ENQERE - Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan, di civîna koma partiya xwe de diyar kir ku ew ê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê operasyonê li dar bixin û got: "Me planên xwe temam kirine."
Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan, di civîna partiya xwe de axivî. Erdogan der barê vekirina Balafirgeha Stenbolê de axivî û got: "Di her firînê de dê bê gotin ku di 95'emîn salvegera 29'ê Cotmehê de ev der hatiye vekirin. Me resepsîyona Cejna Komarê li balafirgeha xwe ya nû pîroz li dar xist. Hin kesan ev yek kir behane û nehatin. Dibêjin çi? Resepsîyonên bi vî rengî tenê li Enqereyê tên pîrozkirin. Ev feraseteke çawa ye? Tenê tu dildar be bes. Lê wexta bi te re dil tune be, behane rihet in." Her wiha Erdogan ji bo "sonda xwendekaran" jî got: "Dixwazin bi meseleya sondê navbera me û gelê me xirab bikin. Ji 2015'an heta niha hûn li kuderê bûn? Bi vî awayî xwe dixin rewşeke wisa ku mirov bi wan dikenin."
Her wiha Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan, bal kişand ser topbarankirina TSK'ê ya li hemberî Kobaniyê jî û diyar kir ku li Bakurê Sûriyeyê amadekariyên wan ên operasyonê jî hene. Erdogan got: "Me operasyon dan destpêkirin. Di demeke nêz de em ê bi awayekî berfireh operasyonan li dar bixin."