'Bêhiqûqîtiya li Şemzînanê bi hevkariya Ergenekon-AKP'ê didome'

  • rojane
  • 09:19 8 Mijdar 2018
  • |
img

COLEMÊRG - 13 sal berê di êrîşa bombeyî ya li hemberî Ûmût Kîtapeviyê dewleta kûr di ser sûc re hatibû zevtkirin. 3 bersûcên ku têkildarî bûyerê hatin girtinû herkê 39 sal ceza li wan hat birîn, piştî hewldana darbeyê hatin berdan. Xwediyê Ûmût Kîtapeviyê Seferî Yilmaz, got pêvajoya hiqûqî ya der barê bûyerê de îro bi "hevkariya Ergenekon-AKP'ê" didome. 

Di 9'ê Cotmeha 2005'an de li Şemzînana Colemêrgê li hemberî Ûmût Kîtapeviyê êrîşeke bombeyî pêk hat û di dema êrîşê de dewleta kûr di ser sûc de hat zevtkirin. 13 sal di ser bûyerê re derbas bûn, lê belê hîn jî kiryarên êrîşê nehatine cezakirin. 
 
Endamên Teşkîlata Îstixbaratê ya Cendirmeyan (JÎT) Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û îtirafkar Veysel Ateş êrîşa li hemberî Ûmût Kîtapeviyê organîze kirin. Di êrîşê de xwediyê Ûmût Kîtapeviyê Seferî Yilmaz bi saxî xelas bû, lê welatiyê bi navê Mehmet Zahîr Korkmaz mir û Metîn Korkmaz jî bi giranî birîndar bû. Di dema êrîşê de gelê Şemzînanê binefser Alî Kaya û Ozcan Îldenîz di ser sûc de zevt kirin. Dema hatin zevtkirin li ser wan nasnameyên leşkeriyê û di wesayîtên wan de jî krokî û çek hatin dîtin. Di wesayîta bi marka Renaûlt 19 û bi plakeya 30 AK 933 de ku aîdî Fermandariya Cendirmeyan a Colemêrgê bû 3 keleşkof, 10 şarjor, malzemeyên bombeyê û êlegên polîs û leşkeran hatin dîtin. 
 
Bersûcên hatin zevtkirin radestî cendirmeyan hatin kirin, lê paşê hatin berdan. Piştî hatin berdan gelê Şemzînanê daket kuçeyan. Dema dozger û parlementerê CHP'ê yê wê demê Esat Canan li cihê bûyerê lêkolîn dikirin gule bi ser Canan de hatin reşandin. Di vê gulebaranê de kesekî din jî mir. her wiha di prostestoyên li Geverê hatin kirin de jî polîsan Îslam Bartin, Ergîn mengeç û Abdulhalîk Geylanî kuştin. 
 
Piştî dosyeya dozê hat şandin bersûc di 9'ê Hezîrana 2011'an de dîsa hatin girtin. Di danişîna ku di 10'ê Çileya 2012'an pêk hat de li binefser Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtirafkar Veysel Ateş bi tawanbariya "Kuştina mirovan", "Avakirina Rêxistinê" û "Hewldana kuştina mirovan" herkê 39 sal û 5 meh û 10 roj ceza hat birîn. 
 
Lê piştî hewldana dabeyê ya 15'ê Tîrmehê Dozgerê Komarê yê Wanê yê wê demê Ferhat Sarikaya der barê dozê de hin tişt îtiraf kirin. Li ser vê parêzerê bersûcan, ji bo ji nû ve darizandin pêk bê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Wanê dabû. Di 11'ê Cotmeha 2017'an de daxwaza ji nû ve darizandinê hat qebûlkirin û dadgehê bersûc berdan. 
 
'ŞAHIDIYA GELÊ ŞEMZÎNANÊ NEHAT QEBÛLKIRIN' 
 
Xwediyê Ûmût Kîtapeviyê Seferî Yilmaz ku paşê bû Hevşaredarê Şemzînanê û dû re qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, hat girtin û piştî demekê hat berdan. Yilmaz, der barê êrîşa bombeyî de got, pêvajoya hiqûqî ya der barê bûyerê de îro bi "hevkariya Ergenekon-AKP'ê" didome. 
 
Yilmaz got: "Êrîşa Ûmût Kîtapeviyê bû bersiva pirsên 'JÎTEM heye yan na?'. Li herêma Colemêrgê nêzî 19 êrîşên bombeyî pêk hatibûn. Piştî li Şemzînanê li ser sûc hatin girtin, ev tişt hemû derketin holê. Bûyer li ber çavên esnafan çêbû. Esnafan ev kes li ser sûc zevt kirin. Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan hat Şemzînanê û got ew ê bi ser bûyerê de biçin. Lê wexta vegeriya Enqereyê ev gotinên wî li holê man. Di dadgeha ewil de şahidiya gelê Şemzînanê nehat qebûlkirin û hîn jî nehatiye qebûlkirin." 
 
'WEKÎ BÛYEREK EDLÎ NÎŞAN DAN' 
 
Yilmaz, diyar kir ku piştî raya giştî bertek nîşan da doz hat vekirin û got: "Lê belê çawa pêvajoya darizandinê dest pê kir, bûyer wekî karê sê hogiran be hat nîşandan. Nehat qebûlkirin ku bûyer bûyereke rêxistinkirî ye. Wekî bûyereke edlî hat nîşandan. Ev sûceke rêxistinkirî bû. Ev kes ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan a Colemêrgê hatine peywirdarkirin ku kaxezên vê yekê hene. Tiliya Fermandariya Qolordû ya Asayîşa Wanê û TEM'a Enqereyê di vê bûyerê de heye. Ev hemû aşkere ne, lê dîsa jî êrîşkarên hikum li wan hat birîn hatin berdan. Nêzî 40 sal ceza li wan hat birîn, lê niha li derve ne." 
 
‘GEF LI MIN HATIN XWARIN' 
 
Yilmaz, anî ziman ku dema dîsa mijara girtina êrîşkaran ket rojevê, gef lê hatine xwarin û got: "Wexta dîsa hat gotin dê ev kes bên girtin gef li min hatin xwarin û gotin 'ger tu der barê Alî Kaya de biaxivî em ê te bişewitînin.' Ev gef ên hevkariya Ergenekon-AKP'ê ne û ji ber wan hatim girtin. Li Şemzînanê xendek tune bûn, lê dîsa jî qeyûm tayînî şaredariyê kirin." 
 
'HEVLARIYA ERGENEKON-AKP'Ê SEYRA DOZÊ GUHERAND' 
 
Yilmaz, bi bîr xist ku bersûcên Şemzînanê hatine berdan û ew jî piştî gelek gefan di 6'ê Kanûna 2016'an de hatiye girtin. Yilmaz got: "Wekî bi hezaran siyasetmedarên bi awayekî bêhiqûqî hatin girtin, ez jî hatim girtin. Di dema binçavkirinê de gef li min hatin xwarin û li girtîgehê jî bi cezayên hucreyê hatin birîn ku ev ceza jî ên evan egfan bûn. Kesên li ser sûc hatin zevtkirin hatin berdan, lê belê hemû kesên bi vîna gel hatin hilbijartin hatin girtin. Ev bi hevkariya Ergenekon-AKP'ê pêk hat. Ergenekona ku bi vê ehvkariyê xurt bû, ewilî tola doza Şemzînanê stend. Bêhiqûqîtî dewam dike û bi vê ev heyfstendin hîn jî didome." 
 
Yilmaz diyar kir ku dê danişîn di 21'ê Mijdarê de pêk bê û ji bp vê bang li raya giştî kir. 
 
MA / Fethi Balaman
 

Sernavên din

09/11/2018
09:18 Dadgehê biryara 'îstimlaqkirina lezgîn' a li Sûrê betal kir
09:17 'Bi fermana midûrê girtîgehê em tên îşkencekirin'
09:16 Partiyên siyasî yên li Mêrsînê ji bo hilbijartinê bal kişandin ser têkoşîna hevpar
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2018'AN
08/11/2018
17:54 Dadgehê daxwazên parêzeran ên ji bo Komkujiya Enqereyê qebûl kirin
17:04 Gardiyenê xwest zarokê girtî bifetîsîne li ser karê xwe ye
17:03 Mesutoglu dawî li rojiya xwe ya mirinê anî
16:10 Li dijî ‘Rejîma yek zilamî’ dê ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ pêk bên
15:57 Parêzer derketin pêşberî dadger: Divê kesên sûc kirin bên darizandin
14:50 Kovara muzîka kurdî Ziryabê dest bi weşanê kir
14:39 Dayikên Aştiyê piştgirî dan Leyla Guven
14:25 ‘Emê serî netewîn in’
14:24 Nobeda Edaletê di hefteya 78’emîn de dewam kir
14:01 Cenazeyê girtiyê nexweş Karatay hat veşartin
13:58 Doza Komkujiya Gara Enqerê didome: Malbat edaleta rast dixwazin
12:57 Bi hinceta ‘heqaret li Serokkomar kirin’ doz li hunermend Tunç vekirin
11:43 Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret hêjayî xelata 'Carl von Ossîetzky' hat dîtin
11:40 Temellî: Divê em bi hev re rêya nefes sitendinê bibînin
11:39 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan cara 762'yemîn serlêdan kirin
11:25 Asya Bîbî hat berdan
10:54 Doza bersûcên firarên Komkujiya 10'ê Cotmehê dest pê kir
10:45 Parêzer Kuzu: Di dozên siyasetmedarên Kurd de biryarên mînak bi cih nayînin
10:31 HDP bi rojeva hilbijartina herêmî dicive
10:15 Katircioglu: Dibin nelirêtiyan de mirovên Erdogan derdikevin
09:20 Rêya dûbleyî ji bo sûrên Sûrê talûke ye
09:19 'Bêhiqûqîtiya li Şemzînanê bi hevkariya Ergenekon-AKP'ê didome'
09:18 Emniyetê dosyeya cinayeta Bagdû bi derengî xistiye
09:15 Li bazara genim a herî mezin, esnaf ji betalî spiyan dikujin
09:14 Piştî qeyûm hat tayînkirin xaçerê çêkirin
09:14 Hem erzan e, hem jî bi tahm e: Kulîçeya Wanê
09:13 Çîroka sînorê çêker ê di navbera du gelan de
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2018'AN
07/11/2018
16:36 Başaran: Girtiyê nexweş Karatay li ber çavan mir
16:32 Girtî derneketin hevdîtina vekirî
16:05 Rêveberên DBP’ê ku ji ziyareta girtîgehê vedigeriyan qeza kirin
14:55 Koma HDP’ê xwest nelirêtiya qeyûman bê lêkolînkirin
14:16 Li Agiriyê 15 kes hatin binçavkirin
12:55 Parlamenter Guven a dest bi greva birçîbûnê kir nehat berdan
12:41 Dadgeha Îstînafê cezayê Bakirhan xera kir
12:39 Guven ji bo şermezarkirina tecrîtê dest bi greva birçîbûnê kir
12:15 Di meha Cotmehê de 34 jin hatin kuştin
12:14 Jinên girtî: Esker gefên kuştinê li me dixwin
11:51 Girtiya nexweş Fatma Tokmak rakirin nexweşxanê
11:42 SKM: Em li dijî şidetê serî radikin
11:35 Ji ber ku Guven kelepçe red kir neanîn danişînê
11:31 Li dijî girtinên Qersê bertek: Em ê bi xûrmexûrm werin
11:24 Cenazeyên Bîlîn, Çelîk û Karakoç HPG'î hatin definkirin
10:55 Girtî derbkirin û gefa ‘Em ê te înfaz bikin’ lê xwarin
10:39 Sîxurtî ferzî ciwanê HDP’î kirin
10:19 Girtiyê nexweş Burhan Karatay jiyana xwe ji dest da
10:02 Gardiyan xwest zarok bi fetisîne
Girtîgehê êrîşê piştrast kir
09:57 Lêpirsîna dîsîplînê derbarê Rojnameger Evren de vekirin
09:53 Madeya astengkirina xebata bijîşkan di komîsyonê re derbas bû
09:27 Nîviyê temenê wî di rêya aştî û azadiyê de derbas bû
09:25 Komeleya 15'ê Tîrmehê giliyê Cîhangîr Îslam kir, lê xwest wekîlê CHP'î Aldan bê cezakirin
09:24 Li Êlihê sînemayeke kolektîf
09:24 Karkerên hatin mexdûrkirin: Qeyûm ruhê bajêr kuşt
09:23 Bihuşteke di bin siha top û tivingan de: Navdoskiyan
09:22 Mizrakli: Êrîşên tên kirin bi kêrî gelên Tirkiyeyê nayên
09:21 Jina 71 salî û nexweş bi îdiaya 'alîkariya rêxistinê kiriye' hat girtin
09:20 Bi selikên ji dara biyê debara xwe dike
09:19 Nûnerên saziyên jinan ên hatin girtin: Em bi hev re bihêztirin
09:16 'Çawan dibe ku xaka mirov li mirov bê qedexekirin?'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2018'AN
08:38 73 tax û gomên Lîcê hatin qedexekirin
06/11/2018
18:30 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
17:07 3 roj in bi şev û roj girtiyan derb dikin
16:23 Jinên siyasetmedar banga beşdariya danişîna Guven kirin
15:45 Temellî: Bi qasî mîsqalekê rêya em bi AKP'ê re bimeşin tune
15:44 Polîsên Fransayê êrîşî meşa ji bo ‘Azadiya Ocalan’ kirin
15:28 Di doza tecawizê de 19 mehin îfadeyên malbatan nagirin
15:23 Bi set û betonê xweşikiya Heskîfê tune dikin
15:15 ÎHD: Girtina Sîse Bîngol îşkenceye, divê bê berdan
14:57 Bavê hevalê me yê xebatê Mehmet Alî Ertaş jiyana xwe ji dest da
14:50 Înstagramên HDP’iyan hatin sansurkirin
14:26 Jinên KESK’î ji bo komxebata ‘Keda Jin û Îstîhdamê’ kom dibin
13:56 Karkerên meaşên wan nehat dayîn dest bi çalakiyê kirin
13:17 Parlamenterê HDP’ê çerxa rişwetê ya Şaredariya Wanê bir Meclîsê
13:16 Li çoltara Şirnexê operasyona eskerî
13:13 Parêzeran ji bo dîtina Ocalan cara 761'an serî li dozgeriyê dan
12:53 'Pêşengeha wêneyan a Mafê Mirovan a Tahir Elçî dê bê vekirin'
12:23 Karkerên fabrîqeya Enez dest bi grevê kirin
12:18 Paylan gotinên wê dayîkê anî rojeva hevdîtinên bûdçeyê
12:13 Delilên cezayê Bekîr Kaya 'Şahidê Nepen' nîşan da
11:06 Qeyûmê li dijî qanûnan 71 milyon TL deynê çaredariyan çêkir
11:05 Girtiyan wekî koleyan didin xebitandin
10:35 NY li Iraqê ji 200’î zêdetir gorên komî tespît kirin
09:36 Soysal: Çima ji bo eskerên bi guman tên kuştin lêpirsin nakin
09:34 Gelo dê xwendekarên Sûriyeyî jî ‘Bi tirkmenbûnê’ dest pê bikin?
09:28 90 pispor dê ji bo kurdî nexşerêyekê çêkin
09:27 Hevserokê peyam ji partiya xwe re şand ceza kirin
09:26 Mele, îxbara hevalên xwe kir
09:26 Qeyûm navenda çandê kir tîcaretxane
09:25 Gundiyên ser sînorê Kobaniyê: Ên li wir xizmên me ne
09:24 Esnafên Îdirê: Kî bêje rewşa aboriyê baş e derewan dike
09:23 ‘Li gorî Qanûna Bingehîn divê Leyla Guven bê berdan'
09:22 Niha jî li qada sîtê qadên lîstikê çêdikin
09:22 Parêzerê doza Aladagê: Bi darizandineke duserî edalet ne pêkan e
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2018'AN
07:38 Sîsê ya 85 salî 3 rojin li nexweşxaneyê ye