ŞIRNEX - Li herêma Çiyayê Gabar Şirnexê, bi tevlîbûna gelek leşker û cerdevanan operasyona hat destpêkirin.
Li Çiyayê Gabar a navend û navçeya Basa ya Şirnexê, bi tevlîbûna gelek leşker û cerdevanan operasyon hat destpêkirin. Operasyona duh hat destpêkirin û her ku diçe operasyon berfireh dibe.
Hat diyar kirin ku welatiyên xwestin biçin nava zeviyên xwe yên herêmê, ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.