ŞIRNEX - Hat diyar kirin ku piştî malbata Kokel Babat ê li gundê Çemê Hêstira yê Bajaroka Sêgirkê ya Şirnexê di encama gule reşandina leşker û cerdevanan de bi giranî birîndar bû gotin sivîle, leşkeran li cihê bûyerê li çekê geriyan.
Li Gundê Çemê Hêstira yê Bajaroka Sêgirgê ya Navçeya Qilebana Şirnexê di 23'ê Cotmehê de esker û cerdevanên derketin operasyonê li ser şivan Kokel Babat ê 38 salî ku bavê 3 zarokan e gule reşandin. Kokel Babat ê bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Kokel Babat niha li beşa lênerîna zêde ya exweşxaneyê tê dermankirin.
Malbata Babat Ajansa Anadolu (AA) a Babat wekî “PKK’yî” nîşan da derew derxist û destûr nayê dayîn bi kurê xwe hevdîtin bikin.
LI CIHÊ BÛYERÊ LI ÇEK GERIYAN
Hat diyar kirin ku piştî malbata Kokel Babat ê di encama gule reşandina leşker û cerdevanan de bi giranî birîndar bû gotin sivîle, leşkeran li cihê bûyerê li çekê geriyane û leşkerên li çeke geriyan piştî tiştek nedîn ji herêmê veqetiyan.
Çi QEWIMÎ BÛ?
Li Gundê Çemê Hêstira yê Bajaroka Sêgirgê ya Navçeya Qilebana Şirnexê di 23'ê Cotmehê de esker û cerdevanên derketin operasyonê li ser şivan Kokel Babat ê 38 salî ku bavê 3 zarokan e, gule reşandin. Kokel Babat ê bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Kokel Babat niha li beşa lênerîna zêde ya nexweşxaneyê tê girtin. Destûr nadin ku malbat û parêzerên Babat biçin nexweşxaneyê û serdana wî.. Heta niha rayedarên fermî jî der barê rewşa Babat de daxuyaniyek fermî nedane. Lê Ajansa Anadolu (AA) beriya ku rayedarên fermî daxuyaniyî bidin û biçe lêkolîn bike Babat wekî “PKK’yî nîşan” dabû û nûçe weşand. AA. di nûçeyê de diyar kir ku Babat ê birîndar bûye ew kesê ku sala par cerdevan Mehmet Paksoy kuştiye ye. AA. dîsa îdîa kir û got "Dema Babat direviya gule berdanê û birîndar kir."
Birayê Babat Tamer Babat derbarê bûyerê de ji ajansa me re axivîbû û nûçeyên derbarê birayê xwe de derewandin. Bira Babat, diyar kir ku birayê wî gundiye û wiha axivîbû: “Dizanîbûn malbata wî heye. Bê çeke û şivantiyê dike.”