Li Îzmîrê 9 kes hatin binçavkirin 2018-11-09 12:56:55   ÎZMÎR - Di dorhêla operasyonên qirkirina siyasî de polîsan li Îzmîrê avêtin ser gelek malan û 9 kes binçav kirin.    Li navçeyên Menemen, Bergama, Seferîhîsar û Alîaga yên Îzmîrê, polîsan di saetên serê sibê de operasyona binçav kirinê li  dar xistin. Di operasyona hemwext de 9 kes hatin binçavkirin.    Kesên bi hinceta parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Şaxa TEM'ê ya Îzmîrê.