Muslîm: serkeftina berxwedana Kobanê serkeftina mirovahiyê ye

  • rojane
  • 11:01 1 Mijdar 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Meclîsa Kantona Kobanê Enver Muslîm, diyar kir ku divê mîna Kobanê, hemû gel li dijî êrîşên li ser Efrîn û Bakurê Sûriyeyê jî derbikevin.

 
Hevserokê Meclîsa Kontoa Kobanê Enver Muslîm, bi boneya 4'emîn Salvegera 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) re axivî û got: "Ji bo naskirina têkoşîna azadiya gelê Kurd, Kobanê rolek mezin lîst. Kobanê li hemberî DAIŞ'ê li ber xwe da. Kobanê peyama parastina dîrok û çanda gelê Kurd da tevahiya cîhanê. Di berxwedana Kobanê de jinan pêşengtî kir."  
 
Muslim, diyar kir ku gele Kurd ji hezaran salan ve beşeke sereke yên pêkhateyên herêmê ne, êdî tu alî nikarin vê yekê înkar bikin û wiha bilêv kir: "Mixabin Kurd her tim rastî siyasetên qirkirinê tên ku ji aliyê hikumetên ku dagirkeriya Kurdistanê dikin ve pêk tê. Mînak Kurd di Sûriyeyê de nedihatin naskirin û heta di destûra Sûriyeyê de girêdayî gelê Kurd tiştek tune ye. Ev hemû di çarçoveya çalakî  û plana van hikumetên desthilatdar a tunekirina neteweya Kurd de bû. Berxwedana dîrokî ya Kobanê bi roleke mezin di nasandina Kurdan û doza wan de ji giştî cîhanê re rabû û ji ber vê yekê DAIŞ'ê êrîşa xwe li dijî Kobanê gelekî dijwar kir û şervanên berxwedêr jî li hemberî van êrîşan derketin û ji giştî cîhanê re rêya Kurdan ragihand û şaristaniya vî gelî û dîroka wê ya kevnar zelal kirin. Metirsiya ku komkujiya li Şengalê li Kobanê jî dubare bibe zêde bû, lê giştî cîhan li hemberî berxwedêrên jin ku li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe dida matmayî man, nemaze gelek jinan canê xwe di nava çeteyan de teqand da ku Kobanê ji aliyê DAIŞ'ê ve neyê dagirkirin. Ji ber vê yekê 1'ê Mijdarê wek roja cîhanî ya piştgiriya bi Kobanê re hate ragihandin û bi sedan bajarên 93 dewletên cîhanê serî hilda û piştgiriya xwe bi berxwedêrên Kobanê re ragihand. Ya rast piştgiriya xwe bi gelê Kurd û projeya neteweya demokratîk re ragihandin."
 
'DIVÊ EM PIŞTGIRIYA ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ JI BÎR NEKIN'
 
Muslim, anî ziman ku dema ew dibêjin roja cîhanî ya piştgiriya bi Kobanê re, divê ew piştgiriya  çar parçeyên Kurdistanê ya ji bo berxwedana Kobanê re ji bîr nekin û wiha domand: "Bi taybet piştgiriya bakurê Kurdistanê divê me ji bîr nekin. Hemû welatiyên Bakurê Kurdistanê piştgiriya xwe bi berxwedêrên Kobanê re nîşan da û jin û zarok daketin kolanan û serî hilda. Bi hezaran welatiyên bakurê Kurdistanê bi mehan li nêzî sînorê di navbera Kobanê û bakurê Kurdistanê de dîwanek ava kir û sînor parast da ku çeteyên DAIŞ'ê ji Tirkiyeyê derbasî Kobanê nebin. Em û giştî cîhan xwepêşandanên girseyî ku li seranserî bajarên Kurdan û Tirkiyeyê di dema berxwedanê de hatine lidarxistin, ji bîr nakin. Gel got êdî ji zilmê re bes e, ji komkujiyan re bes e. Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê jî bi hovîtî li hemberî van xwepêşandanan derketin û bi dehan ji xwepêşandêran şehîd bûn. Em dikarin bibêjin ku welatiyên bakurê Kurdistanê roleke mezin di têkşikandina DAIŞ'ê li Kobanê de lîst."
 
 'PIŞTGIRIYEK MEZIN HEBÛ'
 
Muslim, di dewama dewama axatina xwe de wiha got: "Dema ku em behsa roja cîhanî ya piştgiriya bi Kobanê re dikin, girîng e em civakên ku piştgiriya xwe bi berxwedanê re li dijî terorê ragihandine, bi bîr bînin. Lê ji aliyekî din ve piştî ku bajar hate rizgarkirin, pêwîstî bi çalakiya jinûveavakirina bajêr zêde bû. Di rastiyê de rêxistinên ku îdia kirin ku dê beşdarî çalakiya jinûveavakirinê bibin, mixabin tiştek li ser erdê pêk neanîn. Tenê sozên bêbingeh bûn. Lê hin sazî û rêxistinan pir hindik sozên xwe pêk anîn. Ez dikarim bibêjim ku tenê gelê Kobanê êşa xwe hilgirt û bi xwe dest bi çalakiya jinûveavakirinê kir û hevkarî bi Rêveberiya Xweser re kirin û bajarê xwe ji nû ve ava kirin. Lê hê jî gelek deverên hilweşandî hene û heta niha nehatine sererastkirin. Li vir ez dixwazim behsa şaredariyên gel ên bakurê Kurdistanê bikim ku hemû ji bo Kobanê seferber bûn, çi Tirk û çi jî Kurd ku hezkiriyên aştiyê û azadiyê bûn û li gorî derfetên xwe alîkariya Kobanê kirin."
 
'CIVAKA NAVNETEWEYÎ BI ZANEBÛN ÇAVÊN XWE DIGIRE'
 
Muslim, anî ziman ku ew di qonaxeke gelek girîng de derbas dibin û wiha pê de çû: "Civaka navneteweyî bi zanebûn çavên xwe ji hin mijaran re digire. Tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan ji çend salan ve hê jî bedewam dike û serdana parêzerên wî hatiye qedexekirin. Tirkiye bi vê yekê rêgezên mafên mirovan binpê dike. Heta niha tu rêxistinan ev tecrîdkirin şermezar nekiriye. Ji bo ku ev destdirêjiyên dermirovî bêne temamkirin, êrîşeke nenormal li dijî Efrînê ji aliyê gelek dewletan ve hate kirin. Niha jî li demografyaya Efrînê tê guhertin û xwezaya herêmê tê kuştin. Tişta herî kambax çanda gelan li vê herêma dagirkirî tê tunekirin. Ev mijar bi serê xwe rexneyeke li hemberî civaka navneteweyî û hemû dewletên cîhanê ye. Divê ew tişta ku li Efrînê rû dide û destdirêjiya Tirkiyeyê li Efrînê bibînin. Dewleta Tirk bi salan alîkariya DAIŞ'ê dike ku metirsiya herî mezin li ser cîhanê ye. Divê baş nas bikin ku Efrînê parastina mirovahiyê bi rêya berxwedana xwe li dijî terora dewleta Tirk dikir. Welatiyên Efrînê 58 rojan di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de li ber xwe da. Divê giştî cîhan ji bo alîkariya bi Efrînê re serî hilde."
 
'SERKEFTINA KOBANÊ SERKETINA MIROVAHIYEYÊ'
 
Enwer Muslim, di dawiya axaftina xwe ev tişt gotin: "Ji rêgezên gelan ew e ku li rex hev bisekinin wekî beriya 4 salan, bi rastî tiştekî giranbuha bû. Em ji cîhanê dixwazin ku çavên xwe veke û projeya demokratîk a pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê nas bike. Divê civakên cîhanê her tim alîkariya bindestan bikin û tu carî serê xwe ji siyasetên desthilatdaran re netewînin. Em hemû gelên cîhanê ku beriya 4 salan ji bo piştgiriya berxwedana dîrokî ya Kobanê daketine kolanan, silavên xwe lê dikin. Em serkeftina berxwedana Kobanê wek serkeftina mirovahiyê dibînin. Em bejna xwe li hemberî rihê şehîdan ditewînin ku canê xwe fedayî mirovahiyê kiriye."

Sernavên din

02/11/2018
11:39 Salih Muslim: Armanca Tirkiyeyê tunekirina destkeftiyên Bakurê Sûriyeyê
10:30 Parêzer Bek: Desthilatdariya cînayeta Kaşıkçı çareser dike, çima ya Bagdu çareser nake?
10:12 Profesorê îxrac bû: Hîskirina me ya aydî welat kêm bûye
09:23 OSO'yî li kampa penaberan a Nisêbînê tên bicihkirin?
09:22 ‘Ocalan misogeriya îstikrara Tirkiyeyê ye'
09:21 Şaredariya Mezin a Dîlokê nelirêtî kirine
09:21 'Xwendekarên sûriyeyî daxilî perwerdehiyeke bê plansazî tên kirin'
09:20 Alinak: Ji bo xwedîderketina li Ocalan, şexs mirov be bes e
09:19 Êdî sewalvan nikarin êm û kayê jî bikirin
09:18 Projeya Çîn a ‘Yek Kember Yek Rê’, Ambargoya Tirkiye-Îran û dagirkeriya Xakûrkê
09:14 Kesên teqawidbûyî nikarin debara xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2018'AN
08:45 Şivanê ku esker û cerdevanan bi giranî birîndar kir, şandin hepsê
07:19 Li Stenbolê 2 kes di bin axe de man jiyana xwe ji dest dan
01/11/2018
16:51 Serlêdana parêzerên Ocalan a 760’emîn hat redkirin
16:37 Oluç: Kobanê ji bo mîrovahiyê berxwedanek girîng e
16:26 Berî dermakirina Babat biqede sewqî edliyê kirin
15:44 Cerdevanan wesayîtek gule baran kirin: Sedat Uzan kuştin
15:31 Rênas Jiyan vê carê got ‘Stranên Sor Niviştên Mor’
14:52 Gelê Kobanê: Wê rojê me çikir, emê îro jî bikin
14:31 ‘Bila nefesa wî ya dawî li ba min be’
14:22 Nobeta Edaletê di hefteya 77’emîn de berdewam kir
13:59 Salvegera Roja 1'ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê vîna gerdûnî ye
13:52 SES: Pêşnûya Qanûna Torbe ya AKP’ê dê tundiyê asteng neke
13:05 Temellî: Rihê berxwedanê dê tu carî neyê girtin
13:03 KCD: Bi êrîşa ser Kobanê re dixwazin çeteyan zindî bikin
12:25 Li Kobanê Roja Kobanê ya Cîhanê tê pîrozkirin
12:21 Polîsan bi ser Kovara Yuruyuşê de girt û kesek binçav kir
12:10 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Kobanê li dijî hovîtiya DAIŞ’ê bu sembol
11:41 Li Koreya Başûr ji bo reda wîjdanî mafê xizmeta alternatîf hat nasîn
11:36 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan cara 760'emîn serlêdan kirin
11:27 Li Qersê binçavkirina siyasetmedaran 4 rojan dirêj kirin
11:01 Muslîm: serkeftina berxwedana Kobanê serkeftina mirovahiyê ye
10:56 Kesên îşkenceyê dîtin dema binçavkirina wan hat dirêjkirin
09:28 Li Karaz, Lîcê û Hezro bi 107 malan de hat girtin
09:06 Wê zimanê kurdî bixin rojeva NY'ê
09:05 Rojeva Dersimê hilbijartina herêmî ye
09:05 Hunermend Eleonore Fourniau: Min tesîr ji Şakiro û Mihemed Arif girt
09:04 'Êdî sûriyeyî jî ji kesên bindest ên Tirkiyeyê ne'
09:03 Xwediyê fîrmaya taşeronê jî tev li çalakiya karkeran bû
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2018'AN
08:58 Hevşaredarê Êlihê Ozdemîr hat binçavkirin
08:58 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Hamburgê bi pêşandana ‘Keçên Rojê’ dest pê kir
31/10/2018
16:26 Rojnameger Kayar û 4 ESP’yî hatin berdan
15:50 Gergerlîoglu: Desthilatdar stemkar, bêhiqûq û bê wijdane
15:48 Hevserokê ÎHD’ê Turkdogan Pervîn Buldan ziyaret kir
15:04 ‘Emê ji qadên jiyanê xwe paşve nekişin’
14:33 KESK: Aboriya Tirkiyeyê berkendal e
14:29 Operasyona leşkerî li Gabarê dest pê kir
14:07 Xelîl: Divê koalîsyon, DYA û NY'î li dijî êrîşên tirkiyeyê helwesta xwe zelal bike
13:51 Temellî li Êlihê bang kir: Aştiya Tirkiyeyê di Kobanê de derbas dibe
13:50 Li Amedê operasyona leşkerî di roja 3’yan de berdewam dike
13:05 TSK bi topan êrîşî Kobanê dike
12:36 Mesûtoglu yê di rojiya mirinê de bi kesekê re hevdîtin nake
12:35 Li Êlihê gelek kes hatin binçavkirin
12:23 Ehmed Şêxo: Dema dîtin Kobanê bû hêvî 1’ê Mijdarê îlan kirin
11:30 Şanoya Bajarê Amedê bernameya xwe ya meha Mijdarê eşkere kir
11:18 Hevrêyên Mamoste Kadrî Kaya behsa wî kirin
10:39 Rojnamegerên li Edeneyê bûn: Di wê lîsteya mirinê de em jî hebûn
10:14 Li Gîrtîgeha Sîncanê sûc diafirînin û ceza li girtiyan dibirin
09:45 Gefên li dijî jinên li Girtîgeha Burhaniy didomin
09:09 Komîsyonvan: Berhem dê bêtir zem bibin
09:09 Li vê taxê ne av, ne ceryan, ne jî rê heye
09:08 Çerçî ji bo nexweşînên grîpî dermanên nebatî pêşniyar dikin
09:07 24 sal in li pey kujerên hevjînê xwe ye: Zilm heman zilm e
09:07 Qaçaxçiyên mirovan rojên şil û şepeliyê hildibijêrin
09:06 ‘Divê rêxistinbûyîna jinên elewî hebe'
09:05 Keleha Amîkê hindik maye bi temamî tune bibe
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2018'AN
30/10/2018
21:03 'Arjen Arî şêrgeleyekî zimanê kurdî bû'
18:51 Li Bedlîsê qedexeya derketina derve
17:04 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat redkirin
16:55 Malbatan bang li rayedaran kir: Cenazeyên me teslîmî me bikin
16:15 Buldan: Tekane rêya çareseriyê Komara Demokratîk e
16:14 UNESCO: Di her çar rojan de rojnamegerek tê kuştin
15:19 Dê derbarê kesên êrîşa Bîrdariya 10’ê Cotmehê kirin de serlêdana sûc bikin
14:44 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan serlêdan kirin
14:38 Mamoste Kadrî hat oxirkirin
14:16 Erdogan: Me li Bakurê Sûriyeyê operasyon dan destpêkirin
14:03 Temellî li Roboskî axivî: Em ê xwedî hev derbikevin
13:10 'Doza Parêzerên KCK’ê’ hat taloqkirin
12:58 Girtîgehên Bayburt, Înebolu û Bartin di rojeva Meclîsê dene
12:44 Osman Şenyaşar hat berdan
12:43 Dema zanîn sîvîl e li cihê bûyerê li çekê geriyan
10:26 Çiyayê Cûdî tê topbarankirin
10:08 Çîçek: Rakirina tecrîdê bi yekîtiya netewî pêkan e
09:46 Malbata firoşkerê Tiryakê: Polîsan li ser sûc girt, lê dîsan berdan
09:23 Birayê Bagdû: Têkiliya wan û dewletê bi hev re heye, loma bûyer nayê çareserkirin
09:22 Mamoste Kadrî Kaya tê oxirkirin
09:21 Fabrîkayên veguherînê jî yeko yeko top davêjin
09:20 Perwerdekara kubayî: Bi qedexeya zimanê zikmakî civak pêşnakeve
09:20 Li Osmaniyeyê girtiyên birîndar nayên tedawîkirin
09:19 Kete: Wê qeyûman tayînî cemxaneyan jî bikin
09:18 Li Turfend bi hinceta li ser nexşeya cîhanê 'Tirkiye biçûk hatiye nîşandan' lêpirsîn vekirin
09:18 Di 5 mehan de hat ber îflasê
09:17 Jiyana gundiyên ser sînor di nava zoriyê de ye
09:16 Şêniyên Dîlovasi: Em nikarin bêhnê bistînin
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2018'AN
08:23 Ji malbata Şenyaşar Osman hat binçavkirin
29/10/2018
22:13 Li Licê, Karaz û Hezroyê qedexeya derketina derve hat îlankirin