AMED – KCD’ê diyar kir ku yên piştevaniyê didan DAIŞ’ê dîsa ji nû ve êrîşî Kobanê dikin û got: “Bi van êrîşan re dixwazin DAIŞ’ê zindî dike. Yên li dijî êrîşan bêdeng man li dijî nirxên mirovahiyê sûc kirin.”
Kongreya Demokratîk a Gelan (KCD), bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. KCD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Hêzên mêtinger û hevkarên wan êrîşî Şoreşa Rojava a di pêşengiya gelê kurd de li pêş ket kirin. Xwestin şoreşa gelan bifetisînin.
ARÎN MÎRXAN BÛ PÊŞENG
Di serî de gelê kurd û hemû gelan li dijî hêzên mêtinger ên kapîtalîst li ber xwe dan. Li dijî DAIŞ’ê berxwedanek bêhempa dan nîşandan. Bi fedayîbûna ruhê xwe Kobanê parastin. Ji sembolên berxwedana Kobanê Arîn Mîrxan di çalakiya xwe li dijî çeteyan de bû pêşenga azadkirina Kobanê. Di dawiya berxwedana Kobanê de hemû cîhan neçar me vê berxwedanê bibîhîze. Ji ber vê yekê jî mirovên zane, nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedaran 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê îlan kirin.
DIXWAZIN DAIŞ’Ê LI KOBANÊ ZINDÎ BIKIN
Li Rojava bi hevrebûna gelan hat afirandin. Kobanê pêşengiya vê jiyana hevpar kir. Îro dîsa Kobanê bi êrîşan re hevrû maye. Yên bi gotina ‘Kobanê ket û wa dikeve’ destek dan DAIŞ’ê û ku negihîştin armanca xwe ji bo heyfa xwe bistînin di roja Roja Kobanê ya Cîhanê de dîsa êrîş dikin. Dixwazin bi van êrîşan DAIŞ’ê li Kobanê zindî bikin. Divê bê zanîn ku yên li dijî êrîşan bêdeng man li dijî nirxên mirovahiyê sûc kirin. Em wek KCD’ê hemû şervanên azadiyê û şoreşgerên enternasyonalîst ên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bibîr tînin û em vê roja berxwedana gelan gihandiye serkeftinê pîroz dikin.”