ÎZMÎR - Endama Parlementoya Kubayê Lazara Borraya Tolon, diyar kir ku li ew li welatê xwe piştî şoreşê ewilî di qada perwerdehiyê de xebitîne. Tolon, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka perwerdehiyê ji ber pergalê ye. Her wiha Tolon got, ger li cihekî zimanê zikmakî qedexe be pêşketna civakî ne mimkun e.
Endama Parlementoya Kubayê û perwredekar Lazara Borraya Tolon ku hat Tirkiyeyê, behsa ceribînên xwe yên piştî şoreşê kirin û pergala perwerdehiyê ya li Tirkiyeyê nirxand.
Tolon, bi bîr xist ku beriya şoreşê li Kubayê rêjeya xwendin-nivîsandinê hindik bû û piştî şoreşê ew ewilî di qada perwerdehiyê de xebitîne û got: "Ji bo xwendin-nivîsandinê kampanyayeke mezin hat destpêkirin. Me li tevahiya welat xwe gihand hemû kesên dikaribin perwerdehiyê bidin. Paşê xebatên ji bo perwerdekirinê dest pê kirin. Li hêlekê hem desr dihatin dayîn, li hêla din jî dest bi çêkirina dibistana hat kirin. Mesela profesorên ders didan, piştî nîvro jî diçûn di înşeata dibistanê de dixebitîn. Ev pergal ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê hat çêkirin û pêşxistin. Bi înîsyatîfa Komandan Fîdel Castro hat destpêkirin. Ciwanan pir jê hez kir. Di ciwaniya xwe de ez jî ji dil û can xebitîm. Hem me ders dida hem jî em dixebitîn. Salên destpêkê yên şoreşê ji bp me pir girîng bûn."
LI KUBAYÊ PERWERDEHÎ JI 2 SALIYÊ DEST PÊ DIKE
Tolon, anî ziman ku li Kubayê di perwerdehiyê de dersên olî tune ne. Tolon, bi bîr xist ku beriya şoreşê dibistanên taybet ên olî hebûn û ew jî bi heq bûn. Tolon got: "Di warê olê de Kuba welatekî azad e. Me ol qedexe nekiriye. Ev ne peywira dewletê ye. Hûn bi çi bawer bin, hûn li gor wê tev digerin. Tu mudaxilekirin tune ye. Li Kobayê heta lîseyê perwerdehî mecbûrî ye. Ji bilî îstisnayan kesê nexwaze bixwîne, herî kêm heta lîseyê divê bixwîne. Li Kubayê kesên enxwende tune ne. Çûyîna dibistanê mecbûrî ye. Ji ber perwerdehî bêheq e, mirov di du saliya xwe de diçin kreş û dibistanan. Ev yek heta kutakirina lîseyê didome. Lê eger mirov nexwazin zanîngehê bixwînin, em ji wan re dibên kesê nexwende."
'LI TIRKIYEYÊ OL HEYE, LÊ AZADÎ TUNE YE'
Tolon, anî ziman ku cara ewil e ew tê Tirkiyeyê û kêmasî li ber çavên wê ketine û got: "Di warê perwerdehiyê de paşverû ye. Tişta ecêb jî ew e ku olek heye, lê azadî tune ye."
Tolon, pergala perwerdehiyê ya Tirkiyeyê nirxand û destnîşan kir ku pirsgirêka perwerdehiyê ji ber pergalê ye û loma pêdivî bi şoreşekê heye. Tolon, bal kişand ser girîngiya perwerdehiyê û got: "ger li civakekê zimanê zikmakî bê qedexekirin, pêşketina wê civakê nemimkun e. Loma ji bo zêdebûna rêjeya xwendin-nivîsandinê divê li Tirkiyeyê kampanya bên destpêkirin. Ev yek bi pergala heyî ne mimkun e. Divê di nav vê pergalê de civak bi awayekî rast bi pêş bkeve."
TÊKOŞÎN
Tolon, anî ziman ku ew ji televîzyonan hay ji qewimînên li Tirkiyeyê çêdibin û got: "Me di televîzyonê de êrîşa li hember Dayikên Şemiyê dît. Me dît di 1'ê Gulanê de êrîşî mirovan kirin. Ev êrîş ji bo kuştina mirovan e. Ger gel bixwaze hin tişt biguherin, divê dewlet jî guh bide van daxwazên gel û li gor wê tev bigere." Tolon, destnîşan kir ku têkoşîneke yekbûyî divê û encam bi têkoşînê tên girtin.
MA / Ruken Demir - Ayşe Surme