Salvegera Roja 1'ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê vîna gerdûnî ye

  • rojane
  • 13:59 1 Mijdar 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek navandan daxuyanî hatin lidarxistin. Di daxuyaniyan de hat gotin Kobanê li dijî hovîtiyê li ber xwe da û dê ev berxwedana wê ya mirovî li cîhanê neyê jibîrkirin û berxwedana vîna mirovan e. 

Bi pêşengiya rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gelek navendan bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyanî û civînên çapemeniyê hatin lidarxistin. 
 
AMED 
 
Rêxistina HDP’ê ya Amedê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi beşdariya parlamenter û rêveberên xwe û rêveberên DBP’ê li ber avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Ewilî Hevseroka DBP’a Amedê Naşîde Toprak daxuyanî xwend û bal kişand ser êrîşên dawî yên TSK’ê li dijî Kobanê û got: “Hilbijartina herêmî nêz dibe. AKP ji bo desthialtdariya xwe winda neke, di arîfeya hilbijartinê de welat ber bi senaryoyek din ve dibe û ji bo ranta siyasî bi dest bixe ev sê roj in bi topan êrîşî Kobanê dike. Gurkirina we ya şer dê bibe dawiya desthilatdariya we.” Toprak anî ziman ku azadkirina Kobanê ji bo tevahiya gelê cîhanê bû hêviyek mezin û got: “Kobanê vîna berxwedana jinan û Arîn Mîrxan e. Kobanê ruhê hevpar ên gelan û şervanan e.” 
 
‘HER KESÊ DIÇE HDP’Ê TÊ BINÇAVKIRIN’ 
 
Piştî daxuyaniyê Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Musa Farisogullari jî axivî û bal kişand ser pêla operasyon û girtina li dijî HDP’ê û got: “Em li vir bang li waliyê bajêr, midûrê emniyeta bajêr û rayedaran dikin. HDP partiyek siyasî ye. Partiyek ku li Kurdistan û Amedê di asta bilind de vîna gel temsîl dike ye. Her tim partiya me dixin dorpêçê. Em vê dorpêçê şermezar dikin. Her mirovê me dikeve hundirên partiyên me û derdikeve hem tacîz dikin û hem jî kesên dikeve hundir wan binçav dikin. Em vê helwestê qebûl nakin.” 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên ji bo Kobanê bi dawî bû. 
 
MÊRDÎN  
 
Rêxistina HDP'a Mêrdînê jî bi minasebeta 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê li Parka Karayollari daxûyaniya çapemeniyê pêk anî. Endam û rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyan tevlî daxûyaniyê bûn. Li ser navê HDP’ê Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Mêrdînê Alî Sîncar daxûyanî xwend. Sîncar got: "Îlankirina 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê, vîna gelê Kobanê nîşan daye. Berxwedana li Kobanê ya li dijî hêzên tarî di sedsala 21’ê de di dîrokê de cihê xwe girt. Tu êrîş nikarin vê rastiyê biguherînin. Em berxwedêrên azadiyê, şehîdên berxwedanê bibîr tînin." 
 
Daxûyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.
 
ÎZMÎR 
 
Rêxistina HDP’a Îzmîrê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û rêveberên HDP’ê beşdar bûn. Hevseroka HDP’a Îzmîrê Semra Uzunok daxuyanî xwend û got: “DAIŞ’ê bi desteka hêzên kurewî û herêmî jin û zarok di nav de bi hezaran mirov qetil kir. Ev hêza tarî di 2014’an de rastî berxwedana gelê kurd û dostên wan hat. DAIŞ ji aliyê berxwedana pakrewan a Kobanê ve têk çû û ev têkçûn didome. Berxwedana Kobanê di nava rûpelên dîrokî de cih girt û dîrok nivîsand. Li hemû cîhanê deng veda û bû mîraseyek cîhanî.” 
 
EDENE 
 
Rêxistina HDP’a Edeneyê jî bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li ber avahiya partiya xwe daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Pankarta “1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li hemû gelên bindest û baweriyan pîroz be” daliqandin û rêveberên HDP’ê û DBP’ê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê HDP’a Edeneyê M. Mahsun Erîg daxuyanî da. Erîg li dijî êrîşên TSK’ê yên pêr û duh li dijî Kobanê dest pê kirin bertek nîşan da û got: “Bexwedana Kobanê ya bi bedelên gelê kurd û dostên ku bi ser ket bû sembola cîhanê. Berxwedanek derbasî rojên dîrokî bû. Niha jî AKP êrîşî Şoreşa Rojava ku ji Kobanê dest pê kir dike. Tişta duh bi destê DAIŞ’ê dihat kirin, îro bi destê zîhniyeta AKP’ê tê dubarekirin. Ev zihniyet dixwaze destkeftiyên jinan û gelê kurd ji holê rabike. Tu hêz nikare rastiya berxwedana Kobanê ya cîhanî tarî bike.” 
 
STENBOL
 
Rêxistina HDP'ê ya bajarê Stenbolê bi armanca rojê li avahiya xwe civînek çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankarta "Kobanê ya azad, cîhana azad" hat daliqandin û rêveberên HDP û HDK’ê beşdar bûn. Hevserokê HDP'a Stenbolê Cengîz Çîçek destpêkê axivî û êrîşên TSK’ê yên li dijî Kobanê şermezar kir û got: “Berxwedana li wir tê kirin berxwedana hemû nirxên gerdûnî û mirovahiya pêşverû ye."
 
Hevserokê DBP'ê yê Stenbolê Alî Riza Bîlgîlî jî diyar kir ku bi têkoşîna demokratîk a gelê Kurd re berxwedana Kobanê mezin bûye û got: "Êrîşa li vê berxwedanê hewldanek ji bo tepisandina gelên li vê derê ye. Lê em ê bi ser bikevin. Têkoşîna me ji bo wê yekê ye ku her kes di nava pîvanên demokratîk de bijîn. Li dijî zext û zilmê wê têkoşîna me bi ser bikeve."
 
'KOBANÊ PAŞEROJA ME YE'
 
Endamê Desteya Rêveber a HDK'ê Sedat Şenoglû jî got: "Kobanê ne rabirdûya me ye, Kobanê paşeroja me ye."
 
Berdevka Jinan a HDP'ê ya Stenbolê Aysûn Çeper jî da zanîn ku gelê Kobanê beden û îradeya xwe kir yek, bi rengekî wêrek li ber xwe da û hemû hêzên azadî û demokrasiyê yên li cîhanê bi rêzdarî bejna xwe li ber vê berxwedana Kurda ya Kobanê tewandin. 
 
ENQERE 
 
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê bi boneya Roja Kobanê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Berxwedana mezin a Kobanê li dijî tank û top û çekên giran ên DAIŞ’ê parastina axa xwe û welatê xwe kir. Vê berxwedana mezin bû hêviya gelên Rojhilata Navîn. Kobanê bû remza berxwedana mînak a cîhanê. Kobanê berxwedana vîna jiyanek hevpar û hemû cîhanê ye.” 
 
RIHA
 
Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî li avahiy partiya xwe Roja Kobanê pîroz kir û êrîşên TSK’ê şermezar kir. Hevserokê HDP’a Rihayê Îbrahîm Halîl Akbaş destnîşan kir ku berxwedana li Kobanê hat nîşandan mîrasa nirxên mirovahiyê ye û êrîşên di arîfeya 1’ê Mijdarê de ya li dijî Kobanê manîdar in. 
 
MELETIYÊ 
 
Rêxistina HDP’ê ya Meletiyê jî di çarçoveya rojê de li avahiya xwe daxuyanî da. Rêveberên Komeleya Piştevaniyê û Çandê ya Pîr Sultan Abdal, ESP, ODP, DBP jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevseroka HDP’a Meletiyê Perîhan Yucekaya got Kobanê nirxê hevpar a jinan û hêzên enternasyonalîst e û ji ber vê yekê divê hemû bindest xwedî li Kobanê derkevin. 
 
WAN
 
Rêxistina HDP’ê ya Wanê jî bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanê li Parka Dabbagoglu daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Balkêş bû ku polîsan derdora parkê dorpêç kir. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe û rêveberên HDP’ê û DBP’ê û gelek kes beşdar bûn. Rêveberê HDP’a Wanê Hasan Guven anî ziman ku gelê kurd ji bo nirxa mirovahiyê bedelên giran dan û berxwedana Kobanê hemû hêzên hov û feraseta wan têk bir. 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

02/11/2018
11:39 Salih Muslim: Armanca Tirkiyeyê tunekirina destkeftiyên Bakurê Sûriyeyê
10:30 Parêzer Bek: Desthilatdariya cînayeta Kaşıkçı çareser dike, çima ya Bagdu çareser nake?
10:12 Profesorê îxrac bû: Hîskirina me ya aydî welat kêm bûye
09:23 OSO'yî li kampa penaberan a Nisêbînê tên bicihkirin?
09:22 ‘Ocalan misogeriya îstikrara Tirkiyeyê ye'
09:21 Şaredariya Mezin a Dîlokê nelirêtî kirine
09:21 'Xwendekarên sûriyeyî daxilî perwerdehiyeke bê plansazî tên kirin'
09:20 Alinak: Ji bo xwedîderketina li Ocalan, şexs mirov be bes e
09:19 Êdî sewalvan nikarin êm û kayê jî bikirin
09:18 Projeya Çîn a ‘Yek Kember Yek Rê’, Ambargoya Tirkiye-Îran û dagirkeriya Xakûrkê
09:14 Kesên teqawidbûyî nikarin debara xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2018'AN
08:45 Şivanê ku esker û cerdevanan bi giranî birîndar kir, şandin hepsê
07:19 Li Stenbolê 2 kes di bin axe de man jiyana xwe ji dest dan
01/11/2018
16:51 Serlêdana parêzerên Ocalan a 760’emîn hat redkirin
16:37 Oluç: Kobanê ji bo mîrovahiyê berxwedanek girîng e
16:26 Berî dermakirina Babat biqede sewqî edliyê kirin
15:44 Cerdevanan wesayîtek gule baran kirin: Sedat Uzan kuştin
15:31 Rênas Jiyan vê carê got ‘Stranên Sor Niviştên Mor’
14:52 Gelê Kobanê: Wê rojê me çikir, emê îro jî bikin
14:31 ‘Bila nefesa wî ya dawî li ba min be’
14:22 Nobeta Edaletê di hefteya 77’emîn de berdewam kir
13:59 Salvegera Roja 1'ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê vîna gerdûnî ye
13:52 SES: Pêşnûya Qanûna Torbe ya AKP’ê dê tundiyê asteng neke
13:05 Temellî: Rihê berxwedanê dê tu carî neyê girtin
13:03 KCD: Bi êrîşa ser Kobanê re dixwazin çeteyan zindî bikin
12:25 Li Kobanê Roja Kobanê ya Cîhanê tê pîrozkirin
12:21 Polîsan bi ser Kovara Yuruyuşê de girt û kesek binçav kir
12:10 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Kobanê li dijî hovîtiya DAIŞ’ê bu sembol
11:41 Li Koreya Başûr ji bo reda wîjdanî mafê xizmeta alternatîf hat nasîn
11:36 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan cara 760'emîn serlêdan kirin
11:27 Li Qersê binçavkirina siyasetmedaran 4 rojan dirêj kirin
11:01 Muslîm: serkeftina berxwedana Kobanê serkeftina mirovahiyê ye
10:56 Kesên îşkenceyê dîtin dema binçavkirina wan hat dirêjkirin
09:28 Li Karaz, Lîcê û Hezro bi 107 malan de hat girtin
09:06 Wê zimanê kurdî bixin rojeva NY'ê
09:05 Rojeva Dersimê hilbijartina herêmî ye
09:05 Hunermend Eleonore Fourniau: Min tesîr ji Şakiro û Mihemed Arif girt
09:04 'Êdî sûriyeyî jî ji kesên bindest ên Tirkiyeyê ne'
09:03 Xwediyê fîrmaya taşeronê jî tev li çalakiya karkeran bû
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2018'AN
08:58 Hevşaredarê Êlihê Ozdemîr hat binçavkirin
08:58 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Hamburgê bi pêşandana ‘Keçên Rojê’ dest pê kir
31/10/2018
16:26 Rojnameger Kayar û 4 ESP’yî hatin berdan
15:50 Gergerlîoglu: Desthilatdar stemkar, bêhiqûq û bê wijdane
15:48 Hevserokê ÎHD’ê Turkdogan Pervîn Buldan ziyaret kir
15:04 ‘Emê ji qadên jiyanê xwe paşve nekişin’
14:33 KESK: Aboriya Tirkiyeyê berkendal e
14:29 Operasyona leşkerî li Gabarê dest pê kir
14:07 Xelîl: Divê koalîsyon, DYA û NY'î li dijî êrîşên tirkiyeyê helwesta xwe zelal bike
13:51 Temellî li Êlihê bang kir: Aştiya Tirkiyeyê di Kobanê de derbas dibe
13:50 Li Amedê operasyona leşkerî di roja 3’yan de berdewam dike
13:05 TSK bi topan êrîşî Kobanê dike
12:36 Mesûtoglu yê di rojiya mirinê de bi kesekê re hevdîtin nake
12:35 Li Êlihê gelek kes hatin binçavkirin
12:23 Ehmed Şêxo: Dema dîtin Kobanê bû hêvî 1’ê Mijdarê îlan kirin
11:30 Şanoya Bajarê Amedê bernameya xwe ya meha Mijdarê eşkere kir
11:18 Hevrêyên Mamoste Kadrî Kaya behsa wî kirin
10:39 Rojnamegerên li Edeneyê bûn: Di wê lîsteya mirinê de em jî hebûn
10:14 Li Gîrtîgeha Sîncanê sûc diafirînin û ceza li girtiyan dibirin
09:45 Gefên li dijî jinên li Girtîgeha Burhaniy didomin
09:09 Komîsyonvan: Berhem dê bêtir zem bibin
09:09 Li vê taxê ne av, ne ceryan, ne jî rê heye
09:08 Çerçî ji bo nexweşînên grîpî dermanên nebatî pêşniyar dikin
09:07 24 sal in li pey kujerên hevjînê xwe ye: Zilm heman zilm e
09:07 Qaçaxçiyên mirovan rojên şil û şepeliyê hildibijêrin
09:06 ‘Divê rêxistinbûyîna jinên elewî hebe'
09:05 Keleha Amîkê hindik maye bi temamî tune bibe
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2018'AN
30/10/2018
21:03 'Arjen Arî şêrgeleyekî zimanê kurdî bû'
18:51 Li Bedlîsê qedexeya derketina derve
17:04 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat redkirin
16:55 Malbatan bang li rayedaran kir: Cenazeyên me teslîmî me bikin
16:15 Buldan: Tekane rêya çareseriyê Komara Demokratîk e
16:14 UNESCO: Di her çar rojan de rojnamegerek tê kuştin
15:19 Dê derbarê kesên êrîşa Bîrdariya 10’ê Cotmehê kirin de serlêdana sûc bikin
14:44 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan serlêdan kirin
14:38 Mamoste Kadrî hat oxirkirin
14:16 Erdogan: Me li Bakurê Sûriyeyê operasyon dan destpêkirin
14:03 Temellî li Roboskî axivî: Em ê xwedî hev derbikevin
13:10 'Doza Parêzerên KCK’ê’ hat taloqkirin
12:58 Girtîgehên Bayburt, Înebolu û Bartin di rojeva Meclîsê dene
12:44 Osman Şenyaşar hat berdan
12:43 Dema zanîn sîvîl e li cihê bûyerê li çekê geriyan
10:26 Çiyayê Cûdî tê topbarankirin
10:08 Çîçek: Rakirina tecrîdê bi yekîtiya netewî pêkan e
09:46 Malbata firoşkerê Tiryakê: Polîsan li ser sûc girt, lê dîsan berdan
09:23 Birayê Bagdû: Têkiliya wan û dewletê bi hev re heye, loma bûyer nayê çareserkirin
09:22 Mamoste Kadrî Kaya tê oxirkirin
09:21 Fabrîkayên veguherînê jî yeko yeko top davêjin
09:20 Perwerdekara kubayî: Bi qedexeya zimanê zikmakî civak pêşnakeve
09:20 Li Osmaniyeyê girtiyên birîndar nayên tedawîkirin
09:19 Kete: Wê qeyûman tayînî cemxaneyan jî bikin
09:18 Li Turfend bi hinceta li ser nexşeya cîhanê 'Tirkiye biçûk hatiye nîşandan' lêpirsîn vekirin
09:18 Di 5 mehan de hat ber îflasê
09:17 Jiyana gundiyên ser sînor di nava zoriyê de ye
09:16 Şêniyên Dîlovasi: Em nikarin bêhnê bistînin
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2018'AN
08:23 Ji malbata Şenyaşar Osman hat binçavkirin
29/10/2018
22:13 Li Licê, Karaz û Hezroyê qedexeya derketina derve hat îlankirin