'Bêhiqûqîtiya li Şemzînanê bi hevkariya Ergenekon-AKP'ê didome' 2018-11-08 09:19:32 COLEMÊRG - 13 sal berê di êrîşa bombeyî ya li hemberî Ûmût Kîtapeviyê dewleta kûr di ser sûc re hatibû zevtkirin. 3 bersûcên ku têkildarî bûyerê hatin girtinû herkê 39 sal ceza li wan hat birîn, piştî hewldana darbeyê hatin berdan. Xwediyê Ûmût Kîtapeviyê Seferî Yilmaz, got pêvajoya hiqûqî ya der barê bûyerê de îro bi "hevkariya Ergenekon-AKP'ê" didome.  Di 9'ê Cotmeha 2005'an de li Şemzînana Colemêrgê li hemberî Ûmût Kîtapeviyê êrîşeke bombeyî pêk hat û di dema êrîşê de dewleta kûr di ser sûc de hat zevtkirin. 13 sal di ser bûyerê re derbas bûn, lê belê hîn jî kiryarên êrîşê nehatine cezakirin.    Endamên Teşkîlata Îstixbaratê ya Cendirmeyan (JÎT) Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û îtirafkar Veysel Ateş êrîşa li hemberî Ûmût Kîtapeviyê organîze kirin. Di êrîşê de xwediyê Ûmût Kîtapeviyê Seferî Yilmaz bi saxî xelas bû, lê welatiyê bi navê Mehmet Zahîr Korkmaz mir û Metîn Korkmaz jî bi giranî birîndar bû. Di dema êrîşê de gelê Şemzînanê binefser Alî Kaya û Ozcan Îldenîz di ser sûc de zevt kirin. Dema hatin zevtkirin li ser wan nasnameyên leşkeriyê û di wesayîtên wan de jî krokî û çek hatin dîtin. Di wesayîta bi marka Renaûlt 19 û bi plakeya 30 AK 933 de ku aîdî Fermandariya Cendirmeyan a Colemêrgê bû 3 keleşkof, 10 şarjor, malzemeyên bombeyê û êlegên polîs û leşkeran hatin dîtin.    Bersûcên hatin zevtkirin radestî cendirmeyan hatin kirin, lê paşê hatin berdan. Piştî hatin berdan gelê Şemzînanê daket kuçeyan. Dema dozger û parlementerê CHP'ê yê wê demê Esat Canan li cihê bûyerê lêkolîn dikirin gule bi ser Canan de hatin reşandin. Di vê gulebaranê de kesekî din jî mir. her wiha di prostestoyên li Geverê hatin kirin de jî polîsan Îslam Bartin, Ergîn mengeç û Abdulhalîk Geylanî kuştin.    Piştî dosyeya dozê hat şandin bersûc di 9'ê Hezîrana 2011'an de dîsa hatin girtin. Di danişîna ku di 10'ê Çileya 2012'an pêk hat de li binefser Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtirafkar Veysel Ateş bi tawanbariya "Kuştina mirovan", "Avakirina Rêxistinê" û "Hewldana kuştina mirovan" herkê 39 sal û 5 meh û 10 roj ceza hat birîn.    Lê piştî hewldana dabeyê ya 15'ê Tîrmehê Dozgerê Komarê yê Wanê yê wê demê Ferhat Sarikaya der barê dozê de hin tişt îtiraf kirin. Li ser vê parêzerê bersûcan, ji bo ji nû ve darizandin pêk bê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Wanê dabû. Di 11'ê Cotmeha 2017'an de daxwaza ji nû ve darizandinê hat qebûlkirin û dadgehê bersûc berdan.    'ŞAHIDIYA GELÊ ŞEMZÎNANÊ NEHAT QEBÛLKIRIN'    Xwediyê Ûmût Kîtapeviyê Seferî Yilmaz ku paşê bû Hevşaredarê Şemzînanê û dû re qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, hat girtin û piştî demekê hat berdan. Yilmaz, der barê êrîşa bombeyî de got, pêvajoya hiqûqî ya der barê bûyerê de îro bi "hevkariya Ergenekon-AKP'ê" didome.    Yilmaz got: "Êrîşa Ûmût Kîtapeviyê bû bersiva pirsên 'JÎTEM heye yan na?'. Li herêma Colemêrgê nêzî 19 êrîşên bombeyî pêk hatibûn. Piştî li Şemzînanê li ser sûc hatin girtin, ev tişt hemû derketin holê. Bûyer li ber çavên esnafan çêbû. Esnafan ev kes li ser sûc zevt kirin. Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan hat Şemzînanê û got ew ê bi ser bûyerê de biçin. Lê wexta vegeriya Enqereyê ev gotinên wî li holê man. Di dadgeha ewil de şahidiya gelê Şemzînanê nehat qebûlkirin û hîn jî nehatiye qebûlkirin."    'WEKÎ BÛYEREK EDLÎ NÎŞAN DAN'    Yilmaz, diyar kir ku piştî raya giştî bertek nîşan da doz hat vekirin û got: "Lê belê çawa pêvajoya darizandinê dest pê kir, bûyer wekî karê sê hogiran be hat nîşandan. Nehat qebûlkirin ku bûyer bûyereke rêxistinkirî ye. Wekî bûyereke edlî hat nîşandan. Ev sûceke rêxistinkirî bû. Ev kes ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan a Colemêrgê hatine peywirdarkirin ku kaxezên vê yekê hene. Tiliya Fermandariya Qolordû ya Asayîşa Wanê û TEM'a Enqereyê di vê bûyerê de heye. Ev hemû aşkere ne, lê dîsa jî êrîşkarên hikum li wan hat birîn hatin berdan. Nêzî 40 sal ceza li wan hat birîn, lê niha li derve ne."    ‘GEF LI MIN HATIN XWARIN'    Yilmaz, anî ziman ku dema dîsa mijara girtina êrîşkaran ket rojevê, gef lê hatine xwarin û got: "Wexta dîsa hat gotin dê ev kes bên girtin gef li min hatin xwarin û gotin 'ger tu der barê Alî Kaya de biaxivî em ê te bişewitînin.' Ev gef ên hevkariya Ergenekon-AKP'ê ne û ji ber wan hatim girtin. Li Şemzînanê xendek tune bûn, lê dîsa jî qeyûm tayînî şaredariyê kirin."    'HEVLARIYA ERGENEKON-AKP'Ê SEYRA DOZÊ GUHERAND'    Yilmaz, bi bîr xist ku bersûcên Şemzînanê hatine berdan û ew jî piştî gelek gefan di 6'ê Kanûna 2016'an de hatiye girtin. Yilmaz got: "Wekî bi hezaran siyasetmedarên bi awayekî bêhiqûqî hatin girtin, ez jî hatim girtin. Di dema binçavkirinê de gef li min hatin xwarin û li girtîgehê jî bi cezayên hucreyê hatin birîn ku ev ceza jî ên evan egfan bûn. Kesên li ser sûc hatin zevtkirin hatin berdan, lê belê hemû kesên bi vîna gel hatin hilbijartin hatin girtin. Ev bi hevkariya Ergenekon-AKP'ê pêk hat. Ergenekona ku bi vê ehvkariyê xurt bû, ewilî tola doza Şemzînanê stend. Bêhiqûqîtî dewam dike û bi vê ev heyfstendin hîn jî didome."    Yilmaz diyar kir ku dê danişîn di 21'ê Mijdarê de pêk bê û ji bp vê bang li raya giştî kir.    MA / Fethi Balaman