ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2018'AN 2018-11-13 09:00:11 * Her çend bi awayekî fermî Rewşa Awarte bi dawî bûbe jî, lê li Colemêrg û navçeyên wê didome. Li bajêr herêmên qedexe, venêrîna GBT'yê, noqteyên kontrolê, çêkirina qereqol û qaleqolan didome û her wiha li her derî MOBESe û wesayîtên zirxî hene.  * Sîbel Yildirim a ji Dersimê, ji bo bibe mamoste ket ezmûna KPSS û ezmûna mamostetiyê. Yildirim di nav 20 hezar kesî de bû 56'emîn. Lê belê di mulakata bi devkî de ji ber "pirsa Erdogan" puanê wê hat kêmkirinç Yildirimê doz vekir û dadgehê tişta hatiye kirin wekî "bêhiqûqîtiyê" şîrove kir.    * Di raporên Dîwana Muahsebatê de, nelirêtiyên Şaredariya Mezin a Amedê kirine hatin tespîtkirin. Şaredariyê bi BEM-BÎR-SEn û Sosyal Denge yên girêdayî Memûr-Senê ne û erka wan peymana giştî tune ye, peyman îmze kir.    * Parlementerê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, ji bo êrîşên li hemberî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê got, hewldanên AKP'ê yên ji bo hilbijartina herêmî ne. Her wiha Togrûl, bilêv kir ku AKP bi nîqaşa sondê jî dixwaze dengên hilbijêrên kurd bigire û got: "Lê dê hesabê AKP'ê yê ji bo kurdan li hev dernekeve."    * Maîle Arîç, ji ber 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Şideta Li Dijî Jinê tev li daxuyaniya çapemeniyê bû ji kar hat dûrxistin got: "Di 25'ê Mijdara îsal de jî em li bendê ne hemû jin dakevin kuçeyan."    * Li gundê Kolya û 3 mezrikên wê, ji ber ceryana bîrên avê hatiye birîn, 4 roj in av tune ye. Welatiyên ava depoyên wan jî qediya got: "Ger wê li me nenêrin, nexwe bila qeyda li welatekî din çêbinin."    * Li Şirnexê ji ber çîmento hat zemkirin, 3 roj in çîmento nayê çêkirin. Rayedarê Mava Betonê Fatîh Dûrsûn, anî ziman ku ji bo ew bi vî bihayî çîmentoyê nefiroşin gel briyareke wisa girtine.   * Zarokê bi navê F.T. yê li Girtîgeha Zarok û Ciwanan a Amedê bi fetisandinê hatibû derbkirin bi hêceta "we bûyerê pir mezin kir" cezayê dîsîplînê lê birîn. Gardiyanê li zarok da hêj li ser karê xwe ye.    * Li Rihayê 59 mamosteyên endamên Egîtîm Senê bi KHK'ê hatin îxrackirin. Tenê 3 mamoste lêvegerandin karê wan. Hevseroka Şaxa Egîtim Senê ya Rihayê Leyla Mumîn têkildarî mijarê axivî û got: "Divê Komîsyona Lêpirsîna ya OHAL'ê bê betalkirin."    * Hêlîn Yusuf a 25 salî ku ji Bakurê Sûriye ye û tevî 4 xizmên xwe hat binçavkirin, diyar kir ku bi sedema di flaş bellek a li ser wê hat girtin de wêneyê Ocalan heye bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li wê hatiye birîn.    * Parlamentera  HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, diyar kir ku di hedefa qeyûmên tayînê şaredariyan hatin kirin, destpêkê xebatên jinan hebûn û got: “Teqez em dest ji pergala hevserokatiyê bernadin. Dem dema em, jiyanek hevpar a siyaseta demokratîk bi hevre bidin avakirin e.”   * Guzel Keleş, diyar kir ku rayedarên girtîgehê destûr nadin kurê wê Selamî Keleş ê li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê bê dermankirin û wiha got: "Kurê min 2 salin ji ber nexweşiya epilepsiyê tê dermankirin. Lê ji ber ku dermankirina wî li hundir asteng dikin em bi fikarin.     * Dayika Mazlum Dogan Kibere Doğan dê li navçeya Mazgirtê ya Dersimê li gundê Gomanê bi merasimekê bê definkirin. (10.00)   * Platforma Ziman dê encamnameya Komxebata 2 rojan li Cemiyeta Rojnamegeran a Guneydogu bi civîna çapemeniyê parve bike. (11.00)   * Platforma Piştevaniya Karkerên Balafirgeha 3'emîn, bi armanca piştevaniya karkerên girtî dê li pêş Edliyeya Gaziosmanpaşa daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00   * Dayikên Aştiyê yên Geverê, bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya grevê ya Parlamentera HDP'ê Leyla Guven, dê li avahiya HDP'ê ya Geverê civîna çapemeniyê pêk bînin. (12.00)    * Komîsyona Girtiyan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, dê li dijî pêkanînên cilên yek tîp li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk bînin. (12.30)    * Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) a li bajarê Strasbûrga Fransayê kom bibe, dê dosyeya Omer Elçî û Orhan Tunç ên di dema qedexeya derketina kolanan a li navçeya Cizîrê Şirnexê hatin kuştin, dê qebûl bike û bigire dest. (11.00)