AMED – Kedkarê çapemeniya azad Mamoste Kadrî Kaya yê duh jiyana xwe ji dest da dê îro li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bê oxirkirin.
Kedkarê çapameniya azad ê salên dirêj xebitî Mamoste Kadrî Kaya ê duh li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Egeyê ji ber nexweşîna penceşêrê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da dê îro li Goristana Yenîkoyê ya Amedê dê bê oxirkirin.
Cenazeyê Kaya piştî saet di 09.30’an de ji balafirgehê bê pêşwazîkirin dê bibin mizgefta Goristana Yenîkoyê. Dê li vir wecîbeyên olî yên Kaya bînin cih û dê cenaze piştî nîvro li heman goristanê bê veşartin.
EMRÊ XWE DA ÇAPEMENIYA AZAD
Kaya bi salan nûnertiya rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundem a Amedê kiribû. Kaya yek ji damezrînerê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi KHK’ê hat girtin bû û 13 sal bênavber nûnertiya DÎHA’yê ya Amedê kir. Mamoste Kadrî ev salek bû dermankirina nexweşîna penceşêrê didît.
DOZA DER BARÊ MAMOSTE DE
Li ser fermana dozgeriya Êlihê di 15’ê Nîsana 2011’an de di çarçoveya operasyonek berfireh de hat binçavkirin û pişt re bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye”, “Ne endamê rêxistinê ye li ser navê rêxistinê sûc kiriye” û “Propaganda rêxistinê kiriye” hat girtin. 15 sal cezayê hepsê ji Kaya re dihat xwestin. 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îdianameya Kaya qebûl kiribû û doz lê vekiribû. Dadgehê 2 sal û mehek ceza li Kaya birîbû û salek û 7 meh li Girtîgeha Êlihê de mabû û pişt re hatibû berdan.