Polîsan gefa 'Emê carek din pir cuda werin' li malbatê xwarin 2018-11-13 11:43:32   ŞIRNEX/ENQERE - Li Cizîrê, polîsên di ser malekê de girtin, gef li malbatê xwarin û gotin “Emê carek din pir cuda werin.” Li Enqerê jî, di serdegirtina malan de, 3 endamên SGDF’ê hatin binçavkirin.    Li Taxa Dîcle ya navçeya Cizîra Şirnexê, tîmên taybet di saetên serê sibê de bi ser mala Nedîm Y. ê biryara girtinê derbarê wî de heyî, girtin.  Polîsên ku Nedîm Y. li malê nedîtin, berê çekan dan serê endamên malbatê û bi gotina “Emê carek din pir cuda werin” gef li malbatê xwarin.    ENQERE    Li Enqerê, di serdegirtina malan a serê vê sibê de, 3 endamên Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF) hatin binçavkirin. Piştî lêgerînên di malan de hatin kirin, Gîzem Altunoz, Cem Eren Asalan û Sedat Polat hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Enqerê.     Derbarê hinceta binçavkirina sê kesên hatin binçavkirin de, tu agahî nehatin bi dest xistin.