ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2018'AN

* Her çend bi awayekî fermî Rewşa Awarte bi dawî bûbe jî, lê li Colemêrg û navçeyên wê didome. Li bajêr herêmên qedexe, venêrîna GBT'yê, noqteyên kontrolê, çêkirina qereqol û qaleqolan didome û her wiha li her derî MOBESe û wesayîtên zirxî hene. 

* Sîbel Yildirim a ji Dersimê, ji bo bibe mamoste ket ezmûna KPSS û ezmûna mamostetiyê. Yildirim di nav 20 hezar kesî de bû 56'emîn. Lê belê di mulakata bi devkî de ji ber "pirsa Erdogan" puanê wê hat kêmkirinç Yildirimê doz vekir û dadgehê tişta hatiye kirin wekî "bêhiqûqîtiyê" şîrove kir. 
 
* Di raporên Dîwana Muahsebatê de, nelirêtiyên Şaredariya Mezin a Amedê kirine hatin tespîtkirin. Şaredariyê bi BEM-BÎR-SEn û Sosyal Denge yên girêdayî Memûr-Senê ne û erka wan peymana giştî tune ye, peyman îmze kir. 
 
* Parlementerê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, ji bo êrîşên li hemberî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê got, hewldanên AKP'ê yên ji bo hilbijartina herêmî ne. Her wiha Togrûl, bilêv kir ku AKP bi nîqaşa sondê jî dixwaze dengên hilbijêrên kurd bigire û got: "Lê dê hesabê AKP'ê yê ji bo kurdan li hev dernekeve." 
 
* Maîle Arîç, ji ber 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Şideta Li Dijî Jinê tev li daxuyaniya çapemeniyê bû ji kar hat dûrxistin got: "Di 25'ê Mijdara îsal de jî em li bendê ne hemû jin dakevin kuçeyan." 
 
* Li gundê Kolya û 3 mezrikên wê, ji ber ceryana bîrên avê hatiye birîn, 4 roj in av tune ye. Welatiyên ava depoyên wan jî qediya got: "Ger wê li me nenêrin, nexwe bila qeyda li welatekî din çêbinin." 
 
* Li Şirnexê ji ber çîmento hat zemkirin, 3 roj in çîmento nayê çêkirin. Rayedarê Mava Betonê Fatîh Dûrsûn, anî ziman ku ji bo ew bi vî bihayî çîmentoyê nefiroşin gel briyareke wisa girtine.
 
* Zarokê bi navê F.T. yê li Girtîgeha Zarok û Ciwanan a Amedê bi fetisandinê hatibû derbkirin bi hêceta "we bûyerê pir mezin kir" cezayê dîsîplînê lê birîn. Gardiyanê li zarok da hêj li ser karê xwe ye. 
 
* Li Rihayê 59 mamosteyên endamên Egîtîm Senê bi KHK'ê hatin îxrackirin. Tenê 3 mamoste lêvegerandin karê wan. Hevseroka Şaxa Egîtim Senê ya Rihayê Leyla Mumîn têkildarî mijarê axivî û got: "Divê Komîsyona Lêpirsîna ya OHAL'ê bê betalkirin." 
 
* Hêlîn Yusuf a 25 salî ku ji Bakurê Sûriye ye û tevî 4 xizmên xwe hat binçavkirin, diyar kir ku bi sedema di flaş bellek a li ser wê hat girtin de wêneyê Ocalan heye bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li wê hatiye birîn. 
 
* Parlamentera  HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, diyar kir ku di hedefa qeyûmên tayînê şaredariyan hatin kirin, destpêkê xebatên jinan hebûn û got: “Teqez em dest ji pergala hevserokatiyê bernadin. Dem dema em, jiyanek hevpar a siyaseta demokratîk bi hevre bidin avakirin e.”
 
* Guzel Keleş, diyar kir ku rayedarên girtîgehê destûr nadin kurê wê Selamî Keleş ê li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê bê dermankirin û wiha got: "Kurê min 2 salin ji ber nexweşiya epilepsiyê tê dermankirin. Lê ji ber ku dermankirina wî li hundir asteng dikin em bi fikarin. 
 
 * Dayika Mazlum Dogan Kibere Doğan dê li navçeya Mazgirtê ya Dersimê li gundê Gomanê bi merasimekê bê definkirin. (10.00)
 
* Platforma Ziman dê encamnameya Komxebata 2 rojan li Cemiyeta Rojnamegeran a Guneydogu bi civîna çapemeniyê parve bike. (11.00)
 
* Platforma Piştevaniya Karkerên Balafirgeha 3'emîn, bi armanca piştevaniya karkerên girtî dê li pêş Edliyeya Gaziosmanpaşa daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00
 
* Dayikên Aştiyê yên Geverê, bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya grevê ya Parlamentera HDP'ê Leyla Guven, dê li avahiya HDP'ê ya Geverê civîna çapemeniyê pêk bînin. (12.00) 
 
* Komîsyona Girtiyan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, dê li dijî pêkanînên cilên yek tîp li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk bînin. (12.30) 
 
* Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) a li bajarê Strasbûrga Fransayê kom bibe, dê dosyeya Omer Elçî û Orhan Tunç ên di dema qedexeya derketina kolanan a li navçeya Cizîrê Şirnexê hatin kuştin, dê qebûl bike û bigire dest. (11.00) 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

15/11/2018
09:53 ‘Em xwedî li çalakiya Guven derkevin û tecrîdê bişkînin’
09:29 Dadgehê 11 sal ceza li zilamê zarokek îstismar kir birî
09:25 Li Girtîgeha Xarpêtê şewitandina înfazê
09:24 Dadgehê ji bo Aydin got 'dibe ku pêk bîne' û biryara girtina wî da
09:23 Jina nexweş 2 meh in li navenda paşveşandinê tê ragirtin
09:23 Di dosyeya texsîvan Zafer Ceyhan de gavek jî nehatiye avêtin
09:20 Mîhrîcana Şanoyê ya Mêrsînê dest pê dike
09:19 Rojbîn Perişan: Strana Axê li dijî şikandina hiş berxwedanek biçûk e
09:18 Seferî Yilmaz: Qeyûman şaredarî di bin deynan de hiştin
09:17 ‘Leyla Guven bi awayek herî baş mîsyona xwe tîne cih’
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2018'AN
14/11/2018
16:24 Dag: Êrîşa li dijî HDP'ê êrîşa li dijî xweh û biratiyê ye
16:01 Pirtûka 'Kurdên Xoresanê' ya Selîm Temo derket
15:32 Piştî teqîna li Şemzînanê ÎHA û dron li Colemêrgê hatin qedexekirin
15:21 Meclîsa ÎSÎG'ê: Di 100 rojan de 576 karker mirin
15:13 Dayîkên Aştiyê piştgirî dan çalakiya Leyal Guven
15:02 HDP ji Erdogan pirsî: Gora Seyîd Riza li ku ye?
14:59 Di doza Musa Anter de dê rewşa ‘Yeşil' a şahid e ya na bê lêkolînkirin
14:53 Doza ‘fîkandina kurdî’ hat taloqkirin
14:36 Bîjişkan: Em dixwazin bijîn û bidin jiyîn
14:21 Danişîna doza Demîrtaş hat dîtin
13:58 Belgefîlma Nûjîn 2 xelat girtin
13:53 Şahidên cînayeta Musa Anter axivîn: Yeşîl dijî û Orhan Mîroglu jî israr kir
13:53 TJA piştgirî da Leyla Guven: Tecrît sûcê mirovahiyê ye
13:27 Ocalan: Li Girtîgeha Tipa T - 2 a Hîlwanê binpêkirina mafan zêde ye
13:04 Guler Tunç: DMME jî bû şahide hovîtiya hat jiyîn
12:34 Temellî: Em dê qeyûman bavêjin sergoyê dîrokê
12:09 Li Amedê serdegirtina malan: Binçavkirin hene
12:07 ‘DMME di doza Cizirê de bawerî neda'
11:49 HDP dê Seyît Riza û hevalên wî bibîr bîne
11:44 Nîzamettîn Toguç: Rengê dewletê ji sor veguherî kesk
11:19 Li Edeneyê zilamekê hevjîna xwe kêr kir
11:12 'Merasîma cenazeyê dayikek 94 salî astengkirin zilme'
09:52 Dozger îdîanameya rojnameger Kîbriye Evren amade kir
09:23 1.1 milyar euro pereyê ku YE'ê da Tirkiye winda ye
09:10 Bi rojan e bê av in: Em gund bifiroşin jî em ê nikarin vî deynî bidin
09:09 Arîna biçûk bi nexweşînê, xwişk û birayên wê jî bi hesreta dayika xwe mezin dibin
09:09 Cenazeyên ji Goristana Xerzanê derxistin hîn jî radestî malbatan nekirin e
09:08 Li Meletiyê gel li dijî tesîsên betonî têdikoşin
09:07 'Qanûnên der barê şideta li dijî jinan de kêm û xelet in'
09:05 Ji bo cezakirinê krîtera nû: Talûkeya nêz
09:04 Krîzê li esnafên Geverê xist
09:04 Gazina welatî ya ji bo qeyûm: Ka we av biribû her gundî?
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2018'AN
08:43 Bîlîcî defin kirin
13/11/2018
19:49 Li Gazzeyê agirbest
18:53 Dayika Mazlûm Dogan Kebîre Dogan hat veşartin
16:45 Hevşaredara Mahsertê Îpek Guneş hat berdan
16:28 Bi hezaran welatiyên Basa 5 rojin bê av in
16:28 Girtiyên Manîsa: Gardiyan her serê sibê êrîşî me dikin
16:23 Sîsê Bîngol: Berî bimirim, dixwazin biçim gundê xwe|
16:09 Rejîma Îranê jina Kurd Elyasî darve kir
16:09 Di doza Medenî Yildirim de 'rapora kifşê' dîsa nehat
15:54 Derbarê Buldan, Ozturk, Taşçier û Onlu de fezleke
15:44 Gulum: Li Girtîgeha Tîpa T a Duzce girtî rastî îşkenceya cuda hatine
15:05 Koçyigît: Di 6 mehên 2017'an de 60 zarok bi nexweşiya SMA mirin
14:51 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re cara 763’yemîn hat redkirin
14:44 ÎHD: Bila KHK’a hejmara 696’an bê betalkirin
14:36 Polîsan li pêş meclîsê 2 hekîm binçav kirin
14:21 Geveriyan piştgirî dan Guven û xwestin daxwazên wê bên qebûlkirin
14:06 Wekilê HDP'î Temel xwest Komîsyona Mafên Mirovan kom bibe
14:01 Buldan: Divê her kes li çalakiya Leyla Guven a li dijî tecrîdê xwedî derkevin
13:56 Platforma Zimanê Kurdî: Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî
13:31 Li Agiriyê 15 kes hatin binçavkirin
13:27 Bi çekê êrîşî avahiya HDP’ê kirin
13:01 Bavê 2 zarokan hevjîna xwe kuşt
12:27 ÎHD: Divê tavilê Guven bê berdan
12:01 Akşener: Çima Xaza Xwezayî erzan nebû?
11:43 Polîsan gefa 'Emê carek din pir cuda werin' li malbatê xwarin
11:35 Bahçelî: Em li benda îsahata teqîna li Colemêrgê ne
11:30 Parêzerên Ocalan cara 763’yemîn serlêdan kirin
11:24 Di salvegera Komkujiya Amûdê de, gel di sînemayê de tên gelhev
10:39 Eskeran girtiyên Girtîgeha Panosê dema ji nexweşxaneyê vegeriyan derp kirin
10:19 Endama Konseya Navendî Gungor: Dixwazin TTB'ê pûç bikin
10:07 Orhan a HDP’î: Emê ji hevserokatiyê tawîz nedin
09:55 ‘Her ku ciwan azad bibin, dê gel jî azad bibe’
09:28 Santralên betonê yên li Şirnexê karê xwe rawestandin
09:27 Li Silopiyayê zêdetirî 2 hezar mirov 4 roj in bê av in
09:26 'Divê jin di hemû çalakiyên jinan de dakevin kuçeyan'
09:25 'Wê hesabê AKP'ê yê ji bo kurdan li hev dernekeve'
09:24 Qeyûm Atîlla peymaneke derqanûnî îmze kir
09:21 Ji ber 'pirsa Erdogan' puanê wê hat daxistin, lê dadgehê qebûl nekir
09:21 Li Colemêrgê Rewşa Awarte didome
09:20 Dayika nexweşê epilepsî yê girtî: Nahêlin kurê min derman bibe
09:20 Ji ber wêneyê Ocalan 6 sal û 3 meh ceza birîn
09:19 'Divê Komîsyona OHAL'ê bê betalkirin'
09:17 Cezayê dîsîplînê dan zarokê ku gardiyan xwest wî bifetisîne
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2018'AN
12/11/2018
21:19 Li Îzmîrê keştî noq bû
21:09 Endama MYK'ê ya DBP'ê Yildiz hat girtin
15:57 Meclîsa Jinan a KESK'ê: Em berdêla krîzê nadin
15:40 Kurtulan: Em li pişt Leyla Guven in
15:11 Leyla Guven: Heta Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike ezê di çalakiyê de bim
14:21 Rojnameger Nazlim: Ezê îxanetê li rêgezên rojnaemegeriyê nekim
14:20 Doza Muglayê hat taloqkirin
13:43 Nûçegîhanê me Nazlim li dozgeriyê hat berdan
13:28 Akademîsyen Yigîtler hat berdan
12:56 Colemêrgî bi armanca desteka ji bo Guven dest bi grevê dikin
12:40 Li Meletiyê hêj nasnameya 181 cenazeyan nehatiye diyarkirin
12:20 Tekneya penaberan noqî avê bû: 10 kes winda ne