Êdî sewalvan nikarin êm û kayê jî bikirin

img

WAN - Esnafên Kooperatîfa Temîn û Belavkirinê ya Êm û Kayê ya Gola Wanê, diyar kirin ku êdî tu xêr di karê wan de nemaye û hindik maye top bavêjin. 

Li Tirkiyeyê yek ji navendên girîng ên sewalvaniyê jî Wan e. Lê belê ji ber krîza aborî fiyetê êm û kayê pir biha bûye û sewalvan nikarin kar bikin. Kooperatîfa Temîn û Belavkirinê ya Êm û Kayê ya Gola Wanê, destnîşan kirin ku ji ber krîza aborî û bihabûna fiyetan êdî karê wan ne wekî berê ye. 
 
 ‘KAR TUNE, PERE TUNE, LÊ KRÎZ HEYE' 
 
Alîgirê Serokê Kooperatîfa Temîn û Belavkirinê ya Êm û Kayê ya Gola Wanê Hasan Unver, anî ziman krîza aborî zêde tesîr li sektora wan kiriye û li gor salên berê rewşa bazara ka û êm pir xirab be. Unver got: "Berê evan çaxan esnafan rojê 3-4 ton kar difirot. Zivistan hat, lê heta niha tu hemû esnafan bidî ser hevdu tonek ka jî nefirotine. Rojê em ancax du sê torbe ka difiroşin. Ev ji ber krîza aborî ye. Êdî pere bi sewalvanan re jî nemaye. Bi taybetî îsal mesrefên bazara kayê du qat zêdetir bûne. Kesên çûn zozanan heywanên xwe hemû anîne. Dîsa jî tesîr li karê me nekir. Ên ji zozaan hatin jî bê pere ne, em jî nikarin bi deyn kayê bidin. Kar tune, pere tune, lê krîz heye." 
 
‘JI 5 TONî DAKETIN 300 KÎLOYÎ' 
 
Unver, anî ziman ku pêldariya di kûrên dowîzê de tesîr li wan jî kiriye. Unver, diyar kir ku par wan 500 heb kîsên kayê bi 600 lîreyî dikirî, niha bi hezar û 700 lîreyî dikirin. Unver, destnîşan kir ku par wan rojê 5 ton ka difirot, niha herî zêde 300 kîlo ka difiroşin. Her wiha Unver got, roj heye qet tiştekî jî nafiroşin. 
 
'HINDIK MAYE EM TOP BAVÊJIN'
 
Nazmî Akkoç, jî anî ziman ku 15 sal in ew ka-êm dikire û difiroşe, lê belê du salên dawî rewşa karê wan ne tu rewş e. Akkoç, destnîşan kir ku ew nikare deynê xwe bide û çekên ku roja wan hatine bide û got: "Tiştên em dikirin jî bi zirarê didin. Par me kaya spî bi 700 lîreyî difirot, niha em bi 250 an jî 300 lîreyîd ifiroşin. Bi vî fiyetî jî naçe. Ev ji ber krîza aborî ye. Par pereyên sewalvanan hebû û herkesî heywan dikirî. Axur tije bûn. Çerx bi awayekî digeriya. Hin mişteriyên me yên ku berê 400 pez xwedî dikirin, niha 30 hebî xwedî dikin. Êdî hindik maye em top bavêjin." 
 
Akkoç, diyar kir ku êdî hemû esnaf ji bêrîka xwe dixwin. 
 
DIXISIRIN 
 
Esnaf Suleyman Bûlût jî, diyar kir ku bazara ka û êm girêdayî sewalvaniyê ye û got: "Ger sewalvanî neyê destekirin dê rewşa karê me baş nebe. Niha di dest sewalvanan de heywan tune ne, ên heyî jî nikarin bifiroşin. Çimkî dixisirin. Ji bo sewalvanan li piyaseyê tişta herî erzan ka û êm e. Lê ev têr nake. Niha kîloya kaya spî bi 40 qurîşî ye. Kîsek êm bi 80 lîreyî ye. Lê wexta êm bibe 85 lîre sewalvan dixisirin. Divê êdî dawî li vê krîzê bê. Par van çaxan min 20-30 ton ka difirot. Îro ji sibehê ve tenê min 4 kîs ka firotiye. Ji ber krîza aborî êdî sewalvanî jî nayê kirin. Li herêma Wanê ji bilî sewalvaniyê wekî din tiştekî em pê debara xwe bikin tune ye. Wexta sewalvan qezenc bikin, em jî qezenc dikin." 
 
MA / Berzan Guneş 

Sernavên din

02/11/2018
11:39 Salih Muslim: Armanca Tirkiyeyê tunekirina destkeftiyên Bakurê Sûriyeyê
10:30 Parêzer Bek: Desthilatdariya cînayeta Kaşıkçı çareser dike, çima ya Bagdu çareser nake?
10:12 Profesorê îxrac bû: Hîskirina me ya aydî welat kêm bûye
09:23 OSO'yî li kampa penaberan a Nisêbînê tên bicihkirin?
09:22 ‘Ocalan misogeriya îstikrara Tirkiyeyê ye'
09:21 Şaredariya Mezin a Dîlokê nelirêtî kirine
09:21 'Xwendekarên sûriyeyî daxilî perwerdehiyeke bê plansazî tên kirin'
09:20 Alinak: Ji bo xwedîderketina li Ocalan, şexs mirov be bes e
09:19 Êdî sewalvan nikarin êm û kayê jî bikirin
09:18 Projeya Çîn a ‘Yek Kember Yek Rê’, Ambargoya Tirkiye-Îran û dagirkeriya Xakûrkê
09:14 Kesên teqawidbûyî nikarin debara xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2018'AN
08:45 Şivanê ku esker û cerdevanan bi giranî birîndar kir, şandin hepsê
07:19 Li Stenbolê 2 kes di bin axe de man jiyana xwe ji dest dan
01/11/2018
16:51 Serlêdana parêzerên Ocalan a 760’emîn hat redkirin
16:37 Oluç: Kobanê ji bo mîrovahiyê berxwedanek girîng e
16:26 Berî dermakirina Babat biqede sewqî edliyê kirin
15:44 Cerdevanan wesayîtek gule baran kirin: Sedat Uzan kuştin
15:31 Rênas Jiyan vê carê got ‘Stranên Sor Niviştên Mor’
14:52 Gelê Kobanê: Wê rojê me çikir, emê îro jî bikin
14:31 ‘Bila nefesa wî ya dawî li ba min be’
14:22 Nobeta Edaletê di hefteya 77’emîn de berdewam kir
13:59 Salvegera Roja 1'ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê vîna gerdûnî ye
13:52 SES: Pêşnûya Qanûna Torbe ya AKP’ê dê tundiyê asteng neke
13:05 Temellî: Rihê berxwedanê dê tu carî neyê girtin
13:03 KCD: Bi êrîşa ser Kobanê re dixwazin çeteyan zindî bikin
12:25 Li Kobanê Roja Kobanê ya Cîhanê tê pîrozkirin
12:21 Polîsan bi ser Kovara Yuruyuşê de girt û kesek binçav kir
12:10 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Kobanê li dijî hovîtiya DAIŞ’ê bu sembol
11:41 Li Koreya Başûr ji bo reda wîjdanî mafê xizmeta alternatîf hat nasîn
11:36 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan cara 760'emîn serlêdan kirin
11:27 Li Qersê binçavkirina siyasetmedaran 4 rojan dirêj kirin
11:01 Muslîm: serkeftina berxwedana Kobanê serkeftina mirovahiyê ye
10:56 Kesên îşkenceyê dîtin dema binçavkirina wan hat dirêjkirin
09:28 Li Karaz, Lîcê û Hezro bi 107 malan de hat girtin
09:06 Wê zimanê kurdî bixin rojeva NY'ê
09:05 Rojeva Dersimê hilbijartina herêmî ye
09:05 Hunermend Eleonore Fourniau: Min tesîr ji Şakiro û Mihemed Arif girt
09:04 'Êdî sûriyeyî jî ji kesên bindest ên Tirkiyeyê ne'
09:03 Xwediyê fîrmaya taşeronê jî tev li çalakiya karkeran bû
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2018'AN
08:58 Hevşaredarê Êlihê Ozdemîr hat binçavkirin
08:58 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Hamburgê bi pêşandana ‘Keçên Rojê’ dest pê kir
31/10/2018
16:26 Rojnameger Kayar û 4 ESP’yî hatin berdan
15:50 Gergerlîoglu: Desthilatdar stemkar, bêhiqûq û bê wijdane
15:48 Hevserokê ÎHD’ê Turkdogan Pervîn Buldan ziyaret kir
15:04 ‘Emê ji qadên jiyanê xwe paşve nekişin’
14:33 KESK: Aboriya Tirkiyeyê berkendal e
14:29 Operasyona leşkerî li Gabarê dest pê kir
14:07 Xelîl: Divê koalîsyon, DYA û NY'î li dijî êrîşên tirkiyeyê helwesta xwe zelal bike
13:51 Temellî li Êlihê bang kir: Aştiya Tirkiyeyê di Kobanê de derbas dibe
13:50 Li Amedê operasyona leşkerî di roja 3’yan de berdewam dike
13:05 TSK bi topan êrîşî Kobanê dike
12:36 Mesûtoglu yê di rojiya mirinê de bi kesekê re hevdîtin nake
12:35 Li Êlihê gelek kes hatin binçavkirin
12:23 Ehmed Şêxo: Dema dîtin Kobanê bû hêvî 1’ê Mijdarê îlan kirin
11:30 Şanoya Bajarê Amedê bernameya xwe ya meha Mijdarê eşkere kir
11:18 Hevrêyên Mamoste Kadrî Kaya behsa wî kirin
10:39 Rojnamegerên li Edeneyê bûn: Di wê lîsteya mirinê de em jî hebûn
10:14 Li Gîrtîgeha Sîncanê sûc diafirînin û ceza li girtiyan dibirin
09:45 Gefên li dijî jinên li Girtîgeha Burhaniy didomin
09:09 Komîsyonvan: Berhem dê bêtir zem bibin
09:09 Li vê taxê ne av, ne ceryan, ne jî rê heye
09:08 Çerçî ji bo nexweşînên grîpî dermanên nebatî pêşniyar dikin
09:07 24 sal in li pey kujerên hevjînê xwe ye: Zilm heman zilm e
09:07 Qaçaxçiyên mirovan rojên şil û şepeliyê hildibijêrin
09:06 ‘Divê rêxistinbûyîna jinên elewî hebe'
09:05 Keleha Amîkê hindik maye bi temamî tune bibe
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2018'AN
30/10/2018
21:03 'Arjen Arî şêrgeleyekî zimanê kurdî bû'
18:51 Li Bedlîsê qedexeya derketina derve
17:04 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat redkirin
16:55 Malbatan bang li rayedaran kir: Cenazeyên me teslîmî me bikin
16:15 Buldan: Tekane rêya çareseriyê Komara Demokratîk e
16:14 UNESCO: Di her çar rojan de rojnamegerek tê kuştin
15:19 Dê derbarê kesên êrîşa Bîrdariya 10’ê Cotmehê kirin de serlêdana sûc bikin
14:44 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan serlêdan kirin
14:38 Mamoste Kadrî hat oxirkirin
14:16 Erdogan: Me li Bakurê Sûriyeyê operasyon dan destpêkirin
14:03 Temellî li Roboskî axivî: Em ê xwedî hev derbikevin
13:10 'Doza Parêzerên KCK’ê’ hat taloqkirin
12:58 Girtîgehên Bayburt, Înebolu û Bartin di rojeva Meclîsê dene
12:44 Osman Şenyaşar hat berdan
12:43 Dema zanîn sîvîl e li cihê bûyerê li çekê geriyan
10:26 Çiyayê Cûdî tê topbarankirin
10:08 Çîçek: Rakirina tecrîdê bi yekîtiya netewî pêkan e
09:46 Malbata firoşkerê Tiryakê: Polîsan li ser sûc girt, lê dîsan berdan
09:23 Birayê Bagdû: Têkiliya wan û dewletê bi hev re heye, loma bûyer nayê çareserkirin
09:22 Mamoste Kadrî Kaya tê oxirkirin
09:21 Fabrîkayên veguherînê jî yeko yeko top davêjin
09:20 Perwerdekara kubayî: Bi qedexeya zimanê zikmakî civak pêşnakeve
09:20 Li Osmaniyeyê girtiyên birîndar nayên tedawîkirin
09:19 Kete: Wê qeyûman tayînî cemxaneyan jî bikin
09:18 Li Turfend bi hinceta li ser nexşeya cîhanê 'Tirkiye biçûk hatiye nîşandan' lêpirsîn vekirin
09:18 Di 5 mehan de hat ber îflasê
09:17 Jiyana gundiyên ser sînor di nava zoriyê de ye
09:16 Şêniyên Dîlovasi: Em nikarin bêhnê bistînin
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2018'AN
08:23 Ji malbata Şenyaşar Osman hat binçavkirin
29/10/2018
22:13 Li Licê, Karaz û Hezroyê qedexeya derketina derve hat îlankirin