ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu, diyar kir ku AKP ji bo bijîşkên bi KHK’an ji kar avetin, nekirin li nexweşxaneyên taybet bixebitin, dibin navê pêşîlêgirtina tundiya di tenduristiyê pêşnûme qanûn amade kiriye û got: “6 hezar akamedîsyên ji kar hatin avêtin. Nahêlin taybet bixetin û dest danîn ser pasaportên wan. Em bi pêkanînên stemkar, bêhiqûq û bêwijdan ên dewletê re rû bi rû ne.”
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Kocaelî Omer Faruk Gergerlîoglu, derbarê betalkirina pasaportên kesên hatin îxraçkirin de li Meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Gergerlîoglu, diyar kir ku darbarê betalkirina pasaportan de mexdûriyetek mehtin tê jiyîn û wiha axivî: “Di vî warî de gelek serlêdan tên kirin. Me ev mexdûriyet ji Komîsyona Lêkolîn a Mafê Mirovan a Meclîsê û rayedarên têkildare ragihand. Lê heya niha tu pêngav nehatiye avêtin.
‘QEDEXEYÊN PASAPORT DAÎMÎ KIRIN’
Gergerlîoglu, anî ziman ku OHAL rabû û wiha bilêv kir: “Welatên derbarê wan de lêpirsîn û doz tunebûn divê pasaportên wan bên dayîn. Lê ji ber ku qanûnên di dema OHAL’ê de hatin derxistin, qedexeyên pasaportan daîmî kirin. Li Tirkiyeyê, ji bo bi hezeran welatiyan hîna jî OHAL berdewam dike. Dema OHAL rabû, diviya bû KHK jî rabin. Lê rejîma OHAL’ê û qedexeyên pasaportan hatin daîmîkirin.”
‘DEWLETEK BÊ WIJDAN Û BÊ REHIM’
Gergerlîoglu, da zanîn ku encex dadgeh ji bo qedexeya derketin derveyî welat biryar bide û wiha got: “Lê îro li şûna dadtgehê rêveberî vê biryarê dide. Divê dadgeha qanûna bingehîn vê sererastkirinê îptal bike. Dawî li van mexdûriyetan bîne. Kesên pasaportên wan hatin betalkirin, divê karibin derbarê veşartin û parastina jiyana xwe ya taybet de, serlêdan bikin. 6 hezar akademîsyên hatin îxraçkirin. Hûn nahêlin taybet bixetin. Dest datînin ser pasaportên wan. Em bi pêkanînên stemkar, bêhiqûq û bêwijdan ên dewletê re rû bi rû ne. Li pêşberî me desthilatdariyek xwe ker û lal kiriye heye. Lê çi dibe bila bibe emê dîsan dengên xwe bilind bikin.”