Jina 71 salî û nexweş bi îdiaya 'alîkariya rêxistinê kiriye' hat girtin 2018-11-07 09:21:49 ÎZMÎR – Fatma Guler a 71 salî ku nexweşîna pençeşêrê ya madeyê lê peyda bûye, ji ber dozeke di der barê wê de cezayê lê hatibû birîn. Piştî cezayê Gulerê hat pesendkirin, hat girtin. Kurê wê Bulent guler, diyar kir ku nexweşîna diya wê giran e û ji bo vê serî li şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê da.   Fatma Guler a 71 salî ku li navçeya Xozat a Dersimê dijî û nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûye, di sala 2012'an de dema li Herêma Çetê heywanên xwe diçêrand, pevçûn derket û ji ber di dema pevçûnê de li wir bûye bi îdiaya "alîkariya rêxistinê" kiriye der barê wê de doz hat vekirin û 5 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Piştî cezayê Gulerê hat pesendkirin hat girtin. Guler, di 31'ê Cotmehê de dema li navçeya Dîdîm a Aydin çû serdana keça xwe hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê. Kurê wê Bulent Guler, anî ziman ku ji bo hevdîtinê bi diya xwe re çêbike 7 rojan li ber girtîgehê maye. Guler, bilêv kir ku der barê jiyana dayika wî guman li wan peyda bûne û ji bo vê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê da.    ‘BÊYÎ BÊ TEBLÎXKIRIN HAT PESENDKIRIN'    Kur Guler, da zanîn ku nexweşîna pençeşêrê li dayika wî peyda bûye û ji ber vê du caran emeliyat bûye. Her wiha Guler, anî ziman ku astim, tansiyona zêde jî li diya wê peyda bûne û ji cegerên xwe jî nerihet e. Guler, destnîşan kir ku diya wî bi îdiayeke pûç hatiye girtin û got: "Di 2012'an de dema diya min ji bo çêrandinê heywanên xwe dibe mêrgê, li wir leşkerekî payebilind leqayî wê tê. Fermandar ji diya min re dibêje 'heywanên xwe ji vir bibe wê gaveke din pevçûn biqewime.' Wexta diya min hewl dide heywanan ji wir bibe heywan ditirsin û herkê bi aliyekî ve diçin. Wexta hin heywanan ber bi mal dibe, pevçûn diweime. Piştî bûyerê çend rojan şûnde qereqola cendirmeyan ji bo îfadeyê gazî diya min kir. Li qereqolê ji diya min dipirsin ka roja bûyerê çi dîtiye. Diya min jî dibêje 'we ji min re çi gotibe min ew kiriye. Min tiştek nedîtiye.' Piştî vê diya min hat berdan. Lê paşê doz lê hat vekirin û doz 6 salan dewam kir. Ji ber vê bûyerê bi îduaya 'alîkariya rêxistinê' kiriye 5 sal û 3 meh ceza li diya min hat birîn. Ji bo vê bûyerê Baroya Dersimê parêzerek ji me re girt. Parêzer ceza şand Dadgeha Bilind. Lê paşê bêyî tiştek bê teblîxkirin, diya min girtin. Diya min çûbû mala xwişka min Gulseren Ogutucu ya li navçeya Dîdîm a Aydinê. Ji bo şopandina vê dosyeyê me di 31'ê Mijdara 2018'an de li noterê me wekalet da parêzer. Piştî me wekalet da, polîsên şaxa TEM'ê yên Aydinê avêtin ser malê û diya min binçav kirin û paşê şandin Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê."    ‘GELEK CARAN EMELIYAT BÛYE'    Bulent Guler ku serî li ÎHD'ê da, diyar kir ku li girtîgehê wî hevdîtin bi diya xwe re çêkiriye û rewşa wê xirab bûye. Guler, anî ziman ku ew nizanin ka li girtîgehê dermanên diya wî didinê yan na û got: "Wexta çûm cem diya xwe ji min re got 'pir nexweş im, qawîş pir sar in, tenê betaniyek heye.' Keseke ku pençeşêra madeyê lê peyda bûbe û gelek caran emeliyat bûbe, wê çawa bi betaniyekê tenê germ bibe. Heta niha zirar diya min negihaştiye tu kesî jî. Belaheq û belasebeb hat darizandin û ceza lê hat birîn. Ji bo vê bang li hemû rayedaran dikim. Her wiha ji ber nexweşîna wê gumanên me zêde bûne."