ŞIRNEX/ENQERE - Li Cizîrê, polîsên di ser malekê de girtin, gef li malbatê xwarin û gotin “Emê carek din pir cuda werin.” Li Enqerê jî, di serdegirtina malan de, 3 endamên SGDF’ê hatin binçavkirin.
Li Taxa Dîcle ya navçeya Cizîra Şirnexê, tîmên taybet di saetên serê sibê de bi ser mala Nedîm Y. ê biryara girtinê derbarê wî de heyî, girtin. Polîsên ku Nedîm Y. li malê nedîtin, berê çekan dan serê endamên malbatê û bi gotina “Emê carek din pir cuda werin” gef li malbatê xwarin.
ENQERE
Li Enqerê, di serdegirtina malan a serê vê sibê de, 3 endamên Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF) hatin binçavkirin. Piştî lêgerînên di malan de hatin kirin, Gîzem Altunoz, Cem Eren Asalan û Sedat Polat hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Enqerê.
Derbarê hinceta binçavkirina sê kesên hatin binçavkirin de, tu agahî nehatin bi dest xistin.