MERSÎN - Platforma Jinên Mêrsînê, bal kişand ser zextên li ser jinan û got: “Emê ji qadên jiyanê xwe paşve nekişin.”
Platforma Jinên Mêrsînê, têkildarî zextên li ser jinan li Parka Zarokan a Azad daxuyanî da çapemeniyê. Hevseroka Giştî ya Partiya Avakirina Jinû de Sosyalîzmê (SYKP) Canan Yuce, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê Zelal Onen û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn û dirûşmên “Em ê bi şev li kolan, qadan û di her qadên jiyanê de bin” û “AKP destê xwe ji ser bendana min bikişîne” berz kirin.
'EM PAŞVE NE KÊŞIN’
Seroka Şaxa Komeleya Jinan a Gunebakan Zubeyde Akpinar, daxuyanî da û wiha got: “Li Mêrsîn û bajarên din, di rojên dawî de polîs an jî notirvan, jinên trans ji ber kincên wan dibin qereqolê, di çarçoveya Qanûna Qebahetan de ceza ji wan re dinivîsin û dûre wan li cihên bê ewle berdidin. Emê tu carî ji qadên jiyanê xwe paşve nedin. Em polîsên ku dixwazin qadên jiyanê li jinan teng bikin, şermezar dikin.”