ENQERE - Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê rapora 3 mehan a Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn û binpêkirina mafan aşkere kir. ÎHD'ê di raporê de diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê Sinan Tutmaz ê destekî wî tune li pişt wî kelepçe kirine. ÎHD'ê di raporê de diyar kir ku ji ber destê wî nehatiye kelepçekirin vê carê xwestin piyê/lingê wî kelepçe bikin. ÎHD'ê di raporê de anî ziman ku li Girtîgeha Bolu Kurdî qedexe ye.
Şaxa Komelela Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê rapora girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn a 3 mehan bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kirin. ÎHD'ê rapor li avahiya komeleyê ya Enqereyê parve kir. Di civînê de Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen, Hevseroka ÎHD'ê ya Enqereyê Fatin Kanat û xebatkarê ÎHD'ê yê Enqereyê Avnî Kalkavan amade bûn. Nûray Çevîrmen rapor xwend û wiha got: "Heta 15'ê Gulana 2018'an li Girtîgehên Tirkiyeyê 246 hezar û 416 girtî hebûn. Nêzî 100 hezar kes bêyî cezayê wan diyar bibe bê ceza tên darizandin.
LI GIRTÎGEHA TÎPA F A BOLUYÊ KURDÎ QEDEXE YE
* Di çarçoveya qanûna 1934'an de Midûriyeta Daîreya Bacê ya Torosê ya girêdayî Serokatiya Daîreya Îdarî ya Bacê, ji Mehmet Çelebi Çalan ê 22 salin girtî ye û rastî cezayê muebeta giran hatiye, 3 hezar û 951 tl heqê xwarinê jê xwest.
* Zêdeyî salekê ye ji ber tekmîlê destûr nadin ku girtî bi telefonê bi malbatên xwe re biaxivin. Radyoyan nadin girtiyan. Rojnameya Yeni Yaşamê nadin girtiyan.
* Gelek dermanên girtiyan bi hinceta krîza aborî nadin girtiyan. Hin girtî ji ber bi tirkî nizanin nikarin bi tirkî bi malbatên xwe re bi aixivin kurdî jî li wan tê qedexe kirin. Rayedar gefê li wan dixwin ku dê telefonê li ser wan bigirin.
* Dermankirina bi kelepçe didome. Girtiyên nexweş bi maşîneyên rîngê sewqî nexweşxaneyan dikin.
GIRTÎGEHA TÎPA T A DUZCE: ÊRÎŞA FÎZÎKÎ PÊK TÎNIN
* Girtî Yakup Vadi, Atilla Coşkun, A. Latif Teymur, Vedat Turgut, Vedat Gultekin, Sinan Tutmaz, Rıdvan Unal, Muhammed Koçyigît, Yakup Abiş, Yasin Eneç û Selami Keleş, ji Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê name ji Navenda Giştî ya ÎHD'ê re şandin, diyar kirin ku 25'ê Îlonê, dema jimartina serê sibê kirin rastî êrîşa fîzîkî ya Midûrê 1'emîn û gardiyanan hatin.
* Girtiyên hatine derbkirin raporên wan li rewîrê heye. Dîmenên êrîşê di kamerayan de qeyd kirî ne. Li ser dest, pî, serî, mil û pişta wan hêj şopa dar û darbeyan heye. Li Girtîgehê ewlehiya wan tune ye. Girtiyan diyar kirin ku daxwazname ji Wezareta Dadê re şandine, lê hêj bersîv nehatiye.
‘GEFA KUŞTINÊ XWAR'
Di hevdîtina bi Selami Keleş ê li Girtîgeha Duzceyê de Keleş diyar kir ku di 25'ê Îlonê saet di 08.20’an de Midûrê Saziyê yê 1'emîn û sergartiyan jî di navde bi ser kawîşa 21'an de girtine û xwestine li ser piyan bi komî wan bijmêre. Keleş dema li dijî vê pêkanînê derketine nêzî 80 gardiyan ketine qawîşê û rastî êrîşa fîzîkî hatine. Ew bi erdê re kaş kirine, hemû alav û amûrên wan tev belav kirine. Midûr gotiye 'Dewlet ez im, ez dê bikin ku hûn xwînê verişin.' û gef xwariye. Nêzî 2 saetan li odeyê tenê hiştine. Keleş disa di hevdîtinê de diyar kir ku ji ber tundî û derbkirinê perda guhê Aydın Akkiş û Ahmet Akbalik qetiya ye û Destê Sinan Tutmaz ku bi destekî ye xwestine kelepçe bikin. Lê ji ber ku destê wî yê din tune xwestine kelepçeyê li piyê/lingê wî bixin. Şopa lêdanê jî bi çavan li ser bedan wî tê dîtin. Keleş da zanîn ku ev bûyer di 25 û 26'ê Îlonê de pêk hatin û di 27 û 28'ê îlonê de jî tenê li hundirê kawîşê ev bûyer pêk hatine.
GIRTÎGEHA JINAN A BUNYANÊ: KOTA TANÎN SER CILAN JÎ
Girtiyên Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê Nazli Soglin û Yaprak Taşçi jî bi nameyekê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bi nameyekê ji Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê re şandin. Girtiyan di nameyê de bal kişandin ser van zextan:
* 19 jinên girtî bi çep û rast li kawîşan hatine bicih kirin û têkiliyên wan ji hev hatine qutkirin. Li tenişta wan jî girtiyên Gulen bi cih kirine. Pirtûkên ku ji wan re hatine şandin nedane wan. Dîsahatiye gotin ku dê serê kes 7 pirtûkan bidin wan.
* Cilên girtiyan bi sînor kirine û kota tanîne ser cilan. Her çend girtiyan ji ber şertên zivistanê cilên zêde xwestine jî ev nedane wan.
* Mafê girtiyan ê sohbetê ji destê wan girtiye. Girtiyan dernaxin spor û atolyeyan ên xebatên civakî û çandî. de.
GIRTÎGEHA TÎPA F A KIRIKKALE: GIRTIYÊN NEXWEŞ SEWQ NAKIN
* Girtiyê nexweş Resul Kocaturk di 05'ê Tîrmeha 2018'an de name şand û diyar kir ku destûr nadin tedawiya xwe berdewam bikin. Kocaturk diyar kir ku ji kezeba xwe nexweş in û bijîşk xwestiye bê kontrolê lê destur nedane wî û rewşa wî giran e.
* Murat Karayel, ji b bêdermankirin di gulanê de serledan kiriye, lê her çend 5 caran sewqî Nexweşxaneya Dev û diranan a Kırıkkale kiribin jî ji ber bi kelepçe derman kirine qebûl nekiye û nehatiye dermankirin.
* Cihat Ozdemir, di encama dermankirina li Nexweşxaneya Tipê ya Kırıkkaleyê di gaitayê de xwîna veşarî hatiye dîtin. Li gel ku pêwiste bi lezgîn bê dermankirin jî 4 meh şûnde randevû dane.
GIRTÎHEA SÎNCANÊ: AVA VEXARINÊ BI HEQ E
* Nilufer Şahin di nameya şandiye de diyar kir ku avê kêm didin girtiyan û rêveberiya girtîgeha Sincan avê bi heq dide girtiyan.
* Girtî Pınar Tikit, bi nexweşiya tumora mejî ye. Divê bi rêk û pêk biçe kontrolê. Lê ji ber ku dema diçee nexweşxaneyê esker lêgerîne li ser wê ferz dikin naxwaze biçe kontrolê.
PÊŞNIYARÊN İHD'Ê
* Divê li gorî xala 10'an a peymana navneteweyî ya Mafê siyasî û Tekakesî yê Neteweyên Yekbûyî, kesên ku ji azadiya xwe hatine mahrumkirin, li gorî maf û rûmeta mirovan nêzî wan bibin.
* Hucreyên yek kesî, rîngên yek hucreyî û nexweşên şertên fîzîki tune ne, rûmet û mafên mirovan binpê dikin û divê girtiyên nexweş bi rêbazên li gorî rûmeta mirovan bên dermankirin.
* Jimara li ser piyan a girtiyan rûmeta mirovan dişkîne. Girtiyê ku vê yekê îtîraz dike divê îtîraza wî li ber çavan bê girtin. Disa divê mafê wî yê name, telefon û ziyaretan neyê asteng kirin.
* Divê rûmeta mirovanbê parastin û ev mafekî hiqûqî ye.
* Di lêgerînê de divê hurmetê nîşanî maf û rûmeta mirovan bidin.
* Ji ber kawîş biçûk in û her yek herî kêm 21 girtî hene, spartina jimartina liser piyan tê xwestin ku rûmeta mirovan bişkînin.
* Girtîgeha Tîpa T a Duzce li gorî xala 3'an a PMME'ê zagon îhlal kirine û divê der barê wan de lêpirsîn bê destpêkirin. "