Paylan gotinên wê dayîkê anî rojeva hevdîtinên bûdçeyê 2018-11-06 12:18:36   ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan, peyama dayika zarokê 9 salî Oguz Arda Sel ê di facîaya trenê ya Çorlu de jiyana xwe ji dest da Misra Sel, di dema hevdîtin bûdçeya Wezareta Veguhastin û Binesaziyê de, bir Komîsyona Budçe ya Meclîsê.    Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan, peyama bir hevdîtinên Komîsyona Budçe ya Meclîsê ya debarê bûdçeya sala 2019’an a Wezareta Veguhastin û Binesaziyê tê meşandin, mora xwe li nîqaşan xist.  Paylan di dema hevdîtinan de mafê axaftinê girt û got: “Heya roja îro gelek wezaret hatin û derbarê bûdçeyê de agahî dan, lê di van parvekirinan de li ser navê wijdan, edalet û mirovahiyê tiştek negotin. Di projeyên ku wezaretan pêşkêş kirin de, tu faktorên mirovan tunebûn. Em niha tenê bi bûdçeyeke ku kar esas digire re rû bi rû ne.  Niha hûn rêyan çêdikin, li wan deran jiyan û gund hene. Tenê gotine ku jî ji bo ‘Me ev rê çêkirin, lê ji bo gundiyan û jiyana wan me ev tedbîr girtin’ tuneye. Kapîtalîzma hov di vî warî de, mixabin, tenê karê xwe difikire û li gorî vê bûdçeyê pêş kêş dike. Di nîqaşan de me tenê ev dît.”   ‘BÊ WIJDANÊ HEYE’   Paylan derbarê çêkirina Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê de ev tişt gotin: “Li Stenbolê, tam li ser rêya koçkirina sewalan balafirgehek çêkirin û bi vê pesnê xwe didin. Dibêjin ‘Dê 2 hezar balafir li vê derê rabin.’ Ger 2 hezar balafir ji vir rabin, wê demê çûk dê çawan di wire derbas bibin? Dîsan di agahiyên hatin dayîn de, derbarê kedkara de tenê gotinek jî nehat gotin. Keda karkeran tê xwarin û karker dibin hêrsa taşeronan de tên perçiqandin. Derbarê wan de me tenê gotin jî ne bihîst. Lê bi şev dikarin deriyên karkeran bişkînin û nêzî 600 karkeran binçav bikin. Ji bo vê ez ji wan agahî dayînan re ‘bê wijdanî’ dibêjim.”   ‘QEZA Û CÎNAYHET RÛ DIDIN LÊ KES ÎSTÎFA NAKE’   Paylan, dûre li ser facîaya trenê ya di 8’ê Tîrmehê de li Çorlu rû da rawestiya û wiha bilêv kir: “Di facîaya trenê ya Çorlu de me 25 welatiyên xwe winda kirin. Wê facîaya Oguz Arda Sel ji me girt. Hîna 9 salî bû û di heman demê de Sena Kose jî ji me girt. Ew jî hîna 16 salî bû. Gelo we di pêşkêşiya Wezaretan de qet navê Oguz Arda bihîst. We navê Sena bîhîst? Gelo wezîrekê bi wijdan ê hikûmeteke bi wijdan çi dike? Dê dest pêkê navê Oguz Arda û Sena bianiya ser ziman. Mixabin, ligel me cînayet, qeza û karasat rû didin, lê  kes îstîfa nake. Ji ber ku îstîfa neke, erka xwe pêk nayîne, sûcdar nayên darizandin û kujer nayên cezakirin.” Paylan piştî van gotinên xwe peyama  dayika Oguz Arda Sel Misra Sel a nivîsandi bû xwend.    PEYAMA DAYIKA DIL BI ÊŞ: BIRÊZ WEZÎR GELO WIJDANÊ WE REHET E?   Dayika Misra Sel, bi van gotinan bang li Wezareta Veguhastin û Binesaziyê Cahît Turhan kir: “Heya roja îro titek nehat nehat  kirin. Gelo çima tiştek nayê kirin? Çima dixwazin bi ser bigirin? Ezê heya  nafesa xwe  ya  dawî dest ji vê têkoşînê bernedim. Tu dayîk vê rewşê qebûl nakin û divê qebûl nekin. Birêz wezîr gelo wijdanê we rehet e?”