Parêzer Bek: Desthilatdariya cînayeta Kaşıkçı çareser dike, çima ya Bagdu çareser nake? 2018-11-02 10:30:26 EDENE - Parêzer Tugay Bek, diyar kir ku cînayeta Kadrî Bagdu, cînayeta rojnamegerekê bû û got: “Divê hemû raydarên vê bûyerê îhmal dikin û naxwazin çareser bikin bên darizandin. Desthilatdariya siyasî ya cînayeta Cemal Kaşikçi çareser dike, çima ya Kadrî Bagdu jî çareser nake?” Hat zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê delîl û agahiyên derbarên kesên DAIŞ’î yên Servet Koç ê DAIŞ’î yê di nivîs û vîdeoyên derbarê cînayeta Kadrî Bagdu eşkere kirin de, qet ne nirxandi ye. Di encama serlêdanên bi îsrar ên parêzerê malbata Bagdu Tugay Bek de, îfadeyên DAIŞ’iyên hatibûn girtin, bêyî ku bikin dosyeya lêpîrsînê ya Bagdu, dikin dosyeya lêpirsîna doza derbarê DAIŞ’iyên li Kadîrlî hatibû vekirin de.    ÇÛN KADÎRLIYÊ    Dîsan Koç ê DAIŞ’î di vîdeoyên şandibû de îtîraf kiribû ku ‘çeka di cînayetê de bi kar anîn, li malê bi şaşî di destên wan de diteqe, ger nehatibe temîr kirin, hîna jî şopa wê heye.’ Lê polîsan li mala Mûrat Bulanik û mala bavî wî ya li taxa Behçeşehîr lêgerîn nekirin. Dîsan îfadeyên DAIŞ’iyan ên di Gulana 2018’an de ji aliyê Midûriyeta Polîsan ve hat girtin, ji dosyeya lêpirsîna Bagdu re neşandin. Parêzer Tugay Bek, ji bo îfadeya DAIŞ’iyên hatibû girtin bixin dosyeya lêpirsîna Bagdu, di rojên derbas bûyî de, li dozgeriyê serlêdan kir, lê heya niha dozger derbarê vê de tu bersiv nedaye. Li aliyê din hat diyar kirin ku Bulanik û DAIŞ’iyên din, piştî cînayeta Bagdu, bar dikin Kadîrlî û li wê derê di sektora înşaetê de dixebitin û hat îdîakirin ku Koç û Talîp Guler ên DAIŞ’î jî, li Sûriyeyê hatine kuştin.   'ŞERTE KU LÊPIRSÎN VE'   Parêzer Togay Bek, diyar kir ku Koç ê DAIŞ’î bixwe îtîraf kir ku wan Kadrî Bagdu, Yusuf Gulderen û Ahmet Albay kuştine û wiha axivî: “Divê her sê cînayet bi hevre bên destgirtin û lêkolîn kirin. Ji bo vê me bi dehan car serlêdan kir, lê tu bersiv ji bo me nehat dayîn. Divê derbarê raydarên ku ev cînayet ronî nekirin de lêpirsîn bê vekirin. Ev lêpirsîn heya niha bi demê re hiştin û li şûna ku cînayetê çareser bikin, bi demê re hiştin û ya pêwîst nekirin. Van hemû rayedaran jî di vê rewşê de sûcê erka xwe neanîna cih kirine. Gelo ev bi zanebûn hayetiye kirin an jî di encama îhmalkariyê de hatiye kirin, divê bê zelal kirin.”   'CÎNAYETA ROJNAMEGEREKÊ YE'   Bek, anî ziman ku piştî qetilkirina Bagdu salek şûn de, HDP, CHP û Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê di Meclîsê de hevdîtin kirin û wiha bilêv kir: “Li gel ku Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê, xwest bûyer bê lêkolînkirin jî, lê ev sê salin tu pêşketin çênebûye. Di rojên pêş de emê cardin dosyeya lêpîrsîna Bagdu bibin rojeve Meclîsê. Divê ev mijar di rojeva Meclîsê de bê nirxandin. Ji ber ku ev bûyer, kuştinek ji rêzê nîne. Berî her tiştî cînaheteke rojnamegerekê ye. Ji ber vê mijarek girîng e. Ger em karibin vê bûyerê ronî bikin, wê demê emê karibin kuştina 50 welatiyên di çalakiyên Kobanê de li tevahiya welat hatin kuştin ronî bikin. Bi awayekê têr û tije li ser çalakiyên piştevaniyên bi Kobanê re nehat sekinandin. Ew pêvajo di tarîtiyê de hiştin. Divê hêzên wê demê mirov kuştin bên ronîkirin. Tezeq divê hesap bê pirsîn.”   'LI PIŞT FERMANAN VÎNEK SIYASÎ HEBÛ'   Bek, da zanîn ku gotinên dozger û dadgeran ên weke “Li ser banga Selahattîn Demîrtaş, PKK’iyan dest bi çalakiyên provokatîk kirin, gel û girseyên muhafizekar û oldar ji bo ku xwe biparêzin ketin nava tevgerê, çek kirin destên xwe û daketin kolanan” di dosyeya dozê de, cih digire.    Bek, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Ji ber van nêzîkatiyan ne pêkane ku cînayet bê ronîkirin û çareser kirin. Berî her tiştî divê hesap bê pirsîn. Berî her tiştî li pişt fermanan vîn û seknek siyasî  hebû. Bi fermana vîna siyasî ev cinayet dê bên çareserkirin. Ji bo ev cînayet bê çareserkirin, divê raya giştî piştgirî bide.”   'GER VÎNA SIYSAÎ BIXWAZE DIKARE ÇARESER BIKE'   Bek, destnîşan kir ku Tirkiye hewl dide cînayeta rojnamegerê Suudî Cemal Kaşikçi çareser bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber hesasbûn û lêkolînên bi detay ên Tirkiyeyê, kêm jî be cînayeta Kaşikçi zelal bû. Di vir de em rastiyek wiha dibînin. Ger dewlet bixwaze dikare cînayetan zelal bike, bersûcan bigire û ceza bike. Ji ber ku vîna siyasî piştgiriyê nade ronîkirina cînayeta Kadrî Bagdu, cînayeta Bagdu jî nayê çareser kirin û ronîkirin.”   MA / Hamdullah Kesen