ŞIRNEX – Di operasyona li navenda Şirnex û navçeyên wê de 23 kes hatin binçavkirin.
Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê polîsan serê sibê li navenda Şirnexê û navçeyên wê bi ser 28 malan de girt. Di lêgerînan de malên welatiyan hatin serobinkirin. Hat zanîn ku di serdegirtina malan de 23 kesên navê wan nehat zanîn hatin binçavkirin. Hat gotin ku operasyon bi hinceta parvekirinên medya civakî pêk hatiye û binçavkiriyan birine miduriyetên polîsan.
Hat zanîn ku di serdegirtinan de 5 kesên ne li mal bûn nehatin binçavkirin û lêgerîna binçavkirinê der barê wan de heye.