Li Pîranê du birayên hev Tekîn hatin binçavkirin 2018-11-02 13:54:23   AMED - Di serdegirtina malan a gundê Sarolî ya navçeya Pîranê de, leşkeran du birayên hev Agît û Mucahît Tekîn binçav kirin.    Li gundê Sarolî ya navçeya Pîran a Amedê, leşkerran bi ser malekê de girtin û du birayên hev Agît û Mucahît Tekîn binçav kirin. Leşkerên demek dirêj di malê de  lêgerîn kirin, derbarê binçavkirina du birayan Agît û Mucahît Tekîn de, tu agahî nedan malbatê.