STENBOL – Dayika girtî Hakan Erbîlek ê ji sedî 99 astengdar e Nursel Erbîlek got: “Kurê min li ber çavan terkî mirinê kirin. Bila nefesa dawî ya kurê min li ba min be. Kurê min berdin.”
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyê nexweş Hakan Erbîlek ê ji sedî 99 astengdar e li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî di civînê de axivî û diyar kir ku jiyana Hakan Erbîlek ê ji sedî 99 astengdar e di bin talûkeyê de ye û got: “Ji bo ew nefes bistîne di qirika wî de kûnek vekirin e. Muhtemela ku enfeksiyon bigire heye. Bi mehan malbata wî lê nêrî. Lê niha di şertên hepsê de ye. Dema em çûn hevdîtina wê me dît ku qet nikare bi tena serê xwe bijî. Berê jî hatibû diyarkirin ku ji sedî 99 astengdar e. Li gel raporê jî girtina wî pirsgirêkek mezin e. Divê wê demê nexweşxaneyê rapora nikare di hepsê de bimîne jê re derxistina. Divê demildest ropara tiba edlî bê amadekirin.”
‘KURÊ MIN BERDIN’
Dayika Erbîlek, Nursel Erbîlek jî got: “Jiyana zarokê me di bin xetereyê de ye. Di halek şerpeze de ye. Me wek pidika li kurê xwe dinêrî. Kurê min li ber çavan û bi zanebûn şandin mirinê. Ez bang li Serokomar û Wezîrê Dadê dikim, bila nefesa dawî ya kurê min li ba min be. Kurê min berdin.”
Piştî axaftinan civîn bi dawî bû.