ÊLIH - Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê ji sala 2010’an ve ji bo balê bikişîne ser mafê mirovan li ser navê Şerzan Kurt xelata çîrokan li dar dixe. Dê îsal jî 8’emîn Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt li dar bixe.
Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê ji bo balê bikişîne ser binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyê û ji bo afirandina berhemên xweser û hêja yên wêjeyî, ev 8 sal in li ser navê Şerzan Kurt (1989-2010) xelata çîrokan li dar dixe. Şerzan Kurt, dema li Zanîngeha Muglayê dixwend di 12’ê Gulana 2010’an de di êrîşek nijadperest de bi guleya polêsekî jiyana xwe ji dest dabû. Bi vê munasebetê her sal li ser navê bîranîna Kurt ev pêşbazî tê lidarxistin.
Şertên tevlîbûnê yên pêşbaziya 8’emîn Xelat Çîrokan a Şerzan Kurt wiha ne:
1. Berhemên ku tevlî pêşbaziyê bibin divê berî niha li tu deveran (pirtûk, kovar, înternet hwd.) nehatibin weşandin.
2. Zimanê pêşbaziyê, Kurdî (Kurmancî) û Tirkî ye. Ji bo her zimanekî wê xelatek bê dayîn. Heke jûrî hewce pê bibîne dikare xelatê parve bike.
3. Heta 15’ê Adara 2019’an divê çîrok tevî kurtejiyan, navnîşan û wêneyekî ji maila serzankurt2011@gmail.com re bên şandin.
4. Piştî ku encama 8’emîn Xelat Çîrokan a Şerzan Kurt aşkere bû, berhemên ku jûriyê maqûl dîtine wê wek pirtûk bên weşandin. Kesên ku tevlî pêşbaziyê dibin vê xalê dipejirînin.
5. Encamên pêşbaziyê wê bi rêya çapemeniyê bên aşkere kirin û xelat di 8’ê Nîsana 2019’an de digel bernameyekê wê bê dayîn.
6. Xelat, peykerekî ku bi xisûsî hatiye çêkirin e. Xelat wek pere nayê dayîn.
JI BO XELATA KURDÎ DESTEYA HILBIJÊR
Şener Ozmen, Îrfan Amîda, Krîstîn Ozbey, Bahoz Baran, Weysel Tirpan, Mehmet Çakmak û Omer Kurt (Bavê Şerzan Kurt e wê ray bikarneyine.)
JI BO XELATA TIRKÎ DESTEYA HILBIJÊR
Aslı Peker, Ayşegul Tozeren, Belma Firat, Jale Sancak, Sîbel Oral, Zeynep Uzunbay û Nejla Kurt (Diya Şerzan Kurt e. Wê ray bikarneyine.)