Parêzer Bek: Desthilatdariya cînayeta Kaşıkçı çareser dike, çima ya Bagdu çareser nake?

  • rojane
  • 10:30 2 Mijdar 2018
  • |
img

EDENE - Parêzer Tugay Bek, diyar kir ku cînayeta Kadrî Bagdu, cînayeta rojnamegerekê bû û got: “Divê hemû raydarên vê bûyerê îhmal dikin û naxwazin çareser bikin bên darizandin. Desthilatdariya siyasî ya cînayeta Cemal Kaşikçi çareser dike, çima ya Kadrî Bagdu jî çareser nake?”

Hat zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê delîl û agahiyên derbarên kesên DAIŞ’î yên Servet Koç ê DAIŞ’î yê di nivîs û vîdeoyên derbarê cînayeta Kadrî Bagdu eşkere kirin de, qet ne nirxandi ye. Di encama serlêdanên bi îsrar ên parêzerê malbata Bagdu Tugay Bek de, îfadeyên DAIŞ’iyên hatibûn girtin, bêyî ku bikin dosyeya lêpîrsînê ya Bagdu, dikin dosyeya lêpirsîna doza derbarê DAIŞ’iyên li Kadîrlî hatibû vekirin de. 
 
ÇÛN KADÎRLIYÊ 
 
Dîsan Koç ê DAIŞ’î di vîdeoyên şandibû de îtîraf kiribû ku ‘çeka di cînayetê de bi kar anîn, li malê bi şaşî di destên wan de diteqe, ger nehatibe temîr kirin, hîna jî şopa wê heye.’ Lê polîsan li mala Mûrat Bulanik û mala bavî wî ya li taxa Behçeşehîr lêgerîn nekirin. Dîsan îfadeyên DAIŞ’iyan ên di Gulana 2018’an de ji aliyê Midûriyeta Polîsan ve hat girtin, ji dosyeya lêpirsîna Bagdu re neşandin. Parêzer Tugay Bek, ji bo îfadeya DAIŞ’iyên hatibû girtin bixin dosyeya lêpirsîna Bagdu, di rojên derbas bûyî de, li dozgeriyê serlêdan kir, lê heya niha dozger derbarê vê de tu bersiv nedaye. Li aliyê din hat diyar kirin ku Bulanik û DAIŞ’iyên din, piştî cînayeta Bagdu, bar dikin Kadîrlî û li wê derê di sektora înşaetê de dixebitin û hat îdîakirin ku Koç û Talîp Guler ên DAIŞ’î jî, li Sûriyeyê hatine kuştin.
 
'ŞERTE KU LÊPIRSÎN VE'
 
Parêzer Togay Bek, diyar kir ku Koç ê DAIŞ’î bixwe îtîraf kir ku wan Kadrî Bagdu, Yusuf Gulderen û Ahmet Albay kuştine û wiha axivî: “Divê her sê cînayet bi hevre bên destgirtin û lêkolîn kirin. Ji bo vê me bi dehan car serlêdan kir, lê tu bersiv ji bo me nehat dayîn. Divê derbarê raydarên ku ev cînayet ronî nekirin de lêpirsîn bê vekirin. Ev lêpirsîn heya niha bi demê re hiştin û li şûna ku cînayetê çareser bikin, bi demê re hiştin û ya pêwîst nekirin. Van hemû rayedaran jî di vê rewşê de sûcê erka xwe neanîna cih kirine. Gelo ev bi zanebûn hayetiye kirin an jî di encama îhmalkariyê de hatiye kirin, divê bê zelal kirin.”
 
'CÎNAYETA ROJNAMEGEREKÊ YE'
 
Bek, anî ziman ku piştî qetilkirina Bagdu salek şûn de, HDP, CHP û Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê di Meclîsê de hevdîtin kirin û wiha bilêv kir: “Li gel ku Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê, xwest bûyer bê lêkolînkirin jî, lê ev sê salin tu pêşketin çênebûye. Di rojên pêş de emê cardin dosyeya lêpîrsîna Bagdu bibin rojeve Meclîsê. Divê ev mijar di rojeva Meclîsê de bê nirxandin. Ji ber ku ev bûyer, kuştinek ji rêzê nîne. Berî her tiştî cînaheteke rojnamegerekê ye. Ji ber vê mijarek girîng e. Ger em karibin vê bûyerê ronî bikin, wê demê emê karibin kuştina 50 welatiyên di çalakiyên Kobanê de li tevahiya welat hatin kuştin ronî bikin. Bi awayekê têr û tije li ser çalakiyên piştevaniyên bi Kobanê re nehat sekinandin. Ew pêvajo di tarîtiyê de hiştin. Divê hêzên wê demê mirov kuştin bên ronîkirin. Tezeq divê hesap bê pirsîn.”
 
'LI PIŞT FERMANAN VÎNEK SIYASÎ HEBÛ'
 
Bek, da zanîn ku gotinên dozger û dadgeran ên weke “Li ser banga Selahattîn Demîrtaş, PKK’iyan dest bi çalakiyên provokatîk kirin, gel û girseyên muhafizekar û oldar ji bo ku xwe biparêzin ketin nava tevgerê, çek kirin destên xwe û daketin kolanan” di dosyeya dozê de, cih digire. 
 
Bek, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Ji ber van nêzîkatiyan ne pêkane ku cînayet bê ronîkirin û çareser kirin. Berî her tiştî divê hesap bê pirsîn. Berî her tiştî li pişt fermanan vîn û seknek siyasî  hebû. Bi fermana vîna siyasî ev cinayet dê bên çareserkirin. Ji bo ev cînayet bê çareserkirin, divê raya giştî piştgirî bide.”
 
'GER VÎNA SIYSAÎ BIXWAZE DIKARE ÇARESER BIKE'
 
Bek, destnîşan kir ku Tirkiye hewl dide cînayeta rojnamegerê Suudî Cemal Kaşikçi çareser bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber hesasbûn û lêkolînên bi detay ên Tirkiyeyê, kêm jî be cînayeta Kaşikçi zelal bû. Di vir de em rastiyek wiha dibînin. Ger dewlet bixwaze dikare cînayetan zelal bike, bersûcan bigire û ceza bike. Ji ber ku vîna siyasî piştgiriyê nade ronîkirina cînayeta Kadrî Bagdu, cînayeta Bagdu jî nayê çareser kirin û ronîkirin.”
 
MA / Hamdullah Kesen

Sernavên din

06/11/2018
07:23 Siyasetmedarên li Qersê hatin girtin
05/11/2018
16:10 Li Hezroyê jinek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:42 Ozturk: Em xwediyê vê axê ne hûn nikarin çonga me bişkênin
15:23 Serokê TTB'ê: Pêşnûma li dijî hiqûqê ye
14:31 Di cotmehê de 177 karker jiyana xwe ji dest dan
14:30 HDK: Tirkiye bi hêza zîrveya Stenbolê ya 4 alî êrîşî Rojava dike
13:58 Bîlgen: Krîz wê rê li ber şerê herêmî veke
13:17 Şaredara Dîlokê ya AKP'î 1 milyar û 307 milyon û 191 hezar û 300 tl li ku xerç kir?'
12:52 Maşîna ekiba Rûdawê li Qozlike qeza kir
12:02 Husna Toraman xwest kurê wê yê di êrîşa DAIŞ'ê de piyê wî jêbû bê berdan
11:49 Yuksekdag dîsa bernedan
11:47 Mesutoglu ku dermankirin red kir dîsa sewqî girtîgehê kirin
11:32 Li Yalova jinek bi guman jiyana xwe ji dest da
11:20 Lîstika ‘Mîrzayê Biçûk’ li Êlihê bû
11:09 Enflasyon di 15 salên dawî de derket asta herî jor
09:42 Hevşaredarê Êlihê Ozdemîr hat berdan
09:12 Bertek nîşanî qeyûmê muftî dan: Ma xezpkirina vînê emrê xwedê ye?
09:12 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2018'AN
09:11 Seroka ÎTO Dr. Saîp: Zagon nabe bersîv
09:10 Pirtûka Erbey a ‘Çîroka Tahîr Elçî' dê li fûarê bigêje xwînerê xwe
09:09 Fermana Walî Beg e tu dê 150 hezar TL bide
04/11/2018
23:13 Girtî Mesutoglu yê ketibû rojiya mirinê rakirin nexweşxaneyê
20:34 Husson: Jin jiyan azadî şêwaza herî bedew a vegotina jiyan wekhev e
19:58 Şîrketa Mediar: Ji sedî 17 AKP’î dîsa deng nadin AKP'ê
17:11 Wekîlên HDP'ê yên girtî: Serkeftin dê bi berxwedanê pêkan be
17:10 Walîtiyê wekîlên HDP'ê li pêş girtîgehên Edirne û Kocaelî asteng kir
16:44 Keskîn û Turkdogan dîsan ji bo Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê hatin hilbijartin
16:03 Sîse Bîngol a 85 salî rakirin nexweşxanê
15:36 Bijişkên Êlihê bertek nîşanî qanûna torbeya tenduristiyê dan
15:34 Koçyîgît: Bi milyonan dê li şaredariyan xwedî derkevin
14:52 HDP'a Colemêrgê: Em ê têkoşîna xwe bidomîn in
14:52 Astengdaran li Amedê meclîs ava kirin
14:26 Emîne Şenyaşar rakirin nexweşxanê
14:23 Uca: Têkoşîna demokrasiyê didome azadî nêzîk e
14:10 HDP: Li dijî êrîşên topyekûn, berxwedana topyekûn
13:41 HDP’iyan li ber Girtîgeha Sîncanê peyama Baluken xwendin
13:27 Buldan: HDP tu carî çavtirsandî nebû
Temellî: Divê parlamento gav bavêje
12:52 Kolberê birîndar jiyana xwe ji dest da
12:07 DAIŞ'ê li Xaneqînê êrîşî polîsan kir
12:06 Dewletê gund desteser kir û gundî koçber kirin
10:41 Cerdevanê hat îdîakirin ku ‘Bi şaşî birîndar bûye’ mir
10:10 Aykol: Em nafikirin ku ji cihê xwe herin cihek din!
10:04 Unsal: AKP armanc dike ku dest bavêje hilbijêrên HDP’ê
09:16 Nêzî nêviyê nifûsa vê bajarokê tê darizandin
09:15 Ozsoy: Pergaleke bêyî kurdan dê ne pergaleke berdewamiyî be
09:14 Bîlgen: Nikaribûn muxalefeta demokratîk tasfiye bikin
09:12 Bi hatina zivistanê re welatî berê xwe didin bêhnfiroşan
09:09 Fîlmê bal dikişîne ser rojnamevanên li pêyî rastiyê: Gerçek
09:07 Ji bo parlementerên girtî tenê biryara DMME'yê maye
09:06 Rapora ATK'ê dibe ku seyra darizandina polîsên bersûc biguherîne
09:05 ‘Bi pêşnûmaya astengkirina şideta di tenduristiyê de bijîşk cezakirin'
09:03 Qeyûm hem vîna gel xesp kir hem jiyana wan herimand
09:01 Dengbêjek dengê wî nehatiye bihîstin: Aşiq Remezanê Hênê
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2018'AN
03/11/2018
17:07 Li Amedê meclîsa astengdaran tê avakirin
16:47 Heyeta Emerîkî nûçegihana ANHA li nexweşxaneyê ziyaret kir
16:46 Xwîneran pirtûka 'Li Xirarê Tofan Rabû' da îmzekirin
16:44 ‘Navê zarokên xwe jî ji bîr kirin e’
16:42 Nivîskar Mehmet Akdogan ji bo xwînêran pirtûka xwe îmze kir
16:41 Mooney: Baweriya ji bo aştiyê girîng e
15:46 Xizmên windayan: Li şûna hûn bang li Siûdî bikin kujerên nava xwe darizînin
15:26 Buldan: Em ê ala hevrê Îbrahîm li erdê nehêlin
14:54 ‘Ji bo me her dever Qada Galatasarayê ye’
14:45 Dayikên Şemiyê: Em ê her dem edaletê bixwazin
14:26 Lijneya Stargehên Jinan dest pê kir: Divê em pêşeroja xwe ava bikin
14:25 Temellî: Çareseriya mseleya kurd çareseriya meseleya demokrasiyê ye
14:05 Serokê FÎDH'ê: Ez wate nadin destûrnedayîna ku malbaz zarokên xwe defin bikin
13:42 Demîrtaş: Me lîsteyê dizanibû, li dijî tasfiyeyê me girtinê da ber çavê xwe
13:39 Şahos Hesen: Yekîtiya axa Sûriye bi van êrişan nayê parastin
13:25 Desteya Giştî ya ÎHD’ê dest pê kir: Derfet çi dibin bila bibin dê gel qezenc bike
13:19 ÎRA: Di cotmehê de 42 rojnameger hatin darizandin
12:46 Muftiyê Mahsertê wekî qeyûm tayînî şûna muxtar kirin
12:17 Qeyûm kirêdarên şeredariyê nivê şevê ji cihê wan derxistin
10:54 30 herêmên Colemêrgê li sivîlan hatin qedexekirin
10:35 Hamzaoglu: Divê HDP li bajarên rojava endamê meclîsên şaredariyan be
10:14 Sûcdariya derbarê 3 wekîlên HDP’ê yên berê de girantir kirin
09:22 2 sal piştî operasyona li dijî HDP'ê: An berxwedan an jî teslîmbûyîn hebû
09:20 Aşê ard ên Mêrdînê ketin tora bankayan
09:19 Li Êlihê xizmeta ji bo înternet û telefonan hat sekinandin
09:18 Êdî holdîng ji keda karkerên penaber dixwin!
09:18 Êdî kes nikare penêrê sîrik jî bikire!
09:17 3 meh in jin li dijî JES'an nobetê digirin
09:16 Endamê Koma Amed: Divê di serdemên çewisîner de berhemên ji bo gel bibin cihê hêviyê bên afirandin
09:15 Ger îro şer biqede emê boxçika xwe bavêjin pişta xwe û vegerin welatê xwe
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2018'AN
02/11/2018
16:46 Turmen ji bo kuştina Tahîr Elçî Tirkiyeyê hişyar kir
16:28 Bi hinceta HDP’î ye destûr neda tev li daxuyaniya SES'ê bibe
15:35 Bi gotina ‘sibê îfadeyê te heye’ bi ser malê de girtin
15:23 Ji QSD û Hêzên Koalîsyonê li dijî TSK’ê dewriya hevpar dest pê kir
15:22 HDP: Muxdarên ku qet doz li wan venebûne çima hatin dûrxistin?
14:41 Ciwanên hatin binçavkirin: Em ê bêzar nebin
14:01 Wezareta Karên Hundir: 393 jin di êrîşa navxweyî de jiyana xwe ji dest dan
13:54 Li Pîranê du birayên hev Tekîn hatin binçavkirin
13:41 Danişîna doza Rojnameger Erdogan taloq kirin
12:29 Du nûçegihanên ANHA'yê birîndar bûn
12:11 Dozger banga îfade dayînê li lîstikvan Ahmet Kural kir
11:57 Rêveberê HDP'ê binçav kirin
11:53 Wasiyê Ocalan Dînç ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:39 Salih Muslim: Armanca Tirkiyeyê tunekirina destkeftiyên Bakurê Sûriyeyê
10:30 Parêzer Bek: Desthilatdariya cînayeta Kaşıkçı çareser dike, çima ya Bagdu çareser nake?