AMED - Di serdegirtina malan a gundê Sarolî ya navçeya Pîranê de, leşkeran du birayên hev Agît û Mucahît Tekîn binçav kirin.
Li gundê Sarolî ya navçeya Pîran a Amedê, leşkerran bi ser malekê de girtin û du birayên hev Agît û Mucahît Tekîn binçav kirin. Leşkerên demek dirêj di malê de lêgerîn kirin, derbarê binçavkirina du birayan Agît û Mucahît Tekîn de, tu agahî nedan malbatê.