ŞIRNEX - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û şandeya pê re, çûn serdana malbatên 34 gundiyên li Roboskî di encama balafirên şer ên TSK’ê de jiyana xwe ji dest dan. Temellî di serdanê de, rexnedayîna xwe da û got: “Emê xwedî hev derbikevin. Ji bo ku em serbilind bin, divê soza me dayî malbatên xwe em pêk bînin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlamenterê Mêrdînê Tuma Çelîk, Parlamenterê Êlihê Necdet Îpekyuz, Parlamenterên Şirnexê Nûran Îmîr û Hasan Ozguneş, Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Bariş Atay, rêveber û endamên HDP û DBP’ê, di çarçovay gera xwe ya Şirnexê de çûn serdana malbatên Roboskî. Şandeyê, gorên 34 kesên din bomberana balafirên şer ên sala 2011’an de jiyan xwe ji dest dan ziyaret kirin û li vê derê bi malbatên Roboskiyan re daxuyaniya roja Pençşemê ya heftane didin, îro dan.
‘DERIYEK NEMA LÊ NEXISTIN’
Velî Encu dest pê kê li ser navê malbatên Roboskî daxuyanî da û wiha got: “2 hezar û 497 rojin em daxwaza edaletê dikin. Em bang li hiqûqê, edaletê û wijdanan kir. Ji bo ku em dengê xwe bidin bihîstin, deriyek nema ku me lê neda. Daxwazên me tim heman bû. Tenê me xwest edalet bê cihi. Belê 2497 roj derbas bûn, lê hîna jî edalet tuneye.”
'EDALET DÊ JI ROBOSKÎ BILIND BIBE'
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî piştî Encu axivî û wiha got: “Divê hemû gelên Tirkiyeyê ji bo faîlên vê bûyerê derbikevin holê têbikoşin. Xwedî li Roboskî derketin, xwedî li tevahiya mazlûmên Tirkiyeyê derketine. 7 salin faîlên vê bûyerê tên veşartin. Ji bo bersûc bên cezakirin, em hîna jî edaletê dixwazin. Hemû kes sûcdaran baş dazane. Çi bikin bila bikin dê nekarin li ser vî sûcî bigirin. Ji ber ku li hemberî vî sûcî 34 canên me li vê derê radizin û hîna jî li benda edaletê ne. Bêguman dê rojekê teqez ev edalet dê bê cih. Ev edalet jî dê ji Roboskî bilind bibe.”
‘EZ REXNEDAYÎNÊ DIDIM’
Temellî, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Ji bo em rexnedayîna xwe bidin malbatên Roboskê û hemû civakê em hatin Roboskî. Dibe ku em hin xeta kiribin. Dibê kêmasî rû dabin. Lê divê em tucarî dest ji têkoşîna edaletê ya malbatên xwe bernedin. Divê em bi wan re bin. Divê em vê têkoşîna edaletê bi wan re bilind bikin. Ji ber ku têkoşîna li vê derê bilind bibe, dê têkoşîna hemû welat be. Em li vê derê soz didin malbatên xwe. Heya edalet pêk were, emê bi hev re têkoşîna xwe berdewam bikin. Emê tu carî dest ji vê têkoşînê bernedin. Ger em li hemberî bûyera Roboskî bêdeng nemabûyan, bûyerên Pirsûs û Enqerê rû ne didan. Ji bo ku em serbilind bin, divê soza me dayî malbatên xwe, em pêk bînin.”
'BERPIRSAN TESLÎMÎ EDALETÊ BIKIN'
Temellî, bang li desthilatdariyê jî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kes nikare ji edaletê bireve. Dimildest berpirsên komkujiyê teslîmî edaletê bikin. Berpirsiyarên mezin dikeve ser mile civak û Meclîsê. Divê em êşên xwe parve bikin. Divê em bi êşên xwe bizanibin. Divê em edaletê bînin cih. Encex wê demê emê karibin bibin yek civak û di haman welatî bijîn. Ji bo vê yekê em îro li virin.”