ÎZMÎR - Di dorhêla operasyonên qirkirina siyasî de polîsan li Îzmîrê avêtin ser gelek malan û 9 kes binçav kirin.
Li navçeyên Menemen, Bergama, Seferîhîsar û Alîaga yên Îzmîrê, polîsan di saetên serê sibê de operasyona binçav kirinê li dar xistin. Di operasyona hemwext de 9 kes hatin binçavkirin.
Kesên bi hinceta parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Şaxa TEM'ê ya Îzmîrê.