ÎZMÎR – Girtiya Girtîgeha Tîpa T a Burhaniye Figen Şahîn, diyar kir ku kefa eskeran a li hemberî wan didome. Şahîn, da zanîn ku jinên edlî li hemberî jinê siyasî sor dikin.
Ji girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Burhaniye ya Balikesirê Figen Şahin, diyar kir ku îhlal û binpêkirina eskeran a li hemberî wan didome. Xwişka Şahin Nirgul Turhal, diyar kir ku zext û gefên li dijî 5 jinên girtî yên siyasî berdewam dike û wiha got: "Esker girtiyên jin ên siyasî û edlî li hemberî hev sor dike. Dixwazin jinên esdî li dijî girtiyên siyasî sor bikin. Li gorî xwişka min der barê rewşa girtîgehê de agahî da min, girtî di bin gefê eskeran de dijîn. Girtiyên siyasî nikarin ji mafê xwe yên civakî û çandî sudê bigirin. Dema bûyerek pêk tê gardiyan her dem qala mêrên girtî yên li girtîgehê dikin û gefan li wan dixwin. Girtiyan sewqa xwe xwestin. Lê destûr nedan sewqê. Hinceta li dijî sewqê jî biryara wezaretê ya divê li vê girtîgehê 5 girtiyên jin bimînin e.
Dema neqaşek di nava girtiyan de çê dibe her dem gardiyanên mêr bi çopan dikevin nava meseleyê û wan di nava xwîne de dihêle. Girtî dixwazin bi rayedarên girtîgehê re hevdîtin bikin, lê bê encam dimîne. Li ser girtiyên jin ên edlî ji zext hene. Esker ji girtiyên siyasî re dibêje 'Hûn ji xwe di destê me de ne. Em bixwazin dikarin we ji biçîna bikujin. Birayên me yên GurêBoz dê we bikujin.' Girtiyan xwestin daxwaznameye bidin lê ev jî bê fêde ye. Girtiyên edlî kevir, şûşe û şekir davê ser wan wan sor dike. Girtîgeh pir sar e û tene dikarin 2 qazaxan bistinin."