Paylan gotinên wê dayîkê anî rojeva hevdîtinên bûdçeyê

  • rojane
  • 12:18 6 Mijdar 2018
  • |
img
ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan, peyama dayika zarokê 9 salî Oguz Arda Sel ê di facîaya trenê ya Çorlu de jiyana xwe ji dest da Misra Sel, di dema hevdîtin bûdçeya Wezareta Veguhastin û Binesaziyê de, bir Komîsyona Budçe ya Meclîsê. 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan, peyama bir hevdîtinên Komîsyona Budçe ya Meclîsê ya debarê bûdçeya sala 2019’an a Wezareta Veguhastin û Binesaziyê tê meşandin, mora xwe li nîqaşan xist.  Paylan di dema hevdîtinan de mafê axaftinê girt û got: “Heya roja îro gelek wezaret hatin û derbarê bûdçeyê de agahî dan, lê di van parvekirinan de li ser navê wijdan, edalet û mirovahiyê tiştek negotin. Di projeyên ku wezaretan pêşkêş kirin de, tu faktorên mirovan tunebûn. Em niha tenê bi bûdçeyeke ku kar esas digire re rû bi rû ne.  Niha hûn rêyan çêdikin, li wan deran jiyan û gund hene. Tenê gotine ku jî ji bo ‘Me ev rê çêkirin, lê ji bo gundiyan û jiyana wan me ev tedbîr girtin’ tuneye. Kapîtalîzma hov di vî warî de, mixabin, tenê karê xwe difikire û li gorî vê bûdçeyê pêş kêş dike. Di nîqaşan de me tenê ev dît.”
 
‘BÊ WIJDANÊ HEYE’
 
Paylan derbarê çêkirina Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê de ev tişt gotin: “Li Stenbolê, tam li ser rêya koçkirina sewalan balafirgehek çêkirin û bi vê pesnê xwe didin. Dibêjin ‘Dê 2 hezar balafir li vê derê rabin.’ Ger 2 hezar balafir ji vir rabin, wê demê çûk dê çawan di wire derbas bibin? Dîsan di agahiyên hatin dayîn de, derbarê kedkara de tenê gotinek jî nehat gotin. Keda karkeran tê xwarin û karker dibin hêrsa taşeronan de tên perçiqandin. Derbarê wan de me tenê gotin jî ne bihîst. Lê bi şev dikarin deriyên karkeran bişkînin û nêzî 600 karkeran binçav bikin. Ji bo vê ez ji wan agahî dayînan re ‘bê wijdanî’ dibêjim.”
 
‘QEZA Û CÎNAYHET RÛ DIDIN LÊ KES ÎSTÎFA NAKE’
 
Paylan, dûre li ser facîaya trenê ya di 8’ê Tîrmehê de li Çorlu rû da rawestiya û wiha bilêv kir: “Di facîaya trenê ya Çorlu de me 25 welatiyên xwe winda kirin. Wê facîaya Oguz Arda Sel ji me girt. Hîna 9 salî bû û di heman demê de Sena Kose jî ji me girt. Ew jî hîna 16 salî bû. Gelo we di pêşkêşiya Wezaretan de qet navê Oguz Arda bihîst. We navê Sena bîhîst? Gelo wezîrekê bi wijdan ê hikûmeteke bi wijdan çi dike? Dê dest pêkê navê Oguz Arda û Sena bianiya ser ziman. Mixabin, ligel me cînayet, qeza û karasat rû didin, lê  kes îstîfa nake. Ji ber ku îstîfa neke, erka xwe pêk nayîne, sûcdar nayên darizandin û kujer nayên cezakirin.” Paylan piştî van gotinên xwe peyama  dayika Oguz Arda Sel Misra Sel a nivîsandi bû xwend. 
 
PEYAMA DAYIKA DIL BI ÊŞ: BIRÊZ WEZÎR GELO WIJDANÊ WE REHET E?
 
Dayika Misra Sel, bi van gotinan bang li Wezareta Veguhastin û Binesaziyê Cahît Turhan kir: “Heya roja îro titek nehat nehat  kirin. Gelo çima tiştek nayê kirin? Çima dixwazin bi ser bigirin? Ezê heya  nafesa xwe  ya  dawî dest ji vê têkoşînê bernedim. Tu dayîk vê rewşê qebûl nakin û divê qebûl nekin. Birêz wezîr gelo wijdanê we rehet e?”
 

Sernavên din

09/11/2018
09:18 Dadgehê biryara 'îstimlaqkirina lezgîn' a li Sûrê betal kir
09:17 'Bi fermana midûrê girtîgehê em tên îşkencekirin'
09:16 Partiyên siyasî yên li Mêrsînê ji bo hilbijartinê bal kişandin ser têkoşîna hevpar
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2018'AN
08/11/2018
17:54 Dadgehê daxwazên parêzeran ên ji bo Komkujiya Enqereyê qebûl kirin
17:04 Gardiyenê xwest zarokê girtî bifetîsîne li ser karê xwe ye
17:03 Mesutoglu dawî li rojiya xwe ya mirinê anî
16:10 Li dijî ‘Rejîma yek zilamî’ dê ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ pêk bên
15:57 Parêzer derketin pêşberî dadger: Divê kesên sûc kirin bên darizandin
14:50 Kovara muzîka kurdî Ziryabê dest bi weşanê kir
14:39 Dayikên Aştiyê piştgirî dan Leyla Guven
14:25 ‘Emê serî netewîn in’
14:24 Nobeda Edaletê di hefteya 78’emîn de dewam kir
14:01 Cenazeyê girtiyê nexweş Karatay hat veşartin
13:58 Doza Komkujiya Gara Enqerê didome: Malbat edaleta rast dixwazin
12:57 Bi hinceta ‘heqaret li Serokkomar kirin’ doz li hunermend Tunç vekirin
11:43 Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret hêjayî xelata 'Carl von Ossîetzky' hat dîtin
11:40 Temellî: Divê em bi hev re rêya nefes sitendinê bibînin
11:39 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan cara 762'yemîn serlêdan kirin
11:25 Asya Bîbî hat berdan
10:54 Doza bersûcên firarên Komkujiya 10'ê Cotmehê dest pê kir
10:45 Parêzer Kuzu: Di dozên siyasetmedarên Kurd de biryarên mînak bi cih nayînin
10:31 HDP bi rojeva hilbijartina herêmî dicive
10:15 Katircioglu: Dibin nelirêtiyan de mirovên Erdogan derdikevin
09:20 Rêya dûbleyî ji bo sûrên Sûrê talûke ye
09:19 'Bêhiqûqîtiya li Şemzînanê bi hevkariya Ergenekon-AKP'ê didome'
09:18 Emniyetê dosyeya cinayeta Bagdû bi derengî xistiye
09:15 Li bazara genim a herî mezin, esnaf ji betalî spiyan dikujin
09:14 Piştî qeyûm hat tayînkirin xaçerê çêkirin
09:14 Hem erzan e, hem jî bi tahm e: Kulîçeya Wanê
09:13 Çîroka sînorê çêker ê di navbera du gelan de
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2018'AN
07/11/2018
16:36 Başaran: Girtiyê nexweş Karatay li ber çavan mir
16:32 Girtî derneketin hevdîtina vekirî
16:05 Rêveberên DBP’ê ku ji ziyareta girtîgehê vedigeriyan qeza kirin
14:55 Koma HDP’ê xwest nelirêtiya qeyûman bê lêkolînkirin
14:16 Li Agiriyê 15 kes hatin binçavkirin
12:55 Parlamenter Guven a dest bi greva birçîbûnê kir nehat berdan
12:41 Dadgeha Îstînafê cezayê Bakirhan xera kir
12:39 Guven ji bo şermezarkirina tecrîtê dest bi greva birçîbûnê kir
12:15 Di meha Cotmehê de 34 jin hatin kuştin
12:14 Jinên girtî: Esker gefên kuştinê li me dixwin
11:51 Girtiya nexweş Fatma Tokmak rakirin nexweşxanê
11:42 SKM: Em li dijî şidetê serî radikin
11:35 Ji ber ku Guven kelepçe red kir neanîn danişînê
11:31 Li dijî girtinên Qersê bertek: Em ê bi xûrmexûrm werin
11:24 Cenazeyên Bîlîn, Çelîk û Karakoç HPG'î hatin definkirin
10:55 Girtî derbkirin û gefa ‘Em ê te înfaz bikin’ lê xwarin
10:39 Sîxurtî ferzî ciwanê HDP’î kirin
10:19 Girtiyê nexweş Burhan Karatay jiyana xwe ji dest da
10:02 Gardiyan xwest zarok bi fetisîne
Girtîgehê êrîşê piştrast kir
09:57 Lêpirsîna dîsîplînê derbarê Rojnameger Evren de vekirin
09:53 Madeya astengkirina xebata bijîşkan di komîsyonê re derbas bû
09:27 Nîviyê temenê wî di rêya aştî û azadiyê de derbas bû
09:25 Komeleya 15'ê Tîrmehê giliyê Cîhangîr Îslam kir, lê xwest wekîlê CHP'î Aldan bê cezakirin
09:24 Li Êlihê sînemayeke kolektîf
09:24 Karkerên hatin mexdûrkirin: Qeyûm ruhê bajêr kuşt
09:23 Bihuşteke di bin siha top û tivingan de: Navdoskiyan
09:22 Mizrakli: Êrîşên tên kirin bi kêrî gelên Tirkiyeyê nayên
09:21 Jina 71 salî û nexweş bi îdiaya 'alîkariya rêxistinê kiriye' hat girtin
09:20 Bi selikên ji dara biyê debara xwe dike
09:19 Nûnerên saziyên jinan ên hatin girtin: Em bi hev re bihêztirin
09:16 'Çawan dibe ku xaka mirov li mirov bê qedexekirin?'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2018'AN
08:38 73 tax û gomên Lîcê hatin qedexekirin
06/11/2018
18:30 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
17:07 3 roj in bi şev û roj girtiyan derb dikin
16:23 Jinên siyasetmedar banga beşdariya danişîna Guven kirin
15:45 Temellî: Bi qasî mîsqalekê rêya em bi AKP'ê re bimeşin tune
15:44 Polîsên Fransayê êrîşî meşa ji bo ‘Azadiya Ocalan’ kirin
15:28 Di doza tecawizê de 19 mehin îfadeyên malbatan nagirin
15:23 Bi set û betonê xweşikiya Heskîfê tune dikin
15:15 ÎHD: Girtina Sîse Bîngol îşkenceye, divê bê berdan
14:57 Bavê hevalê me yê xebatê Mehmet Alî Ertaş jiyana xwe ji dest da
14:50 Înstagramên HDP’iyan hatin sansurkirin
14:26 Jinên KESK’î ji bo komxebata ‘Keda Jin û Îstîhdamê’ kom dibin
13:56 Karkerên meaşên wan nehat dayîn dest bi çalakiyê kirin
13:17 Parlamenterê HDP’ê çerxa rişwetê ya Şaredariya Wanê bir Meclîsê
13:16 Li çoltara Şirnexê operasyona eskerî
13:13 Parêzeran ji bo dîtina Ocalan cara 761'an serî li dozgeriyê dan
12:53 'Pêşengeha wêneyan a Mafê Mirovan a Tahir Elçî dê bê vekirin'
12:23 Karkerên fabrîqeya Enez dest bi grevê kirin
12:18 Paylan gotinên wê dayîkê anî rojeva hevdîtinên bûdçeyê
12:13 Delilên cezayê Bekîr Kaya 'Şahidê Nepen' nîşan da
11:06 Qeyûmê li dijî qanûnan 71 milyon TL deynê çaredariyan çêkir
11:05 Girtiyan wekî koleyan didin xebitandin
10:35 NY li Iraqê ji 200’î zêdetir gorên komî tespît kirin
09:36 Soysal: Çima ji bo eskerên bi guman tên kuştin lêpirsin nakin
09:34 Gelo dê xwendekarên Sûriyeyî jî ‘Bi tirkmenbûnê’ dest pê bikin?
09:28 90 pispor dê ji bo kurdî nexşerêyekê çêkin
09:27 Hevserokê peyam ji partiya xwe re şand ceza kirin
09:26 Mele, îxbara hevalên xwe kir
09:26 Qeyûm navenda çandê kir tîcaretxane
09:25 Gundiyên ser sînorê Kobaniyê: Ên li wir xizmên me ne
09:24 Esnafên Îdirê: Kî bêje rewşa aboriyê baş e derewan dike
09:23 ‘Li gorî Qanûna Bingehîn divê Leyla Guven bê berdan'
09:22 Niha jî li qada sîtê qadên lîstikê çêdikin
09:22 Parêzerê doza Aladagê: Bi darizandineke duserî edalet ne pêkan e
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2018'AN
07:38 Sîsê ya 85 salî 3 rojin li nexweşxaneyê ye