Hunermend Eleonore Fourniau: Min tesîr ji Şakiro û Mihemed Arif girt

img

STENBOL – Hunermenda fransî Eleonore Fourniau, bi gelek zimanan distrê û tesîr ji dengbêj Şakiro û Mihemed Arifê Cizrawî girtiye û bi kurdî jî distrê, bi deng û muzîka xwe balê dikişîne. 

Hunermend Eleonore Fourniau ku bi stranên kurdî û tirkî li medyaya civakî û platformên muzîkê balê dikişîne, di demên dawî de pir tê guhdarkirin. Fourniau, di sala 1987'an de li Parîsê hatiye dinê û 3 salan li Ozbekîstanê maye û li vir hem beşa dîrokê xwendiye hem jî li ser piyanoyê hûr bûye. Ji ber muzîka anatolyayê bala wê dikişîne, di sala 2010'an de tê Stenbolê û wextekê li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê perwerdeyê distînin. Her wiha ji ber meraqa wê ya ji bo muzîka kurdî, Dengbêj Xalîde wê perwerde dike. Fourniau, piştî demekê bi koma Esman re dixebite û niha jî li ser projeyên xwe yên bi navê Samaïa, Telli Turnalar dixebite. 
 
Fourniau, diyar dike ku ji ber meraqa wê ya ji bo muzîka anatolyayê hatiye Stenbolê û got: "A rast ez ê salekê tenê bimanama, lê her çû min xwest zêdetir bimînim. Pêşî hem di warê deng hem jî di warê tembûrê de min perwerde girt. Paşê wekî xwendekara mêvan çûm Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê. 3 salan li konservatuara zanîngehê mam. Lê belê ji mirovên li wir gelek tişt hîn bûm. Min MErcan Erzîncan nas kir. Xwest ez û wê bi hev re bixebitin. Min û wê repertuarek amade kir. Li Tirkiye û Ewropayê me gelek konsert li dar xistin. Li konservatuarê min gelek kes nas kirin. Min wî wan hevalan komên muzîkê yên kurdî ava kirin. Bi vî awayî gelek tişt hîn bûm." 
 
Fourniau, destnîşan dike ku dê û bavê wê der barê welatên Asyaya Navîn de hin lêkolîn kirine, loma cîhan ji bo wê ne xerîb e û dibêje: "Dibe mirov biheyirin û bêjin 'ev eleqe çawa çêbû?' Lê ev ji bo min cihê moralê ye." Fourniau, bilêv dike ku heta ew nehatibû Tirkiyeyê hayê wê ji muzîka gel tune bû û dibêje: "Tenê min dengê tembûrê bihsîtibû. Min nizanibû 'Tirkî çi ne? Muzîka gel çî ye?' Jixwe min bi tirkî jî nizanibû. Wexta hînî tembûrê bûm pêşî min qewl û turku lêxistin. Pêşî hay ji qewlan çêbûm." 
 
Her wiha Fourniau, diyar dike ku li konservatûarê ne mimkun bû ku ew hînî kurdî bibe, lê belê bi zorê hînî kurdî bûye. Fourniau, destnîşan dike ku Dengbêj Xalîde di warê deng û gewriyê de ew perwerde kiriye û paşê bi stranan hînî kurdî bûye. 
 
ASÎMLASIYONA LI FRANSAYÊ 
 
Fourniau, rewşa zimanê oksitan û kurdî rûberî hevdu dike û dibêje: "Em ji zûvde hatine asîmlekirin. Hîn jî li hin herêman ev ziman heye. Li hêla herêma em jê re dibêjin Brîtanya yanî li rojavayê Fransayê dibistanên bi vî zimanî perwerdehiyê didin hene. Dibistanên taybet in. Ji ber lîstikên gel, mîhrîcanên muzîlkê hene ev çand hîn jî heye. Li herêma Baskê jî heman rewş heye. Ew der herêmên biçûk in. Lê belê li hêlên din ên Fransayê, piştî îhtilala Fransayê pêvajoya asîmlasyonê dest pê kir. Gel hat asîmlekirin. Niha pir hindik bi vî zimanî tê xeberdan. Wexta em biçûk bûn bavê min bi vî zimanî bi me re xeber dida. Loma ez fêm dikim, lê her çend nêzî zimanê fransî be jî, nikarim biaxivim." 
 
ÇAND WINDA DIBIN 
 
Fourniau, destnîşan dike ku li Tirkiyeyê tevî polîtîkaya asîmlasyonê, oto sansura malbatan jî heye û dibêje: "Malbat ji bo zarokên wan bibin xwedî kar pir qîmetê nadin ziman. Çi kurdî, çi lazî be dibêje wê xwe bi xwe hîn bibin. Halbûkî divê dê û bav ewil ziman hînî zarok bikin. An jê wê ev ziman winda bibe. Ev yek dibe sedema windabûna çandan." 
 
Fourniau, diyar dike ku muzîk û berhemên Dersimê jî tesîr lê kirine û bi taybetî jî ew hînî berhemên bi kurmancî, kirmanckî û lazî dibe. 
 
Fourniau, bilêv dike ku Dengbêj Şakiro û Mihemed Arifê Cizrawî zêde tesîrê lê dikin û loma eleqeya wê ya ji bo muzîka kurdî çêbûye. Fourniau dibêje: "Bi tesadufî bi jehavlên xwe hay ji wan çêbûm. Dengbêj Şakirê bêyî esntruman dbêje. Dengekî wî yê pir xurt heye. Pir hakimê ziman e. Hinekî dişibînim muzîka rapê. Çanda gelekî ya bi sedan salan bilêv dike. Gotinên wî hemûyan fêm nakim, lê dîsa jî guhdar dikim. Dengê Mihemed Arifê Cizrawî dengekî ehstiyar e û ji kûrayiya dil ve tesîrê li min dike." 
 
'HÎN SERÊ RÊ YE' 
 
Fourniau, tîne ziman ku ew li stranên kurdî guhdar dike û xwe bi xwe ji ber dike û dibêje: "Loma dema distrêm hestiyar dibim. Çimkî min bi xwe ew hilbijartin. Bi taybetî min xwest hîn bibim. Ger kesî alîkariya min bikirana belkî min baştir bigotana. Di vî warî de tenê mam." 
 
Fourniau dibêje: "Lê belê ev hîn serê rê ye. Dixwazim hay ji stranên gelek dengbêjan çêbibim. Loma divê ez bêtir wextê xwe li cem wan mirovên bi vê hunerê re eleqedar derbas bikim. Ger rojekê derfeteke min a wisa çêbibe ez ê hîn bibim."  
 
MA / Sadiye Eser

Sernavên din

02/11/2018
11:39 Salih Muslim: Armanca Tirkiyeyê tunekirina destkeftiyên Bakurê Sûriyeyê
10:30 Parêzer Bek: Desthilatdariya cînayeta Kaşıkçı çareser dike, çima ya Bagdu çareser nake?
10:12 Profesorê îxrac bû: Hîskirina me ya aydî welat kêm bûye
09:23 OSO'yî li kampa penaberan a Nisêbînê tên bicihkirin?
09:22 ‘Ocalan misogeriya îstikrara Tirkiyeyê ye'
09:21 Şaredariya Mezin a Dîlokê nelirêtî kirine
09:21 'Xwendekarên sûriyeyî daxilî perwerdehiyeke bê plansazî tên kirin'
09:20 Alinak: Ji bo xwedîderketina li Ocalan, şexs mirov be bes e
09:19 Êdî sewalvan nikarin êm û kayê jî bikirin
09:18 Projeya Çîn a ‘Yek Kember Yek Rê’, Ambargoya Tirkiye-Îran û dagirkeriya Xakûrkê
09:14 Kesên teqawidbûyî nikarin debara xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2018'AN
08:45 Şivanê ku esker û cerdevanan bi giranî birîndar kir, şandin hepsê
07:19 Li Stenbolê 2 kes di bin axe de man jiyana xwe ji dest dan
01/11/2018
16:51 Serlêdana parêzerên Ocalan a 760’emîn hat redkirin
16:37 Oluç: Kobanê ji bo mîrovahiyê berxwedanek girîng e
16:26 Berî dermakirina Babat biqede sewqî edliyê kirin
15:44 Cerdevanan wesayîtek gule baran kirin: Sedat Uzan kuştin
15:31 Rênas Jiyan vê carê got ‘Stranên Sor Niviştên Mor’
14:52 Gelê Kobanê: Wê rojê me çikir, emê îro jî bikin
14:31 ‘Bila nefesa wî ya dawî li ba min be’
14:22 Nobeta Edaletê di hefteya 77’emîn de berdewam kir
13:59 Salvegera Roja 1'ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê vîna gerdûnî ye
13:52 SES: Pêşnûya Qanûna Torbe ya AKP’ê dê tundiyê asteng neke
13:05 Temellî: Rihê berxwedanê dê tu carî neyê girtin
13:03 KCD: Bi êrîşa ser Kobanê re dixwazin çeteyan zindî bikin
12:25 Li Kobanê Roja Kobanê ya Cîhanê tê pîrozkirin
12:21 Polîsan bi ser Kovara Yuruyuşê de girt û kesek binçav kir
12:10 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Kobanê li dijî hovîtiya DAIŞ’ê bu sembol
11:41 Li Koreya Başûr ji bo reda wîjdanî mafê xizmeta alternatîf hat nasîn
11:36 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan cara 760'emîn serlêdan kirin
11:27 Li Qersê binçavkirina siyasetmedaran 4 rojan dirêj kirin
11:01 Muslîm: serkeftina berxwedana Kobanê serkeftina mirovahiyê ye
10:56 Kesên îşkenceyê dîtin dema binçavkirina wan hat dirêjkirin
09:28 Li Karaz, Lîcê û Hezro bi 107 malan de hat girtin
09:06 Wê zimanê kurdî bixin rojeva NY'ê
09:05 Rojeva Dersimê hilbijartina herêmî ye
09:05 Hunermend Eleonore Fourniau: Min tesîr ji Şakiro û Mihemed Arif girt
09:04 'Êdî sûriyeyî jî ji kesên bindest ên Tirkiyeyê ne'
09:03 Xwediyê fîrmaya taşeronê jî tev li çalakiya karkeran bû
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2018'AN
08:58 Hevşaredarê Êlihê Ozdemîr hat binçavkirin
08:58 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Hamburgê bi pêşandana ‘Keçên Rojê’ dest pê kir
31/10/2018
16:26 Rojnameger Kayar û 4 ESP’yî hatin berdan
15:50 Gergerlîoglu: Desthilatdar stemkar, bêhiqûq û bê wijdane
15:48 Hevserokê ÎHD’ê Turkdogan Pervîn Buldan ziyaret kir
15:04 ‘Emê ji qadên jiyanê xwe paşve nekişin’
14:33 KESK: Aboriya Tirkiyeyê berkendal e
14:29 Operasyona leşkerî li Gabarê dest pê kir
14:07 Xelîl: Divê koalîsyon, DYA û NY'î li dijî êrîşên tirkiyeyê helwesta xwe zelal bike
13:51 Temellî li Êlihê bang kir: Aştiya Tirkiyeyê di Kobanê de derbas dibe
13:50 Li Amedê operasyona leşkerî di roja 3’yan de berdewam dike
13:05 TSK bi topan êrîşî Kobanê dike
12:36 Mesûtoglu yê di rojiya mirinê de bi kesekê re hevdîtin nake
12:35 Li Êlihê gelek kes hatin binçavkirin
12:23 Ehmed Şêxo: Dema dîtin Kobanê bû hêvî 1’ê Mijdarê îlan kirin
11:30 Şanoya Bajarê Amedê bernameya xwe ya meha Mijdarê eşkere kir
11:18 Hevrêyên Mamoste Kadrî Kaya behsa wî kirin
10:39 Rojnamegerên li Edeneyê bûn: Di wê lîsteya mirinê de em jî hebûn
10:14 Li Gîrtîgeha Sîncanê sûc diafirînin û ceza li girtiyan dibirin
09:45 Gefên li dijî jinên li Girtîgeha Burhaniy didomin
09:09 Komîsyonvan: Berhem dê bêtir zem bibin
09:09 Li vê taxê ne av, ne ceryan, ne jî rê heye
09:08 Çerçî ji bo nexweşînên grîpî dermanên nebatî pêşniyar dikin
09:07 24 sal in li pey kujerên hevjînê xwe ye: Zilm heman zilm e
09:07 Qaçaxçiyên mirovan rojên şil û şepeliyê hildibijêrin
09:06 ‘Divê rêxistinbûyîna jinên elewî hebe'
09:05 Keleha Amîkê hindik maye bi temamî tune bibe
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2018'AN
30/10/2018
21:03 'Arjen Arî şêrgeleyekî zimanê kurdî bû'
18:51 Li Bedlîsê qedexeya derketina derve
17:04 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat redkirin
16:55 Malbatan bang li rayedaran kir: Cenazeyên me teslîmî me bikin
16:15 Buldan: Tekane rêya çareseriyê Komara Demokratîk e
16:14 UNESCO: Di her çar rojan de rojnamegerek tê kuştin
15:19 Dê derbarê kesên êrîşa Bîrdariya 10’ê Cotmehê kirin de serlêdana sûc bikin
14:44 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan serlêdan kirin
14:38 Mamoste Kadrî hat oxirkirin
14:16 Erdogan: Me li Bakurê Sûriyeyê operasyon dan destpêkirin
14:03 Temellî li Roboskî axivî: Em ê xwedî hev derbikevin
13:10 'Doza Parêzerên KCK’ê’ hat taloqkirin
12:58 Girtîgehên Bayburt, Înebolu û Bartin di rojeva Meclîsê dene
12:44 Osman Şenyaşar hat berdan
12:43 Dema zanîn sîvîl e li cihê bûyerê li çekê geriyan
10:26 Çiyayê Cûdî tê topbarankirin
10:08 Çîçek: Rakirina tecrîdê bi yekîtiya netewî pêkan e
09:46 Malbata firoşkerê Tiryakê: Polîsan li ser sûc girt, lê dîsan berdan
09:23 Birayê Bagdû: Têkiliya wan û dewletê bi hev re heye, loma bûyer nayê çareserkirin
09:22 Mamoste Kadrî Kaya tê oxirkirin
09:21 Fabrîkayên veguherînê jî yeko yeko top davêjin
09:20 Perwerdekara kubayî: Bi qedexeya zimanê zikmakî civak pêşnakeve
09:20 Li Osmaniyeyê girtiyên birîndar nayên tedawîkirin
09:19 Kete: Wê qeyûman tayînî cemxaneyan jî bikin
09:18 Li Turfend bi hinceta li ser nexşeya cîhanê 'Tirkiye biçûk hatiye nîşandan' lêpirsîn vekirin
09:18 Di 5 mehan de hat ber îflasê
09:17 Jiyana gundiyên ser sînor di nava zoriyê de ye
09:16 Şêniyên Dîlovasi: Em nikarin bêhnê bistînin
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2018'AN
08:23 Ji malbata Şenyaşar Osman hat binçavkirin
29/10/2018
22:13 Li Licê, Karaz û Hezroyê qedexeya derketina derve hat îlankirin