STENBOL - Osman Şenyaşar ê birayî wî û 2 biraziyên wî ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Riha Îbrahîm Halîl Yildiz ve li Pirsûsê hatin kuştin ê li Stenbolê serê sibê hatibû binçavirin, hat berdan.
Osman Şenyaşar ê birayê wî Haci Esvet Şenyaşar û 2 biraziyên wî Adil û Celal Şenyaşar, di 14’ê Hezîranê de li navçeya Pirsûsa Rihayê, ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Riha Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin, serê sibê li Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê hatibû binçavkirin. Şenyaşar ê sewqî Edliya Stenbolê hat kirin, piştî îfade da dozger hat berdan.
Hat diyar kirin ku Şenyaşar bi hinceta li ser medya civakî “Propagandeya rêxistinê kirin” hatiye binçavkirin.