ŞIRNEX - Bavê firoşkerê tiryakê Hamed Ozkaya, diyar kir ku ji ber kurê wî tiryakê difiroşe neçar dimîne giliyê wî bike, lê polîs şeva wî binçav dikin heman şevê serbest berdidin. Ozkaya, anî ziman ku ji bo birayê wî jî fêrî tiryakê nebin êdî kurê xwe naxin malê.
Li navçeyên Şirnexê û navenda Şirnexê piştî qedexeyên derketina kolanan hat îlan kirin tiryakfiroş û karê tiryakê jî zêde bû. Bi taybetî bi destê ciwanan vê yekê zêde dikin. Li gel tedbirên "ewlehiyê" jî dîsa tiryakfiroş serbest tiryakê difiroşin û di nava civawanan de belav dikin. Tê gotin ku temenê tiryakê heta 15 saliyê daketiye. Malbat her çiqas îxbar dikin jî ixbara malbatan li ber çavan nayê girtin. Malbata ciwanê 23 salî F. Ozkaya yek ji malbatên ku zarokên wan fêrî tiryakê bûye û ketiye nava tora tiryakê. Malbata F. Ozkaya ku li navçeya Silopî dijî bertek nîşanî helwesta rayedarên ewlehiyê da. Malbatan serî li Qeymeqam da. Lê Qeymeqamê Sîlopî berê malbatê da Navenda Tedawiya Tiryakên alkol û hişbirê ya Xerpêtê (AMATEM). Lê rayedarên AMATEM'ê bi sedema cih tune ji bo 6 meh şûnde randevî dan malbatê. Malbata Ozkaya vê carê kurê xwe birin AMATEM’ê ya Dîlokê. Lê piştî demek kin F. Ozkaya li Dîlokê tedawî bû dîsa şandin malê. Ozkaya ku hat malê dîsa dest bi tiryakê kir. Ligel hemû hewldanan malbatê nekarî kurê xwe ji tiryakê dûr bixe û herî dawî neçar ma ku giliyê wî ji polîsan re bike. Ozkaya ligel hemû giliyan jî, di heman rojê de dîsan hat berdan.
'JI BO KU FÊRÎ XWIŞK Û BIRAYÊN XWE NEKE EM NE ÇAR MAN KU WÎ NEGIRIN MALÊ’
Bav Hamed Ozkaya, diyar kir ku li hemberî vê rewşê bêçare maye û wiha axivî: “Destpêkê kurê min amûrê malê dibirin difotin û tiryak dikirî. Piştî li malê amûrek bi nirx nema bifiroşe, vê carê jî li ser navê min ji cîranan pere xwest. Me çi hebû hemû birin firotin. Ji xaliya navê malê bigirin, heya sîrikê çi dît hemû birin firotin. Êdî nizanim çi bikim. Hêviya me ew bû ku baş bibe, lê baş nebû. Ji bo ku xwişk û birayên xwe fêrî neke, em neçar man ku êdî wî negirin malê. Lê vê carê jî li zarokên taxê muselet bû û dest bi firotina tiryakê kir.”
'LI SÎLOPÎ TOREKE TIRYAKFIROŞAN HEYE'
Bav Ozkaya, da zanîn ku li navçeyê toreke tiryakfiroşan heye û wiha got: “Kurê min bi wan re dixebite. Ger polîs bixwazin dikarin wî bigirin û bidin axaftin. Dikarin vê torê têk bibin. Kurê min telefon fermandarê qereqolê û hevjîna wî jî dizîn. Gotin li hemû daran li wî digerin. Lê ligel ku girtin jî, bêyî ku tiştekê bikin dîsan serbest berdan.”
'LI SER SÛC GIRTIN, DÎSAN JÎ BERDAN'
Ozkaya, yê ku bi fikira “Ger bikeve girtîgehê dibe ku zirarê nede zarokên xelkê” 4 caran kurê xwe giliyê polîsan kir. Ozkaya, destnîşan kir ku kurê wî di holikekê de tiryak vedişart û wiha pê de çû: “Bi polîsan re me çûn wê derê. Polîsên lêgerîn kirin, gotin wan tenê mîktarek pir kêm ditiye. Min li cihê min behsê dikir mêze kir û min tiryaka ku kurê min veşartîbû dît. Min bi destê xwe da polîsan. Polîsan ji min re gotin ‘Ji ber vê tiryakê ne pêkane xelas bibe.’ Lê berî ku bibe serê sibê dîsan berdan. Min got we çima berda, wan jî ji min re gotin ‘em ne dozgerin, dozger ji me xwest ku em wî berdin. Me jî kurê te berda.’ Li seer sûc girtin, lê dîsan jî di heman rojê de berdan.”
Bav Ozkaya, di dawiya axaftina xwe ev bangawazî kir: “Em tenê alîkariyê dixwazin. Em naxwzin zirarê bide zarokên xelkê.”
‘JI BO BÊ DERMAN KIRN EM PIŞTGIRIYÊ DIXWAZIN’
Dayik Şirîn Ozkaya jî, diyar kir ku ew perîşan bûne û wiha axivî: “Ez dixwazim kurê min ji tiryakêşiyê rizgar bibe. Ji bo bê derman kirin em piştgiriyê dixwazin û li benda alîkariyê ne.”
MA / Ahmet Kanbal