RIHA – Emîne Şenyaşar a 2 kurên wê û hevjînê wê ji aliyê parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin, şevê din rewşa wê ne baş bû û rakirin nexweşxanê.
Emîne Şenyaşar a 2 kurên wê Adîl-Celal û hevjînê wê Hacı Esvet Şenyaşar ji aliyê parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve di 14’ê Hezîranê de hatin kuştin, şevê din rewşa wê nebaş bû û rakirin nexweşxanê. Bijîşkan ji bo Emîne Şenyaşar a di saetên nîveka şevê de rewşa wê nebaş bû û rakirin nexweşxanê hîna teşhîsek nekirine û xwestin heya demekê li nexweşxanê dibin çavderiya bijişkan de bimîne.
Kurê Emîne Şenyaşar Ferît Şenyaşar, ji bo nexweşiya dayika xwe got: “Ewqas zilma lê hat kirin, ranake.”