DÎLOK - Rojnamevan Ercument Akdenîz, destnîşan kir ku bi nedayîna statuyê penaberên sûriyeyî bê nasname dijîn. Akdenîz, got êdî sûriyeyî jî yek ji wan gelên bindest ên li Tirkiyeyê ne.
Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Koçberiyê 3. 4 milyon sûriyeyî li Tirkiyeyê dijîn û ji evana milyon û 438 hezar û 371 jê jî li bajarên li ser sînor bi cih bûne. Ev demeke di navbera penaberên sûriyeyî û welatoyên xwecihî de rageşî rû didin û ji ber vê êdî bi çavê pevçûnî li sûriyeyan tê nihêrîn. Yek ji van ajaran jî Dîlok e ku gelek penaber lê bi cih bûne. Li herêmî herî dawî rageşî li Rihayê rû da û di vê rageşiyê de gelek sûriyeyî mirin. Rojnamevan Ercument Akdenîz bal kişand ser vê yekê û got, sedema sereke ya pirsgirêkê ew e ku li Tirkiyeyê statu ji bo sûriyeyan nayê dayîn.
‘KIRIN GETTO'
Akdenîz, anî ziman ku pirsgirêkên sûriyeyên li welat, ji ber nêzî gelheya li Dîlok û Kilîsê ne bi awayekî aşkere dixuyên û 7 sal in penaberên sûriyeyî bê statu ne. Akdenîz, diyar kir ku rê li ber statuya welatîbûyîna sûriyeyan nayê vekirin û got: "Ev yek jî bû sedema xebata derî tomariyê. Destûra xebatê nedan wan. Bi salan bê ewlehî xebitîn. Ji ber hatin herêmeke bi terhê jiyana wê, çanda wê nizanin bûn getto. Nikaribûn li gor civakê tev bigerin. Pêşdarazî demildest derket holê. Ev pêşdaraz bûn sedema dijminahiyê. Ji ber vê jî êrîşên nîjadperest, bûyerên lînçkirinê rû dan. Ev tişt di sala 7'an de jî didomin."
‘DIVÊ SÛRIYEYÎ Û TIRKIYEYÎ XWEDÎ HEMAN MAFAN BIN'
Akdenîz, bilêv kir ku hikûmet gotinên mêvan û muhacir bi kar tînin, lê belê ev gotin nerast in. Akdenîz, destnîşan kir ku hemû mirov xwedî mafên gerdûnî ne û got: "Mirovên li Tirkiyeyê dijîn çendî xwedî maf bin, sûriyeyî jî xwedî heman mafan e. Dema em statuya penaberiyê bidin gotina 'em wan diparêzin' cihê xwe nagire. Çimkî wexta hûn vê nekin, hûn penaberên li 50-60 bajarî belav bûne ber bi êrîşan ve hêl dikin. Mirov heqê kirê zêde didin, karker bi erzanî tên xebitandin. Çimkî qanûna wekheviyê tune ye. Bi rastî jî ger xwedîderketinek hebe, divê li gor mafên wekheviyê hebe. Lê belê hik»met ji bo vê yekê tu gavî navêje. Helbet hewandina 4 milyon mirovî zehmet e, lê ev nayê wateya ku dê pîvanên gerdûnî bên mehrûmkirin."
‘DIVÊ EM DEWLEMENDIYA KOÇBERAN BIBÎNIN'
Akdenîz, bilêv kir ku êdî sûriyeyî jî yek ji gelên bindest ên Tirkiyeyê ne û divê bindest bi çavekî kêmdîtinî li bindestan nenêrin. Divê bindest bi paşeroja xwe re hevrû bibin û got: "Di salên 1970'yî de li jêrzemînên Stenbolê, li avahiyên xirbende gundî û elewiyên ku ji Anadolê ji bo kar dihatin diman. Paşê di salên 1990'î de ji ber pêvajoya pevçûnî kurd hatin û li evan deran jiyan. Lê me ev yek dît; ên berê ji bo ên nû hatin digotin 'Elewî hatin ev tax xirab bû', 'kurd hatin ev tax xirab bû.' Niha ev yek ji bo penaberên sûriyeyî jî tê gotin. Welatiyê elewî yê bi salan ç biçûk dihat dîtin, niha sûriyeyan dieciqîne. An jî birayê me yê kurd vê yekêd ibêje. Nexwe di nav gelan de dîwarên mezin ên bi pêşdarazê hatine çêkirin hene. Ger hemû bindest dest bidin hevdu û li hemberî eçwisandin û kedxwariyê bitêkoşin dê bi ser biekvin. Lê vê yekê nekin dê tim bên eciqandin."
Akdenîz, diyar kir ku koçberên ji Sûriyeyê hatine tenê bi xwe re êş û azar neanîne, bi xwe re çanda xwe ya dewlemend jî anîne. Akdenîz, destnîşan kir ku dewlemendiya çandî destkeftiyeke mezin e û divê ev dewlemendî bê dîtin.
‘DIVÊ EM Û SÛRIYEYAN BIKARIBIN BI HEV RE BIJÎN'
Akdenîz bal kişand ser gotina "Wê sûriyeyî biçin an bimînin?" jî û got: "Di anketa dawî ya Zanîngeha Dîlokê de; ji sed 100 sûriyeyên li Dîlokê dijîn 56 jê dixwazin biçin. Rêjeya kesên dixwazin biçin Ewropayê jî ji sedî 18 ye. Dema herdu hejmar bibin yek dike ji sedî 74. Ji roja şer dest pê kiriye heta niha 300 hezar zarokên sûriyeyî li welatê me çêbûne. Ev zarok dîlokî, kilîsî, îzmîrî, edeneyî ne. Li cihê wan ê ji dayikbûnê bajarên me hatine nivîsandin. Ev êdî mirovên vê xakê ne. Ji sedî 74 bixwazin biçin jî, lê yên li vir çêbûna naxwazin biçin. Yanî çûna an jî neçûna wan ne çareserî ye. Dê qismek sûriyeyî li vir bimînin û divê em û wan bikaribin bi hev re bijîn."