Jina 71 salî û nexweş bi îdiaya 'alîkariya rêxistinê kiriye' hat girtin

  • rojane
  • 09:21 7 Mijdar 2018
  • |
img

ÎZMÎR – Fatma Guler a 71 salî ku nexweşîna pençeşêrê ya madeyê lê peyda bûye, ji ber dozeke di der barê wê de cezayê lê hatibû birîn. Piştî cezayê Gulerê hat pesendkirin, hat girtin. Kurê wê Bulent guler, diyar kir ku nexweşîna diya wê giran e û ji bo vê serî li şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê da.  

Fatma Guler a 71 salî ku li navçeya Xozat a Dersimê dijî û nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûye, di sala 2012'an de dema li Herêma Çetê heywanên xwe diçêrand, pevçûn derket û ji ber di dema pevçûnê de li wir bûye bi îdiaya "alîkariya rêxistinê" kiriye der barê wê de doz hat vekirin û 5 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Piştî cezayê Gulerê hat pesendkirin hat girtin. Guler, di 31'ê Cotmehê de dema li navçeya Dîdîm a Aydin çû serdana keça xwe hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê. Kurê wê Bulent Guler, anî ziman ku ji bo hevdîtinê bi diya xwe re çêbike 7 rojan li ber girtîgehê maye. Guler, bilêv kir ku der barê jiyana dayika wî guman li wan peyda bûne û ji bo vê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê da. 
 
‘BÊYÎ BÊ TEBLÎXKIRIN HAT PESENDKIRIN' 
 
Kur Guler, da zanîn ku nexweşîna pençeşêrê li dayika wî peyda bûye û ji ber vê du caran emeliyat bûye. Her wiha Guler, anî ziman ku astim, tansiyona zêde jî li diya wê peyda bûne û ji cegerên xwe jî nerihet e. Guler, destnîşan kir ku diya wî bi îdiayeke pûç hatiye girtin û got: "Di 2012'an de dema diya min ji bo çêrandinê heywanên xwe dibe mêrgê, li wir leşkerekî payebilind leqayî wê tê. Fermandar ji diya min re dibêje 'heywanên xwe ji vir bibe wê gaveke din pevçûn biqewime.' Wexta diya min hewl dide heywanan ji wir bibe heywan ditirsin û herkê bi aliyekî ve diçin. Wexta hin heywanan ber bi mal dibe, pevçûn diweime. Piştî bûyerê çend rojan şûnde qereqola cendirmeyan ji bo îfadeyê gazî diya min kir. Li qereqolê ji diya min dipirsin ka roja bûyerê çi dîtiye. Diya min jî dibêje 'we ji min re çi gotibe min ew kiriye. Min tiştek nedîtiye.' Piştî vê diya min hat berdan. Lê paşê doz lê hat vekirin û doz 6 salan dewam kir. Ji ber vê bûyerê bi îduaya 'alîkariya rêxistinê' kiriye 5 sal û 3 meh ceza li diya min hat birîn. Ji bo vê bûyerê Baroya Dersimê parêzerek ji me re girt. Parêzer ceza şand Dadgeha Bilind. Lê paşê bêyî tiştek bê teblîxkirin, diya min girtin. Diya min çûbû mala xwişka min Gulseren Ogutucu ya li navçeya Dîdîm a Aydinê. Ji bo şopandina vê dosyeyê me di 31'ê Mijdara 2018'an de li noterê me wekalet da parêzer. Piştî me wekalet da, polîsên şaxa TEM'ê yên Aydinê avêtin ser malê û diya min binçav kirin û paşê şandin Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê." 
 
‘GELEK CARAN EMELIYAT BÛYE' 
 
Bulent Guler ku serî li ÎHD'ê da, diyar kir ku li girtîgehê wî hevdîtin bi diya xwe re çêkiriye û rewşa wê xirab bûye. Guler, anî ziman ku ew nizanin ka li girtîgehê dermanên diya wî didinê yan na û got: "Wexta çûm cem diya xwe ji min re got 'pir nexweş im, qawîş pir sar in, tenê betaniyek heye.' Keseke ku pençeşêra madeyê lê peyda bûbe û gelek caran emeliyat bûbe, wê çawa bi betaniyekê tenê germ bibe. Heta niha zirar diya min negihaştiye tu kesî jî. Belaheq û belasebeb hat darizandin û ceza lê hat birîn. Ji bo vê bang li hemû rayedaran dikim. Her wiha ji ber nexweşîna wê gumanên me zêde bûne." 
 

Sernavên din

09/11/2018
09:18 Dadgehê biryara 'îstimlaqkirina lezgîn' a li Sûrê betal kir
09:17 'Bi fermana midûrê girtîgehê em tên îşkencekirin'
09:16 Partiyên siyasî yên li Mêrsînê ji bo hilbijartinê bal kişandin ser têkoşîna hevpar
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2018'AN
08/11/2018
17:54 Dadgehê daxwazên parêzeran ên ji bo Komkujiya Enqereyê qebûl kirin
17:04 Gardiyenê xwest zarokê girtî bifetîsîne li ser karê xwe ye
17:03 Mesutoglu dawî li rojiya xwe ya mirinê anî
16:10 Li dijî ‘Rejîma yek zilamî’ dê ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ pêk bên
15:57 Parêzer derketin pêşberî dadger: Divê kesên sûc kirin bên darizandin
14:50 Kovara muzîka kurdî Ziryabê dest bi weşanê kir
14:39 Dayikên Aştiyê piştgirî dan Leyla Guven
14:25 ‘Emê serî netewîn in’
14:24 Nobeda Edaletê di hefteya 78’emîn de dewam kir
14:01 Cenazeyê girtiyê nexweş Karatay hat veşartin
13:58 Doza Komkujiya Gara Enqerê didome: Malbat edaleta rast dixwazin
12:57 Bi hinceta ‘heqaret li Serokkomar kirin’ doz li hunermend Tunç vekirin
11:43 Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret hêjayî xelata 'Carl von Ossîetzky' hat dîtin
11:40 Temellî: Divê em bi hev re rêya nefes sitendinê bibînin
11:39 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan cara 762'yemîn serlêdan kirin
11:25 Asya Bîbî hat berdan
10:54 Doza bersûcên firarên Komkujiya 10'ê Cotmehê dest pê kir
10:45 Parêzer Kuzu: Di dozên siyasetmedarên Kurd de biryarên mînak bi cih nayînin
10:31 HDP bi rojeva hilbijartina herêmî dicive
10:15 Katircioglu: Dibin nelirêtiyan de mirovên Erdogan derdikevin
09:20 Rêya dûbleyî ji bo sûrên Sûrê talûke ye
09:19 'Bêhiqûqîtiya li Şemzînanê bi hevkariya Ergenekon-AKP'ê didome'
09:18 Emniyetê dosyeya cinayeta Bagdû bi derengî xistiye
09:15 Li bazara genim a herî mezin, esnaf ji betalî spiyan dikujin
09:14 Piştî qeyûm hat tayînkirin xaçerê çêkirin
09:14 Hem erzan e, hem jî bi tahm e: Kulîçeya Wanê
09:13 Çîroka sînorê çêker ê di navbera du gelan de
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2018'AN
07/11/2018
16:36 Başaran: Girtiyê nexweş Karatay li ber çavan mir
16:32 Girtî derneketin hevdîtina vekirî
16:05 Rêveberên DBP’ê ku ji ziyareta girtîgehê vedigeriyan qeza kirin
14:55 Koma HDP’ê xwest nelirêtiya qeyûman bê lêkolînkirin
14:16 Li Agiriyê 15 kes hatin binçavkirin
12:55 Parlamenter Guven a dest bi greva birçîbûnê kir nehat berdan
12:41 Dadgeha Îstînafê cezayê Bakirhan xera kir
12:39 Guven ji bo şermezarkirina tecrîtê dest bi greva birçîbûnê kir
12:15 Di meha Cotmehê de 34 jin hatin kuştin
12:14 Jinên girtî: Esker gefên kuştinê li me dixwin
11:51 Girtiya nexweş Fatma Tokmak rakirin nexweşxanê
11:42 SKM: Em li dijî şidetê serî radikin
11:35 Ji ber ku Guven kelepçe red kir neanîn danişînê
11:31 Li dijî girtinên Qersê bertek: Em ê bi xûrmexûrm werin
11:24 Cenazeyên Bîlîn, Çelîk û Karakoç HPG'î hatin definkirin
10:55 Girtî derbkirin û gefa ‘Em ê te înfaz bikin’ lê xwarin
10:39 Sîxurtî ferzî ciwanê HDP’î kirin
10:19 Girtiyê nexweş Burhan Karatay jiyana xwe ji dest da
10:02 Gardiyan xwest zarok bi fetisîne
Girtîgehê êrîşê piştrast kir
09:57 Lêpirsîna dîsîplînê derbarê Rojnameger Evren de vekirin
09:53 Madeya astengkirina xebata bijîşkan di komîsyonê re derbas bû
09:27 Nîviyê temenê wî di rêya aştî û azadiyê de derbas bû
09:25 Komeleya 15'ê Tîrmehê giliyê Cîhangîr Îslam kir, lê xwest wekîlê CHP'î Aldan bê cezakirin
09:24 Li Êlihê sînemayeke kolektîf
09:24 Karkerên hatin mexdûrkirin: Qeyûm ruhê bajêr kuşt
09:23 Bihuşteke di bin siha top û tivingan de: Navdoskiyan
09:22 Mizrakli: Êrîşên tên kirin bi kêrî gelên Tirkiyeyê nayên
09:21 Jina 71 salî û nexweş bi îdiaya 'alîkariya rêxistinê kiriye' hat girtin
09:20 Bi selikên ji dara biyê debara xwe dike
09:19 Nûnerên saziyên jinan ên hatin girtin: Em bi hev re bihêztirin
09:16 'Çawan dibe ku xaka mirov li mirov bê qedexekirin?'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2018'AN
08:38 73 tax û gomên Lîcê hatin qedexekirin
06/11/2018
18:30 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
17:07 3 roj in bi şev û roj girtiyan derb dikin
16:23 Jinên siyasetmedar banga beşdariya danişîna Guven kirin
15:45 Temellî: Bi qasî mîsqalekê rêya em bi AKP'ê re bimeşin tune
15:44 Polîsên Fransayê êrîşî meşa ji bo ‘Azadiya Ocalan’ kirin
15:28 Di doza tecawizê de 19 mehin îfadeyên malbatan nagirin
15:23 Bi set û betonê xweşikiya Heskîfê tune dikin
15:15 ÎHD: Girtina Sîse Bîngol îşkenceye, divê bê berdan
14:57 Bavê hevalê me yê xebatê Mehmet Alî Ertaş jiyana xwe ji dest da
14:50 Înstagramên HDP’iyan hatin sansurkirin
14:26 Jinên KESK’î ji bo komxebata ‘Keda Jin û Îstîhdamê’ kom dibin
13:56 Karkerên meaşên wan nehat dayîn dest bi çalakiyê kirin
13:17 Parlamenterê HDP’ê çerxa rişwetê ya Şaredariya Wanê bir Meclîsê
13:16 Li çoltara Şirnexê operasyona eskerî
13:13 Parêzeran ji bo dîtina Ocalan cara 761'an serî li dozgeriyê dan
12:53 'Pêşengeha wêneyan a Mafê Mirovan a Tahir Elçî dê bê vekirin'
12:23 Karkerên fabrîqeya Enez dest bi grevê kirin
12:18 Paylan gotinên wê dayîkê anî rojeva hevdîtinên bûdçeyê
12:13 Delilên cezayê Bekîr Kaya 'Şahidê Nepen' nîşan da
11:06 Qeyûmê li dijî qanûnan 71 milyon TL deynê çaredariyan çêkir
11:05 Girtiyan wekî koleyan didin xebitandin
10:35 NY li Iraqê ji 200’î zêdetir gorên komî tespît kirin
09:36 Soysal: Çima ji bo eskerên bi guman tên kuştin lêpirsin nakin
09:34 Gelo dê xwendekarên Sûriyeyî jî ‘Bi tirkmenbûnê’ dest pê bikin?
09:28 90 pispor dê ji bo kurdî nexşerêyekê çêkin
09:27 Hevserokê peyam ji partiya xwe re şand ceza kirin
09:26 Mele, îxbara hevalên xwe kir
09:26 Qeyûm navenda çandê kir tîcaretxane
09:25 Gundiyên ser sînorê Kobaniyê: Ên li wir xizmên me ne
09:24 Esnafên Îdirê: Kî bêje rewşa aboriyê baş e derewan dike
09:23 ‘Li gorî Qanûna Bingehîn divê Leyla Guven bê berdan'
09:22 Niha jî li qada sîtê qadên lîstikê çêdikin
09:22 Parêzerê doza Aladagê: Bi darizandineke duserî edalet ne pêkan e
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2018'AN
07:38 Sîsê ya 85 salî 3 rojin li nexweşxaneyê ye