NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Wezîrê Karên Hundir Mehmet Ersoy, li navçeya Qislê ya Dersîmê bi kaşkolê ku buhayê wî 2 hezar û 280 tl ye li cihê ku 2 esker lê ji serma qelifîn û can dan lêkolîn kir. Cile Ersoy bû mijara bertek û niqaşan.
Li navçeya Qislê ya Dersîmê 3 roj berê, 2 esker ji serma qefilîn û can dan. 103 sal berê jî 90 hezar esker di fermandariya Enver başa de li Qamişanê ji serma qefilîbûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Qefilandina eskeran bû mijara niqaş û rexneyan. Hêj rexneyên li dijî qefilandina eskeran didome, Cîgirê Wezîrê Karên Hundir Mehmet Ersoy bi kaşkolê buhayê wî 2 hezar û 280 tl çû cihê bûyerê û lêkolîn kir. Ji ber ku Ersoy bi kaşkolê luks çû li cihe buyerê lêkolîn kir welatiyan bertek û nerazîbûn nişan da. Hat diyar kirin ku kaşkolê ku marka wî Louis Vuitton e buhayê wî 2280 tl ye. Fermandare Giştî yê Cendirmeyan Orgeneral Arif Çetin û Ersoy bi helîkopterê çûn herêm lekolîn kirin û piştre Qeymeqamê Qislê û Waliyê Dersîmê ziyaret kir.