Li Amed, Wan, Riha û Edeneyê greva birçîbûnê: Daxwaza Guven daxwaza me ye

  • rojane
  • 12:36 17 Mijdar 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - HDP, KCD, DBP û TJA bi boneya piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven li 5 bajaran greva birçîbûnê ya 2 rojan da destpêkirin. Di daxuyaniyên grevan de wiha hat gotin: "Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye. Heta tecrîd rabe wê çalakiyên me dewam bikin." 

 
Hevseroka Kongreya Civaka Demorkatîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven a li girtîgehê ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 7'ê mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem kiribû. Çalakiya Guven di roja 11'emîn de didome. Piştevaniya ji bo Guven pêl bi pêl berbelav dibe. 
 
AMED 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên Amedê û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kirin. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Salîha Aydenîz û Dersim Dag jî di nav de rêveberên KCD, HDP, DBP û TJA’yê li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a HDP’a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan kirin. Li salonê pankartên “Em ê tecrîdê bişkênin û faşîzmê hilweşînin” û “Leyla Guven mafdar e, divê tecrîd bê bidawîkirin” daliqandin. Çalakvanan pêşmalên wêneyê Leyla Guven li ser li xwe kirin. Beriya grev dest pê bike daxuyanî hat dayîn. 
 
'EM BI RAMANÊN WÎ HATIN VAN DERAN'
 
Parlamenter Dersim Dag li vir axivî û got: “Birêz Leyla Guven ji bo şikandina tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê. Wek ku birêz Leyla Guven gotiye em jî dibêjin bi fikir û ramanên birêz Ocalan em hatine vê astê. Em bi ramanên wî bûne wekîl û em dibin hevşaredar. Em dibêjin daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye. Divê ev tecrîd demildest rabe. Tecrîdkirina Ocalan li ser ciwan, jin û neteweyekê ye. Em jî ji bo piştevaniya Guven ji bo du rojan dikevin greva birçîbûnê.”  
 
RIHA
 
Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî li avahiya xwe bi mebesta piştevaniya parlamenter Leyla Guven dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan kir. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel jî di nav de rêveberên HDP û DBP’ê, Dayikên Aştiyê û welatiyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Li cihê grev hat destpêkirin pankarta wêneyê Guven li ser a bi nivîsa “Biryara wê biryara me ye, tecrîd sûcê mirovahiyê ye” daliqandin. 
 
Beriya grev dest pê bike parlamenter Ayşe Surucu axivî û got: “Em çalakiya birêz Leyla Guven silav dikin. Bi boneya piştevaniyê em li Rihayê dest bi greva du rojan dikin. Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye. Bi tecrîdkirina Birêz Ocalan aştî û jiyana hevpar hatiye tecrîdkirin. Heta tecrîd ranebe wê têkoşîna me dewam bike. Heke tecrîd ranebe dê çalakiyên me cuda pêk bên." 
 
WAN
 
Rêxistina HDP’ê ya Wanê jî greva birçîbûnê ya 2 rojan da destpêkirin. Çalakî li avahiya HDP’ê ya Wanê bi beşdarbûna Hevserokên HDP’ê yên Wanî Yadîşem Karabûlak, Umît Dede, Hevserokê DBP’ê yê Wanê Okkeş Kawa, Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Murat Sarisaç, Muazzez Orhan, nûnerên KCD, hevşaredar, aktivîstên TJA û welatiyan dest pê kir.
 
Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan axivî û wiha got: “Hikûmeta AKP’ê ya ku 15’ê Tîrmehê weke ‘kerema Xwedê’ dibîne li dijî Kurdan veguherand hinceta şer. Rêzdar Guven got tecrîda li ser Rêzdar Ocalan li dijî hemû gelê Kurd e. Guven tecrîd qebûl nekir û dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Em jî ji ber vê sekna wê ya birûmet wê silav dikin. Em vê sekna wê silav dikin û bi armanca piştgirîdayinê greva birçîbûnê ya 2 rojan didin destpêkirin.”
 
Orhan got heta tecrîd bi dawî nebe û pêşiya siyaseta demokartîk neyê vekirin wê têbikoşin. Orhan di dawiyê de tayînkirina qeyûm a ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û 2’yemîn salvegera girtina Hevşaredar Bekîr Kaya û kirinên qeyûman jî şermezar kir.
 
EDENE 
 
Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê jî bi boneya piştevaniya Guven li avahiya xwe dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan kir. Li ber avahiyê daxuyanî hat dayîn. Parlamenterên HDP’ê Remziye Tosun, Tulay Hatîmogullari û Kemal Pekoz û gelek rêveberên partî û nûnerên saziyan beşdar bûn. Di çalakiyê de pankarta “Leyla Guven mafdar e û divê tecrîd bê rakirin” hat vekirin. 
 
Hevseroka HDP’a Edenê Gulseren Tural diyar kir ku bi tecrîdkirinê êrîşî li dijî ramanên Ocalan bînin û got: “Hêzên kapîtalîst Birêz Ocalan li Grava Îmraliyê heps kirin û gotin di cih de be rola gardiyaniyê jî dane Tirkiyeyê. Dixwazin bi tecrîdê hemû nêrînên çareseriyê yên Ocalan û bandora wî ya li ser cîhanê bişkênin. Em jî dibêjin çalakiya Leyla Guven ji bo Birêz Ocalan daye destpêkirin mafdar û daxwaza wî daxwaza me ye. Divê demildest tecrîd bê rakirin.”
 
Piştî daxuyaniyê li avahiya HDP’ê dest bi gerevê kirin. 
 

Sernavên din

18/11/2018
09:08 Hevseroka KESK'ê: Budçe ne ji bo kedkara ye
09:07 Weşanxaneyên kurdî: Em ê dev ji zimanê xwe bernedin
09:04 Qeyûm Şaredariya Êlihê di nav deynan de hiştiye
09:02 Kelema Erdîşê jî nesîbê xwe ji polîtîkayên çandiniyê girt!
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2018'AN
08:22 ÎSÎG: Karkera tekstîlê di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
17/11/2018
17:06 KESK'iyan li Qada Gundogdu bang kirin: Em fatûreya krîzê nadin
16:37 Li TUYAP’ê pirtûka kişanak rastî eleqeyeke zêde hat
16:36 Seyît Riza û hevalên wî hatin bibîranîn
16:06 Namzetên mûxtarên jin hatin danasîn
15:53 Zeytun: Ji îktîdara heyî tu heviyên me tune ne
15:52 DİSA-DER rêveberiya xwe nû hilbijart
15:15 Çalakiya ‘Rûniştina F’: Bila Hayatî Kaytan bê berdan
14:59 Parazvanên mafên mirovan xwest girtiyê nexweş Îkbal bê dermankirin
14:58 ‘Heya tecrît bê rakirin emê çalakiya xwe bidomînin’
14:39 Li aqûbeta ferdên malbata Dîrîl hat pirsîn
14:22 ‘Em pol pere naxwazin, em tenê parçeyek hestiyên xwe dixwazin’
14:09 Parêzer ji bo doza Dere raporek nû xwest
14:00 DYA bertek nîşanî binçavkirinan da: Akademîsyenan berdin
13:42 Karkerên jin ên malê li Afrîka Başûr li hev civiyan
13:22 Modelîsta tekstîlê Ronaî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
12:57 Di 2018’an de 230 hezar koçber hatin girtin
12:36 Li Amed, Wan, Riha û Edeneyê greva birçîbûnê: Daxwaza Guven daxwaza me ye
12:36 Konferasa Aloziyên Rojhilata Navîn û modernîteya demokratîk pêk hat
12:15 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
10:59 Greva birçîbûnê li Colemêrgê dest pê kir
10:20 Wezîr îtîraf kir: Em dahatûyên Efrînê ji bo xwe dixwazin
10:09 Mamoste ji sûcdariya tacîza zayendî hat girtin
09:52 Bi hezaran welatî 9 roj e bêav in
09:41 Berdevka Meclîsia Jinan a HDP'ê Taşdemir: Em jin bi hevre tên hesab bipirsin
09:29 Dadgehê sedema biryara cezakirina rojnamevan Tûray daxuyand: Wekî din pirs nepirsîne
09:28 Şener: Budçeya 2019'an budçeya îflaskirinê ye
09:27 16 karker mirin, lê bersûc nehatin girtin
09:26 Asli Kaya: Çenteyê xwe yê ji bo girtîgehê jî amade kiribû
09:26 'Ji bo dawî li şidetê bê divê feraseta heyî biguhere'
09:25 Dadgehê guh da qeyûm û doza karkeran qebûl nekir
09:22 Ji ber Girtîgeha Tarsûsê rexne kir, der barê wî de lêpirsîn hat destpêkirin
09:03 Li girtîgehê bûkokên potik jî qedexe ye
09:02 Dilşat Kaya: Em li dijî şidetê di kolanan de dibin bersiv
09:01 Nivîskarên kurd: Xebatên ziman divê veguhere yekîtiya neteweyî
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2018'AN
16/11/2018
21:12 Li Colemêrgê careke din jî 30 herêm hatin qedexekirin
17:37 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan hat berdan
16:46 Di çalakiya Elçî de sûcên li Sûrê hat pirsîn
16:26 Oluç ji bo Soylu got: Tu pisporê karê organîze û terorîzekirinê yî
15:30 KCD: Biryara Walatiya Amedê dij demokratîke
14:57 Karkerên wesayîtan muayene dikin dest bi grevê dikin
14:33 Çawişê pispor jinek kuşt
14:03 HDP’iyan dorpêç şermezar kir: Em serî natewînin
14:02 Turkdogan: Dev ji revandin, sîxûrî û îfade girtina bi zext berdin
13:54 Du serokên şaredariyan ji kar hatin dûrxistin
13:28 Li Amed 74 kes hatin binçavkirin û 38 kes hatin girtin
13:17 Karabat ê CHP'î: Lêçûna Wezîrê Karên Derve ji sedî 40 zêde bûye
13:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê ji Soylu re gotin: Em natirsin û em ê bêdeng nebin
13:00 HDP’ê li Rihayê dest bi xebatên hilbijartinê kir
12:20 Li Edeneyê dê ji bo Guven bikevin greva birçîbûnê
12:10 Walîtiya Amedê çalakiyên ji bo Leyla Guven qedexe kir
12:06 Cerdevanê gule li avahiya HDP’ê reşan: Derûniya min xerab bû
12:04 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:21 ‘Li dijî tiryakên hişbirê divê koordinasyonek xurt bê avakirin'
11:20 Lêdana di girtîgehê de ji Wezareta Dadê hat pirsîn
11:19 Şahidî û êşa bavê xwe ya Komkujiya Dersimê kir pirtûk
10:43 Li Rihayê muxtarek hat binçavkirin
10:28 Gelek akademisyen hatin binçavkirin
10:24 Qeyûmê hemû malê şaredariya Wanê firot û şaredari kir qereqol
10:18 ‘Daxwazên Leyla Guven daxwazên gelekê ne’
09:29 Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin a Amedê: Lêkolîn û raporên Sayiştayê kêm in
09:28 Kî hat soz da, lê çênekir: Niha hindik maye birûxe
09:27 ‘Greva birçîbûnê ya Guvenê li hemberî tecrîda li Îmraliyê qêrînek e'
09:23 Jinên îzmîrî: Divê em li hemberî şidetê bêdeng nebin
09:22 Emniyetê mukirhatina Koç ê DAIŞ'î esas negirt
09:22 ‘Divê em ji bo azadiya jinê û temsîliyeta wekheviyê her roj têbikoşin'
09:18 Jinan îtirazî sererastkirina nafaqayê kir: Wê jinê bi tenê bihêle
09:18 Berî Karatay jiyana xwe ji dest bide 4 caran cezayê hucreyê lê birîne
09:17 Gulum: Wê piştevanî û têkoşîn jinan rizgar bike
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2018'AN
15/11/2018
16:45 Diwana Edaletê ya Ewropayê: argumanên qedexeya PKK'ê kêm dît
16:38 Dersimiyan Seyît Riza bibîr anîn: Divê dewlet jenosîdê nas bike
16:27 Ozturk: Girtiyên nexweş ên Patnosê nayên dermankirin
16:17 ‘Zîndan zanîngeha wêje û helbesta kurdî ye’
15:39 'Em bêdeng neman û em ê bêdeng nemînin'
15:36 Endamê Meclîsa HDP’ê Memîş hat berdan
15:18 'Îdîaya di serlêdana ÎŞKUR'ê de şertê endamtiya AKP'ê dispêrin welatiyan'
15:15 Di Doza HDP'ê ya Gungorenê de ji bo 9 kesan ceza hat xwestin
14:49 Polîsan bi ser Navenda Giştî ya Partiya Şoreşger de girt
14:28 567 avahiyên Şaredariya Sêrtê di qeydan de tune
14:26 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan cara 764'emîn serlêdan kirin
14:12 Kesê êrîşî avahiya HDP’ê kir birayê rêveberê AKP’î derket
13:37 Temellî: 94 salên Kebîre Dogan tev berxwedan e
13:20 Kemalbay a HDP'î: Çima girtiyê nexweş ê giran Aktaş emeliyat nabe?
12:31 Balafirên TSK'ê Amediyê bombe kir: 3 welatiyan can dan
12:16 Wezîrê Dadê Gul 2 meh şûnde bersîv da Ocalan û pirsname red kir
12:09 KCD: Berxwedana şopdarên Seyîd Riza didome
12:08 Îdîaya di xwarina girtîgehê de cilêt derket
11:36 ‘Guven bi greva bîrçîbûnê îdîaya xwe ya aştiya civakî danî holê’
11:26 Endamê SGP'ê Sultan: Divê rêveberiya Idlibê dewrî gelan bikin
11:22 Şahida 81 salan: Wesiyeta min ew e bila dewlet bi komkujiyê re hevrû bibe
10:33 Di îdîamê de hemû kiryarên DAIŞ’ê yek bi yek hatin vegotin
Bek: Gelo çima cînayetan weke kiryarên DAIŞ’ê nagirin dest
10:31 Weşanger di zorê de ne: Heta kengî zem?
09:53 ‘Em xwedî li çalakiya Guven derkevin û tecrîdê bişkînin’