Emîne Şenyaşar rakirin nexweşxanê 2018-11-04 14:26:47   RIHA – Emîne Şenyaşar a 2 kurên wê û hevjînê wê ji aliyê parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin, şevê din rewşa wê ne baş bû û rakirin nexweşxanê.   Emîne Şenyaşar a 2 kurên wê Adîl-Celal  û hevjînê wê Hacı Esvet Şenyaşar ji aliyê parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê  Îbrahîm Halîl Yildiz ve di 14’ê Hezîranê de hatin kuştin, şevê din rewşa wê nebaş bû û rakirin nexweşxanê. Bijîşkan ji bo Emîne Şenyaşar a di saetên nîveka şevê de rewşa wê nebaş bû û rakirin nexweşxanê hîna teşhîsek nekirine û xwestin heya demekê li nexweşxanê dibin çavderiya bijişkan de bimîne.    Kurê Emîne  Şenyaşar Ferît Şenyaşar, ji bo nexweşiya dayika xwe got: “Ewqas zilma lê hat kirin, ranake.”