ŞIRNEX - Li Şirnexê, qeyûmê tayînî şaredariyê hatiye kirin, rêya li Taxa Yeşîlyûrtê xira kir hîn jî çênekiriye. Ava qenalîzasyonê ya girtîgehê diherike ser vê rêyê û ji ber vê rê bûye çirav. Her wiha bi mehan e xweşikî ceryan û ava taxê jî tune ye.
Li Şirnexê, qeyûmê tayînî şaredariyê hat kirin 8 meh berê bi hinceta dê bê nûkirin rêya Taxa Yeşîlyûrtê xira kir, lê belê hîn jî rêya 2 kîlometreyî çênekiriye. Ev rêya ku li jêra Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê ye û wekî herêma Rezokê tê naskirin, dema baran tê hema bêje dibe çirav û vilçoq.
AVA QENALÎZASYONA GIRTÎGEHÊ JÎ DIHERIKE SER RÊ
Li vê herêmê 10 malbat dijîn û ji ber rê nayê çêkirin, welatî ji mecbûrî di ser giran re diçin û tên. Her wiha xwendekar jî ji neçarî di vê rêyê de diçin û tên û wexta çûnahtinê de kincên wan dibin herî. Ligel vê ava qenalîzasyonê ya girtîgehê jî diherike ser vê rêyê. Ji ber bêhna vê ava diherike ser rê, welatî nikarin pace û deriyên xwe vekin.
AVÊ DIKIŞÎNIN
Welatiyan ji bo vê pirsgirkê gelek caran serî li qeyûm û rayedarên saziyên cemaweriyê dane, lê belê dîsa jî nehatiye çareserkirin. Ji ber bîra ku ji zûvde ye avê jê dikişînin ziwa bûye, welatî ji neçarî diçin ji bîr û kaniyên ku dûr wan in avê dikişînin. Welatî meteryên avê an li ser pişta xwe dikin ajî bi erebokên destan dikişînin.
BI ROJAN BÊ CERYAN IN
Her wiha çend hefte berê terefoyê taxê jî teqiya û bi rojane ceryana taxê tune ye. Welatî êvarî findan vêdixin û amûrên xwe yên elektronîk jî li bajêr şarj dikin.
'KA TEREFO, KA RÊ?'
Şêniyê taxê Abdullah Ertak, diyar kir ku ew perîşan bûne. Ertak rêya di nav heriyê de maye û terefoyê hatiye şewitandin nîşan da û got: "Ka rê, ka terefo? Belkî deh caran me serî li wan da, lê dîsa jî çênekirin." Ertakî diyar kir ku zarok her roj di vê rêyê de diçin û tên û di nav heriyê de dimînin. Ertak got: "PÊşî gotin asfalt temam bûye. Paşê gotin berî baran dest pê bike ew ê rê biqedînin. Tenê wêneyên wê girtin. Êdî em nikarin enxweşên xwe bibin nexweşxaneyê. Ma qey em ne mirov in?"
'TENÊ DIBÊJIN 'EM Ê ÇÊ BIKIN' Û HEW'
Ertak, diyar kir ku terefoyê ceryanê jî teqiyaye û got: "Çend caran bi tanqêran av anîn. Lê paşê hew anîn. Êdî em avê li ser pişta xwe dikin û tînin. Em nikarin zarokên xwe bişon. Dibêjin ji ber ev der bilind e, nikarin avê bikişînin. Me jî xwest ava ku li jora girtîgehê tê bikaranîn ji me r ebikişînin vir. Lê dibêjin ew ancax têra girtîgehê dike. Tenê dibêjin 'em ê çêbikin.' Lê nediyar e wê kengî çêbikin."
'XERA KIRIN LÊ ÇÊNEKIRIN'
Şêniya taxê Miyazet Ertak jî, anî ziman ew ji deverek dûra avê dikişînin û got: "Kes xwedî li me dernakeve. Em çûn her derî, lê dîsa çênekirin. Rê xera kirin, lê çênekirin. Asfalt rijandin gelek cihan, lê nerijandin cem me. Zivistanê me ê perîşan bibin."