Weşanxaneyên kurdî: Em ê dev ji zimanê xwe bernedin 2018-11-18 09:07:04   STENBOL - Weşanxaneyên kurdî yên Pêşangeha Pirtûkan a Stenbolê bûn gotin çi dibe bila bibe ew ê dev ji zimanê xwe bernedin û tevî hemû sansurên tên kirin jî ew bi awayekî xwe digihînin xwînerên xwe.    Pêşangeha Pirtûkan a 37'an a Stenbolê li Navenda Pêşangeh û Kongreyê ya TUYAP'ê didome. Ji weşanxaneyên kurdî weşanxaneya Aram, Rûpel, Ava, Lîs, Avesta, Ar, Na û J&J tjî tev li pêşaangehê bûn. Weşanxaneyên kurdî diyar kirin ku tevî hemû sansurên tên kirin jî ew xwe digihînin xwînerên xwe.    Koordînatorê Weşanxaneya J&J nivîskar Azad Zal destnîşan kir ku îlankirina Rewşa Awarte tesîreke neyînî li sazî û weşanxaneyên kurdî kiriye û gelek sazî û dezgeh hatine girtin. Zal, diyar kir ku tevî vê yekê dîsa jî eleqeya ji bo kurdî kêm nebûye û got: "Zimanê kurdî di 10 salên dawî de pir pêş ket. Êdî xwînerên kurdî li pirtûkên biqalîte digerin. Ne pirtûkên çewtiyên redekteyê di wan de, li pirtûkên ku asoya wan berfirehtir bikin digerin. Ev yek jî nîşan dide ku zimanê kurdî xwînerên xwe diafirîne." Zal, diyar kir ku lê belê qada lêkolîn û zanyariyê kêm e û got: "Ev jî ji ber divê qada zanyarî û lêkolînê pispor be. Me di warê derûnasiyê de heta niha 7 hejmarên kovara derûnasiyê ya bi kurdî derxistine. Ger em bi kurdî berhemên zanyarî, dîrok û lêkolînê biafirînin û binivîsînin teqez wê hejmara xwîneran jî zêde bibe. Loma divê berhemên di vê qadê de zêde bin. Xwînerên me nabêjin 'hema çi dibe bila bibe û em bixwînin.' Ger naveroka berhemeke bi kurdî ne xurt be, hûn nikarin bidin xwendin. Em jî wekî weşanxane bala xwe didin ser vê yekê."    ‘XWÎNER HÊZÊ DIDIN ME'    Zal, destnîşan kir ku tevî hemû zext û zoriyên li ser kurdan û zimanê kurdî dîsa jî kurd dev ji xwendina bi kurdî bernadin û got: "Di pêşangeha li Amedê de herî zêde eleqe ji bo kurdî hebû. Li Amedê xwîneran digot 'çi dibe bila bibe em ê dev ji zimanê xwe bernedin.' Heman tişt li Stenbolê jî heye. Eleqeyeke zêde ji bo kurdî heye. Xwînerên me tên. Ew xwedî li me derdikevin. Her wiha ji ber pirtûkên me tên xwendin, ev yek hêza me zêdetir dike."    ‘ELEQEYEKE ZÊDE HEYE'    Ji edîtorên Weşanxaneya Lîsê Firat Fîdan jî, anî ziman ku wan gelek pirtûk ji wêjeya cîhanê wergerandine û li pêşangeha Stenbolê eleqeyeke zêde ji bo evan pirtûkan heye. Fîdan got: "Bi navê Cervantes me gelek berhem ji wêjeya cîhanê wergerandin kurdî. Ji niha ve meraqeke zêde ji bo evan pirtûkan çêbûye." Fîdan, anî ziman ku pirtûkên dîroka kurdî jî ji weşanxaneya wan hatine çapkirin û got: "Ligel wêjeyê bala berhemên dîroka kurdî jî bala xwîneran dikişînin û ev yek ji bo em cihê kêfxweşiyê ye."    ‘TEVÎ HEMÛ SANSURAN JÎ TÊKOŞÎN BERDEWAM E'    Edîtorê Weşanxaneya Aramê Ûlaş Guldîken jî diyar kir ku ew bi perspektîfa "Xwîner li kuderê bin em li wê derê ne" tev digerin. Guldîken, da zanîn ku hema bêje ji weşanxaneya wan her cure pirtûka hatine çapkirin û got: "Li pêşangehan xwegihandina xwîneran firsend e. Di 2 salên dawî de nêzî sed pirtûkên me hatin qedexekirin. Lê tevî ev şert û mercên zehmet dîsa jî em xwe digihînin xwîneran. Tevî evqas çewisandinan dîsa jî weşangeriya me didome û em têdikoşin."    Guldîken, xwînerên kurdî ji komeke xwîner a bi îstikarar pêk tê û got: "Wisa bi rasthatinî naxwînin. Bi taybetî jî xwînerên kurdî qalîte û taybetmendiya weşanxaneyê esas digirin. Ji ber vê weşanxane jî hesas tev digerin. Yanî ev tê wateya 'ger deqeke baş neyê çapkirin ez ê nexwînim.' Weşanger jî vê yekê esas digire û li gorî wê çap dike. Her diçe xwînerê kurdî mesafeya heyî kêmtir dike."    MA / Servet Karaduman