Weşanxaneya Aramê Ûlaş Guldîken jî diyar kir ku ew bi perspektîfa "Xwîner li kuderê bin em li wê derê ne" tev digerin. Guldîken, da zanîn ku hema bêje ji weşanxaneya wan her cure pirtûka hatine çapkirin û got: "Li pêşangehan xwegihandina xwîneran firsend e. Di 2 salên dawî de nêzî sed pirtûkên me hatin qedexekirin. Lê tevî ev şert û mercên zehmet dîsa jî em xwe digihînin xwîneran. Tevî evqas çewisandinan dîsa jî weşangeriya me didome û em têdikoşin." 
 
Guldîken, xwînerên kurdî ji komeke xwîner a bi îstikarar pêk tê û got: "Wisa bi rasthatinî naxwînin. Bi taybetî jî xwînerên kurdî qalîte û taybetmendiya weşanxaneyê esas digirin. Ji ber vê weşanxane jî hesas tev digerin. Yanî ev tê wateya 'ger deqeke baş neyê çapkirin ez ê nexwînim.' Weşanger jî vê yekê esas digire û li gorî wê çap dike. Her diçe xwînerê kurdî mesafeya heyî kêmtir dike." 
 
MA / Servet Karaduman 
 

Sernavên din

18/11/2018
09:08 Hevseroka KESK'ê: Budçe ne ji bo kedkara ye
09:07 Weşanxaneyên kurdî: Em ê dev ji zimanê xwe bernedin
09:04 Qeyûm Şaredariya Êlihê di nav deynan de hiştiye
09:02 Kelema Erdîşê jî nesîbê xwe ji polîtîkayên çandiniyê girt!
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2018'AN
08:22 ÎSÎG: Karkera tekstîlê di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
17/11/2018
17:06 KESK'iyan li Qada Gundogdu bang kirin: Em fatûreya krîzê nadin
16:37 Li TUYAP’ê pirtûka kişanak rastî eleqeyeke zêde hat
16:36 Seyît Riza û hevalên wî hatin bibîranîn
16:06 Namzetên mûxtarên jin hatin danasîn
15:53 Zeytun: Ji îktîdara heyî tu heviyên me tune ne
15:52 DİSA-DER rêveberiya xwe nû hilbijart
15:15 Çalakiya ‘Rûniştina F’: Bila Hayatî Kaytan bê berdan
14:59 Parazvanên mafên mirovan xwest girtiyê nexweş Îkbal bê dermankirin
14:58 ‘Heya tecrît bê rakirin emê çalakiya xwe bidomînin’
14:39 Li aqûbeta ferdên malbata Dîrîl hat pirsîn
14:22 ‘Em pol pere naxwazin, em tenê parçeyek hestiyên xwe dixwazin’
14:09 Parêzer ji bo doza Dere raporek nû xwest
14:00 DYA bertek nîşanî binçavkirinan da: Akademîsyenan berdin
13:42 Karkerên jin ên malê li Afrîka Başûr li hev civiyan
13:22 Modelîsta tekstîlê Ronaî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
12:57 Di 2018’an de 230 hezar koçber hatin girtin
12:36 Li Amed, Wan, Riha û Edeneyê greva birçîbûnê: Daxwaza Guven daxwaza me ye
12:36 Konferasa Aloziyên Rojhilata Navîn û modernîteya demokratîk pêk hat
12:15 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
10:59 Greva birçîbûnê li Colemêrgê dest pê kir
10:20 Wezîr îtîraf kir: Em dahatûyên Efrînê ji bo xwe dixwazin
10:09 Mamoste ji sûcdariya tacîza zayendî hat girtin
09:52 Bi hezaran welatî 9 roj e bêav in
09:41 Berdevka Meclîsia Jinan a HDP'ê Taşdemir: Em jin bi hevre tên hesab bipirsin
09:29 Dadgehê sedema biryara cezakirina rojnamevan Tûray daxuyand: Wekî din pirs nepirsîne
09:28 Şener: Budçeya 2019'an budçeya îflaskirinê ye
09:27 16 karker mirin, lê bersûc nehatin girtin
09:26 Asli Kaya: Çenteyê xwe yê ji bo girtîgehê jî amade kiribû
09:26 'Ji bo dawî li şidetê bê divê feraseta heyî biguhere'
09:25 Dadgehê guh da qeyûm û doza karkeran qebûl nekir
09:22 Ji ber Girtîgeha Tarsûsê rexne kir, der barê wî de lêpirsîn hat destpêkirin
09:03 Li girtîgehê bûkokên potik jî qedexe ye
09:02 Dilşat Kaya: Em li dijî şidetê di kolanan de dibin bersiv
09:01 Nivîskarên kurd: Xebatên ziman divê veguhere yekîtiya neteweyî
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2018'AN
16/11/2018
21:12 Li Colemêrgê careke din jî 30 herêm hatin qedexekirin
17:37 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan hat berdan
16:46 Di çalakiya Elçî de sûcên li Sûrê hat pirsîn
16:26 Oluç ji bo Soylu got: Tu pisporê karê organîze û terorîzekirinê yî
15:30 KCD: Biryara Walatiya Amedê dij demokratîke
14:57 Karkerên wesayîtan muayene dikin dest bi grevê dikin
14:33 Çawişê pispor jinek kuşt
14:03 HDP’iyan dorpêç şermezar kir: Em serî natewînin
14:02 Turkdogan: Dev ji revandin, sîxûrî û îfade girtina bi zext berdin
13:54 Du serokên şaredariyan ji kar hatin dûrxistin
13:28 Li Amed 74 kes hatin binçavkirin û 38 kes hatin girtin
13:17 Karabat ê CHP'î: Lêçûna Wezîrê Karên Derve ji sedî 40 zêde bûye
13:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê ji Soylu re gotin: Em natirsin û em ê bêdeng nebin
13:00 HDP’ê li Rihayê dest bi xebatên hilbijartinê kir
12:20 Li Edeneyê dê ji bo Guven bikevin greva birçîbûnê
12:10 Walîtiya Amedê çalakiyên ji bo Leyla Guven qedexe kir
12:06 Cerdevanê gule li avahiya HDP’ê reşan: Derûniya min xerab bû
12:04 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:21 ‘Li dijî tiryakên hişbirê divê koordinasyonek xurt bê avakirin'
11:20 Lêdana di girtîgehê de ji Wezareta Dadê hat pirsîn
11:19 Şahidî û êşa bavê xwe ya Komkujiya Dersimê kir pirtûk
10:43 Li Rihayê muxtarek hat binçavkirin
10:28 Gelek akademisyen hatin binçavkirin
10:24 Qeyûmê hemû malê şaredariya Wanê firot û şaredari kir qereqol
10:18 ‘Daxwazên Leyla Guven daxwazên gelekê ne’
09:29 Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin a Amedê: Lêkolîn û raporên Sayiştayê kêm in
09:28 Kî hat soz da, lê çênekir: Niha hindik maye birûxe
09:27 ‘Greva birçîbûnê ya Guvenê li hemberî tecrîda li Îmraliyê qêrînek e'
09:23 Jinên îzmîrî: Divê em li hemberî şidetê bêdeng nebin
09:22 Emniyetê mukirhatina Koç ê DAIŞ'î esas negirt
09:22 ‘Divê em ji bo azadiya jinê û temsîliyeta wekheviyê her roj têbikoşin'
09:18 Jinan îtirazî sererastkirina nafaqayê kir: Wê jinê bi tenê bihêle
09:18 Berî Karatay jiyana xwe ji dest bide 4 caran cezayê hucreyê lê birîne
09:17 Gulum: Wê piştevanî û têkoşîn jinan rizgar bike
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2018'AN
15/11/2018
16:45 Diwana Edaletê ya Ewropayê: argumanên qedexeya PKK'ê kêm dît
16:38 Dersimiyan Seyît Riza bibîr anîn: Divê dewlet jenosîdê nas bike
16:27 Ozturk: Girtiyên nexweş ên Patnosê nayên dermankirin
16:17 ‘Zîndan zanîngeha wêje û helbesta kurdî ye’
15:39 'Em bêdeng neman û em ê bêdeng nemînin'
15:36 Endamê Meclîsa HDP’ê Memîş hat berdan
15:18 'Îdîaya di serlêdana ÎŞKUR'ê de şertê endamtiya AKP'ê dispêrin welatiyan'
15:15 Di Doza HDP'ê ya Gungorenê de ji bo 9 kesan ceza hat xwestin
14:49 Polîsan bi ser Navenda Giştî ya Partiya Şoreşger de girt
14:28 567 avahiyên Şaredariya Sêrtê di qeydan de tune
14:26 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan cara 764'emîn serlêdan kirin
14:12 Kesê êrîşî avahiya HDP’ê kir birayê rêveberê AKP’î derket
13:37 Temellî: 94 salên Kebîre Dogan tev berxwedan e
13:20 Kemalbay a HDP'î: Çima girtiyê nexweş ê giran Aktaş emeliyat nabe?
12:31 Balafirên TSK'ê Amediyê bombe kir: 3 welatiyan can dan
12:16 Wezîrê Dadê Gul 2 meh şûnde bersîv da Ocalan û pirsname red kir
12:09 KCD: Berxwedana şopdarên Seyîd Riza didome
12:08 Îdîaya di xwarina girtîgehê de cilêt derket
11:36 ‘Guven bi greva bîrçîbûnê îdîaya xwe ya aştiya civakî danî holê’
11:26 Endamê SGP'ê Sultan: Divê rêveberiya Idlibê dewrî gelan bikin
11:22 Şahida 81 salan: Wesiyeta min ew e bila dewlet bi komkujiyê re hevrû bibe
10:33 Di îdîamê de hemû kiryarên DAIŞ’ê yek bi yek hatin vegotin
Bek: Gelo çima cînayetan weke kiryarên DAIŞ’ê nagirin dest
10:31 Weşanger di zorê de ne: Heta kengî zem?
09:53 ‘Em xwedî li çalakiya Guven derkevin û tecrîdê bişkînin’