AMED - Cerdevanan li gundê Buyukçag ê navçeya Dara Hênî, şevê din wesayîta 2 kesên ku xwestin biçin sewalan ji xwe re bikirin, gulebaran kirin. Hat diyarkirin ku di encama gulebarandinê de welatî Sedat Uzan jiyana xwe ji dest da û Edîp Uzan jî winda ye.
Hat diyar kirin ku li gundê Buyukçag ê navçeya Dara Hênî ya Çewlikê, cerdevanan wesayîtekê ku rawestandin gule baran kirin û di encama gule baranê de kesekê jiyana xwe ji dest da û kesek jî windaye. Li gorî agahiyan, li gundê Buyukçag, 2 kesên xwestin ji bo çêkirina qeliyê sewalan bikirin ji gund derketin. Bavê 6 zarokan Sedat Uzan û kurê apê wî bavê 3 zarokan Edîp Uzan bi wesayîta xwe şevê din saet 16.00’an ji gund derketin. Piştî demek kurt wesayîteke ku tê de cerdevan hebûn, li dû wesayîta Uzan çûn. Hat destnîşan kirin ku cerdevan piştî demekê wesayîtê radiwestîne û her du kesan ji wesayîtê peya dikin û gule li wan direşîn in.
'PIŞTÎ JI WESAYÎTÊ PEYA DIKIN, GULE LI WAN DIREŞÎN IN'
Hat, gotin ku di encama gule barandinê de Sedat Uzan jiyana xwe ji dest dide û aqûbeta Edîp Uzan jî nayê zanîn. Hat xuyakirin ku cendirmeyan cenazeyê Sedat Uzan birin qereqola cendirmeyan. Di heman demê de hat ragihandin ku cerdevanan xwestiye bûyerê berevajî bikin û weke pevçûn rû daye nîşan bidin.
Birayê Sedat Uzan ê jiyana xwe ji dest da Azîz Uzan, agahî da û got: “Li gorî agahiya hat ji me re birayê min û kurê apê min ji bo bizinan bikirin ji gund derdikevin. Piştî demek kurt wesayîtek ku tê de cerdevan hebûn, li dû wesayîta wan diçe. Cerdevan piştî demekê wesayîtê radiwestîne û her du kesan ji wesayîtê peya dikin û gule li wan direşîn in. Birayê min jiyana xwe ji dest dide û kurê apê min jî windaye. Ji ber ku em li gund bû dengê çekan nehat me. Bi şev derdora saet 22.20 me bûyer bihîst.”
CENAZEYÊ UZAN LI GORISTANA DERIYÊ MÊRDÎNÊ HAT DEFINKIRIN
Esker cenazeyê Uzan dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê, piştî otopsiya wî dikin û şûn de agahiyê didin malbatê. Cenazeyê Uzan ê teslîmî malbatê hat kirin, îro anîn Goristina Deriyê Mêrdînê ya navçeya Sûra Amedê. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Mûsa Farîsogullari, Dersim Dag û Remziye Tosun, rêveber û endamên HDP û DBP’ê yên Amedê û gelek kes beşdarî merasîma cenazeyê Uzan bûn. Cenazeyê Uzan li goristanê hat definkirin.
‘ARMANC DIJMINANTIYA KURDA YE’
Parlameterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farîsogullarî piştî deqeyek rêzgirtinê, di merasîmê de axivî û wiha got: “Em sersaxî li malbata Uzan re dixwazin. Li ser erdnîgariya Kurdistanê polîtîkayên zilmê yên pir mezin hene. Bi polîtîkayên tunekirinê, bi tang, top û bombeyan êrîşî Kurdistanê dikin. Armanc dijminantiya gelê Kurd e. Tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê tenê komkujiyê ji bo gelê Kurd rewa dibîne.”
Zarokên Uzan dema gora bavê xwe hembêz kirin, kêliyên hestiyar hatin jiyîn.
Malbata Uzan dê li Mala Taziyê ya Mîstan a navçeya Sûra Amedê sersaxiyan qebûl bike.