Li Amed, Wan, Riha û Edeneyê greva birçîbûnê: Daxwaza Guven daxwaza me ye 2018-11-17 12:36:55 NAVENDA NÛÇEYAN - HDP, KCD, DBP û TJA bi boneya piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven li 5 bajaran greva birçîbûnê ya 2 rojan da destpêkirin. Di daxuyaniyên grevan de wiha hat gotin: "Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye. Heta tecrîd rabe wê çalakiyên me dewam bikin."    Hevseroka Kongreya Civaka Demorkatîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven a li girtîgehê ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 7'ê mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem kiribû. Çalakiya Guven di roja 11'emîn de didome. Piştevaniya ji bo Guven pêl bi pêl berbelav dibe.    AMED    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên Amedê û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kirin. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Salîha Aydenîz û Dersim Dag jî di nav de rêveberên KCD, HDP, DBP û TJA’yê li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a HDP’a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan kirin. Li salonê pankartên “Em ê tecrîdê bişkênin û faşîzmê hilweşînin” û “Leyla Guven mafdar e, divê tecrîd bê bidawîkirin” daliqandin. Çalakvanan pêşmalên wêneyê Leyla Guven li ser li xwe kirin. Beriya grev dest pê bike daxuyanî hat dayîn.    'EM BI RAMANÊN WÎ HATIN VAN DERAN'   Parlamenter Dersim Dag li vir axivî û got: “Birêz Leyla Guven ji bo şikandina tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê. Wek ku birêz Leyla Guven gotiye em jî dibêjin bi fikir û ramanên birêz Ocalan em hatine vê astê. Em bi ramanên wî bûne wekîl û em dibin hevşaredar. Em dibêjin daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye. Divê ev tecrîd demildest rabe. Tecrîdkirina Ocalan li ser ciwan, jin û neteweyekê ye. Em jî ji bo piştevaniya Guven ji bo du rojan dikevin greva birçîbûnê.”     RIHA   Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî li avahiya xwe bi mebesta piştevaniya parlamenter Leyla Guven dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan kir. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel jî di nav de rêveberên HDP û DBP’ê, Dayikên Aştiyê û welatiyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Li cihê grev hat destpêkirin pankarta wêneyê Guven li ser a bi nivîsa “Biryara wê biryara me ye, tecrîd sûcê mirovahiyê ye” daliqandin.    Beriya grev dest pê bike parlamenter Ayşe Surucu axivî û got: “Em çalakiya birêz Leyla Guven silav dikin. Bi boneya piştevaniyê em li Rihayê dest bi greva du rojan dikin. Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye. Bi tecrîdkirina Birêz Ocalan aştî û jiyana hevpar hatiye tecrîdkirin. Heta tecrîd ranebe wê têkoşîna me dewam bike. Heke tecrîd ranebe dê çalakiyên me cuda pêk bên."    WAN   Rêxistina HDP’ê ya Wanê jî greva birçîbûnê ya 2 rojan da destpêkirin. Çalakî li avahiya HDP’ê ya Wanê bi beşdarbûna Hevserokên HDP’ê yên Wanî Yadîşem Karabûlak, Umît Dede, Hevserokê DBP’ê yê Wanê Okkeş Kawa, Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Murat Sarisaç, Muazzez Orhan, nûnerên KCD, hevşaredar, aktivîstên TJA û welatiyan dest pê kir.   Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan axivî û wiha got: “Hikûmeta AKP’ê ya ku 15’ê Tîrmehê weke ‘kerema Xwedê’ dibîne li dijî Kurdan veguherand hinceta şer. Rêzdar Guven got tecrîda li ser Rêzdar Ocalan li dijî hemû gelê Kurd e. Guven tecrîd qebûl nekir û dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Em jî ji ber vê sekna wê ya birûmet wê silav dikin. Em vê sekna wê silav dikin û bi armanca piştgirîdayinê greva birçîbûnê ya 2 rojan didin destpêkirin.”   Orhan got heta tecrîd bi dawî nebe û pêşiya siyaseta demokartîk neyê vekirin wê têbikoşin. Orhan di dawiyê de tayînkirina qeyûm a ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û 2’yemîn salvegera girtina Hevşaredar Bekîr Kaya û kirinên qeyûman jî şermezar kir.   EDENE    Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê jî bi boneya piştevaniya Guven li avahiya xwe dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan kir. Li ber avahiyê daxuyanî hat dayîn. Parlamenterên HDP’ê Remziye Tosun, Tulay Hatîmogullari û Kemal Pekoz û gelek rêveberên partî û nûnerên saziyan beşdar bûn. Di çalakiyê de pankarta “Leyla Guven mafdar e û divê tecrîd bê rakirin” hat vekirin.    Hevseroka HDP’a Edenê Gulseren Tural diyar kir ku bi tecrîdkirinê êrîşî li dijî ramanên Ocalan bînin û got: “Hêzên kapîtalîst Birêz Ocalan li Grava Îmraliyê heps kirin û gotin di cih de be rola gardiyaniyê jî dane Tirkiyeyê. Dixwazin bi tecrîdê hemû nêrînên çareseriyê yên Ocalan û bandora wî ya li ser cîhanê bişkênin. Em jî dibêjin çalakiya Leyla Guven ji bo Birêz Ocalan daye destpêkirin mafdar û daxwaza wî daxwaza me ye. Divê demildest tecrîd bê rakirin.”   Piştî daxuyaniyê li avahiya HDP’ê dest bi gerevê kirin.