Buldan: Ji bo siberoja Tirkiyeyê divê hevdîtina bi Ocalan re dest pê bike

img
AMED – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got: “Ji bo krîz, alozî û serdema şer bi dawî bibe divê demildest tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Destpêkirina hevdîtina li gel Birêz Ocalan û diyaloga pê re ji bo siberoja Tirkiyeyê girîng e.” 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan der barê xebatên hilbijartina herêmî, operasyona li dijî endam û rêveberên wan, îtîfaqa kurdan û tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji ajansa me Mezopotamyayê re axivî. 
 
‘HILBIJARTINEK GIRÎNG E’ 
 
Buldan anî ziman ku dê hilbijartina herêmî ji bo Tirkiyeyê û partiya wan bibe pêvajoyek girîng û got: “Em wek partî hemû amadekariyên xwe temam dikin. Komîsyonên me hatin damezrandin. Em li ser îtîfaqê û pêvajoya namzet diyarkirinê hevdîtinên berfireh pêk tînin. Heta çend hefteya dê ev hemû temam bibin û em ê stratejî û kampanya xwe ji raya giştî re aşkere bikin.” 
 
‘ME BEDELÊN GIRAN DA Û EM Ê BIDIN JÎ’ 
 
Buldan diyar kir ku HDP û gelên Tirkiyeyê dîsa carek din di bin zextên giran de diçin hilbijartinek din û wiha dewam kir: “Li dijî partiya me êrîşên giran hene. Em di pêvajoyek her roj operasyon pêk tên de diçin hilbijartinê. Serokomar û rayedarên AKP’ê li dijî partiya me û rêveberên me gefan dixwein. Em jî li dijî van gefên wan hin bêtir bi morale xûrt û bi hêzek mezin xwe ji bo hilbijartinê amade idkin. Çimkî ev ne cara yekemîn e ku em bi van operasyonên binçavkirin û girtinê re hevrû dimînin. Me di her serdemê de bedelên giran dan û em ketin hilbijartinan. Em carek din bi serdemek wiha e rû bi rû ne.” 
 
LÊGERÎNÊN ÎTÎFAQAN 
 
Buldan got ew li bajarên herêmê bi rêbazek yekîtî û hevgirtina kurdan esas digire xwe ji bo hilbijartinê amade dikin û li rojavayê Tirkiyeyê jî bi bi çep û çepgiran re û hêzên demorkasiyê re hevdîtinan dikin û ew ê bi van tifaqan xwe ji bo hilbijartinê amade bikin. 
 
‘EM Ê QEYÛMAN BIQEWIRÎNIN’ 
 
Buldan bal kişand ser kirinên qeyûman û wiha derbirî: “Divê em qeyûman ji şaredariya bi qewirînin. Ji bo me pirsgirêkek mezinin. Qeyûm tayînî 95 şaredariyên me kirin. Armanca me mezin e û divê ev armanca me nekeve bin 150 şaredariyan. Em ê bi hemû teşkîlatên xwe, aktîvîstên jin, ciwan, kal û pîran bi rûhê seferberiyê xwe beşdarî xebatan bikin. Em xebata ji bo şaredariyên ji xwe re dikin armanc dest pê bikin. Em bi hevparî û hevgirtinek yekîtîya demokrasiyê dikarin gelek şaredariyan ji destê AKP’ê derbixin. Di rojên pêş de em ê bi kî re îtîfaqan bikin dê diyar bibe.” 
 
‘MESELE NE HILBIJARTIN E, MESELE YEKÎTIYA KURDAN E’ 
 
Buldan bal kişand ser hevdîtina li gel partiyên Kurdistanî û van nirxandinan kir: “Em bi partiyên Kurdistanî re hevdîtinan dikin. Divê em tenê navê vê yekê nekin îtîfaqa hilbijartinê. Hevdîtinê me tenê ne li ser rojeva hilbijartinê ye. Em bixwazin nexwazin jî hilbijartin dibe mijara me. Lê be armanca sereke yekîtî û hevgirtina kurdan e û sekna hevpar e. Em li ser van hemûyan gengeşeyên xwe pêk tînin. Ya ji bo me girîng ev e. Her çiqas ji bo yekîtiya neteweyî carna qeza derketin jî lê di dema derbasbûyî gelek hevalên me hewldanên wan di vê rêyê de çêbûne. Di vê mijarê de hewldan her çiqas hatibin astekê jî lê carna sekinî ye. Ji bo em ruh bidin vê pêvajoyê û ji nû ve bidin destpêkirin berpirsyariya me hemûyan û deynê stûyê me ye. Em di vê çarçoveyê de xebat û civînên xwe didomînin. Mesele tenê ne îtîfaqa hilbijartinê ye, meseleya herî girîng yekîtî û hevgirtina gelê kurd e.” 
 
HDP BI DARBEYEK SIYASÎ RE RÛ BI RÛ YE
 
Buldan, da zanîn ku partiya wan bi darbeyek siyasî re rû bi rû ye û wiha bilêv kir: “Berî 2 salan di 4’ê Mijdarê de, di serî de Hevserokê me yê Giştî Demîrtaş, hevalên me yên parlamenter û gelek siyasetmedarên hevalên me di heman operasyonê de hatin biçavkirin û girtin. Bi vê armancê xwestin peyamekê bidin HDP, gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd. Hişmendiya mezinbûn û berfirehbûna HDP’ê dît, dijî hevserok û parlamenterên HDP’ê operasyon pêk anîn. A rast xwestin gelên Kurt û Tirk neyên cem hev. Dîsan xwestin xebatên siyasî û têkolîna li kêleka gel dihat dayîn asteng bikin. Operasyona di 7’ê Hezîranê de dest pê kir, me di 24’ê Hezîranê de jî dît û jiya. Lê divê dersê ji encamên hilbijartina 24’ê Hezîranê derbixin. Pêwîst dewlet û vîna siyasî vê yekê baş bixwîne. Hûn çiqasî bixwazin bigirin, qedexe bikin û krîmînalîze bikin jî, gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd dê hîn zêdetir bên gel heve û dest ji têkoşînê bernedin. Her ku diçe ev têkoşîn û berxwedam mezintir dibe. Têkoşîna lêgerîna mafekê heye. Ev hemû carek din di 24’ê Hezîranê de derketin holê.”
 
HDP MEZIN DIBE
 
Buldan, di dewama axatina xwe de wiha got: “Îro bi hezaran hevalên me yên di dosyeyên wan de tiştek tuneyî, girtîn e. Hevalên me yên parlamenter, Hevşaredar, hevserok, jin û ciwan ên girtî  hene. Ji bo ku em van operasyon û êrîşan vale derbixin, divê em bên gel hev û têkoşîna xwe mezitir bikin. Her ku diçe hilbijartina herêmî nêz dibe. Divê em helwesteke hevpar di vê pêvajoyê de nîşan bidin. Lê bila baş bê zanîn li gel hemû êrîşan jî, HDP mezin dibe û îro di parlamentoyê de 67 parlamenterên wê hene.”
 
‘TECRÎT SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’
 
Buldan, bal kişand ser tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha rêz kir: “Tecrît sûc mirovahiyê ye. Di warê siyasî û hiqûqî ev nayê qebûl kirin. Nêzî 20 salane tecrîtek girankirî li ser Birêz Ocalan heye. Divê tecrît dimildest bê rakirin. Tecrîta li ser Birêz Ocalan, êrîşên li ser gelên Kurd û Tirk jî zêdetir dike. Pêvajoya heyî ya îro li Rojhilata Navîn û herêmê tê jiyîn, bi tecrîta li ser Ocalan ve girêdayî ye. Sê salên muzakereyê yên bi Ocalan re, salên herî xweş ên Tirkiyeyê bûn. Mirov bi hêvî bibûn û bi baweriyek mezin li wê serdemê mêze dikirin. Lê îro ji ber hin daxwazên vîna siyasî ev pêvajo ji holê hat rakirin. Bi vê yekê rê êdî Tirkiyeyê rojên xweş ne jiya. Serdema şer hat destpê kirin û mirov hatin kuştin. Wê demê di hevdîtinên me kirin de Birêz Ocalan digot ‘Ger Tirkiye demokratîk bibe, dê tevahiya Rojhilata Navîn demokratîk bibe.’ Lê ev pêvajo nehat temam kirin û bi dawî hat.”
 
JI BO KRÎZ, KAOS Û ŞER BI DAWÎ BIBE DIVÊ TECRÎT RABE
 
Buldan, di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Ji bo krîz, kaos û şerê heyî dimildest bi dawî bibe, divê tecrît bê rakirin. Bi rakirina tecrîtê re, divê hevdîtin bi Birêz Ocalan re bên destpêkirin, rêyên diyalogê bên vekirin û di wariyê pêşeroja Tirkiyeyê de biryar bên girtin. Desthilatdariya îro welat bi rêve dibe, nikare bi serê xwe biryar bide û ne di wê rewşê deye. Em baş dizanin ku dinava vê de hêzên navneteweyî hene. Lê dîsan jî Tirkiye di vî warî de dikare biryar bide û hêzên navneteweyî îqna bike. Em hêvîdarin pêvajoyek wiha bê destpêkirin.”  
 
MA / Ozgur Paksoy - Mehmet Şah Oruç
 
 
 

Sernavên din

29/10/2018
20:30 Kedkarê çapemeniya azad mamoste Kadrî Kaya jiyana xwe ji dest da
16:55 ÎHD: Girtiyê destê wî tunebû lingên wî kelepçe kirin
15:53 Di salvegera KHK’ya hejmara 675’an de: Em ê çongê netewînin
14:55 8’emîn Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt dest pê kir
14:36 Li Şirnexê 23 kes hatin binçavkirin
14:36 Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Yurtsever hat berdan
14:05 Nivîskar-lêkolîner Ethem Xemgîn çû ser dilovaniya xwe
14:00 9 partiyên kurd li ser zimanê kurdî bûn yek: Em li her derê bi kurdî biaxivin
13:48 Temellî: Wêneyê sersala 95'emîn ê Komarê ne Balafirgeha 3'yemîn e, Cizîr e
13:32 Cîgirê Wezîr bi kaşkolê 2 hezar û 280 tl çû cihê 2 esker lê qefilîn
12:40 ‘Dê Cejna Komarê li goristana bêkesan pîroz bikin'
12:18 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi peywira xwe dike
10:54 Buldan: Ji bo siberoja Tirkiyeyê divê hevdîtina bi Ocalan re dest pê bike
10:42 Temel: AKP li Sûriyeyê înîsiyatîfê winda dike
10:24 Rojnameger Bayramoglu: Muxalefet bibe yek dê hevsengê siyasî jî biguhere
10:22 Rayedarên girtîgehê dest danîn ser nameya Kurdî
09:56 Ji bo Serokatiya Baroya Rihayê Abdullah Oncel hat bijartin
09:55 Fîlma Keçên Rojê dê li Mîhrîcana Fîlman a Cenevre bê pêşandan
09:46 Hevşaredar Ozbay û 5 girtiyên din sewqî Tîpa F hatin kirin
09:15 Bereh: Arjen Arî stûneke qahîm û epîgrafeke çeleng e
09:14 Kurê Bagdu: Koç got ‘Ji ber bavê te rojnameya kurd belav dikir me wî kuşt’
09:13 Bi çar zimanan ‘Ferhenga Têgehên Hiqûqa Navnetewî’ amade kir
09:12 Cezayê li ser ceza li girtî birîn
09:11 'Ji bo qewirandina rejîmê hilbijartina herêmî girîng e’
09:11 Tîmur: Dixwazin zanîngehan bikin cihê yek ramanê
09:10 Cînayeta Bagdu: Delîl gelek in lê bersûc tune ne
09:09 Zoriyên hunera kolanan bi belgefîlmê hat vegotin
09:08 Keyayên ji peywîrê hatin girtin: Tayînkirina qeyûman siyasî ye
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2018'AN
08:17 Li Endonezya balafirê 188 rêwiyên wê hebûn ket bahrê
28/10/2018
21:02 Bi boyaxê hafiza bîrdariya Aştî û demokrasiyê jê birin
19:16 Encamnameya Konferansa Çareseriya Neteweya Demokratîk aşkere bû
18:01 KNK'ê stratejiya neteweya kurd diyar kir
17:28 9 partiyên kurdan dê daxuyaniyên hevpar bidin
17:13 4 karkerên Balafirgeha 3’emîn ji kar avêtin
17:04 Endamê Meclîsa Şaredariya DBP’ê Tungut jiyana xwe ji dest da
16:53 HDP çû serdana PSK’ê
16:45 Dîncel: Barê jinan piştî krîzê duqat zêde bûn
Saygili: Çareserî em in
15:51 Turan ê HDP’î çû serdena cotkaran
15:36 Şaxa Malajiyanê ya Riha rêveberiya xwe ya nû ava kir
15:00 Parlamenter Kenanoglu: AKP dê winda bike
14:28 Temellî: Muxatabê yekemîn Birêz Ocalan e
13:48 Tabelaya HDP'ê daxistin û şewitandin
13:20 Li Enqere cenazeyê zarokekî Sûriyeyî hat dîtin
12:41 Rojek beriya vekirina Balafirgeha 3'emîn karkerek ji jor ket û can da
11:44 DAIŞ'î, di dîmenên şand de cînayeta rojnameger Bagdu vegot
11:37 Jina li Edeneyê xwe ji banî avêt jiyana xwe ji dest da
11:32 Yîgît: Hêza Emperyalîst li Sûriye îflas kir
10:17 Bîlgen: Siyasetmedarên Qersê, bi hewldana aştiyê tên tawanbarkirin
10:01 Derûnînas Çelîk: Bi sondê dixwazin rûpûşa spî têxin rûyê ên din
09:11 ‘Ji ber bazirganiya şerî leşker diqefilin û dimirin'
09:10 Taşçier: Heta yekîtî çênebe, wê kurd nebin xwedî statu
09:09 Li Mor Gabrîelê, wêne temsîlî lê gor rasteqîn in
09:07 'Heqê xwarinê' ji girtiyan distînin
09:07 Xwendekara hat derbkirin: Mêr hêzê ji îktîdarê distînin
09:06 Hewceyî gotine nake: Hûn dibinin
09:04 Sîsê Bîngol êdî navê zarokên xwe jî ji bîr kiriye
09:01 Qada caretta carettayan dikin pîst
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2018'AN
27/10/2018
17:40 Polîsan ji HDP’iyan got: Suleyman Soylu tişta pêwîst dike
17:25 Pirtûka Kişanak li Mersînê gihişt xwînerê xwe
17:19 Li Şirnexê tevgera leşkerî
16:29 Endamê Meclîsa HDP'ê Saglam girtin
16:25 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
15:47 Mesûtoglu yê berpirsê kuştina Safîturk hat dîtin di rojiya mirinê de ye
15:29 ‘Hevrûbûna dîrokê bingeha aştiya civakî ye'
15:29 Gundiyên ji ber lehiyê mexdûr bûn: Em bi karesatê re rû bi rû ne
14:55 Acetîn: Ozelmali nikare pêdiviyên xwe pêk bîne
14:45 Şaxa ÎHD’a Îzmîrê aqûbata Tosûn pirsî
14:39 ‘Her dem em rûçikandin, lê emê rêyên nû bibînin'
14:06 Dayika Toraman ê winda: 27 salin bêdeng nemam e
13:44 Beriya zîrveya Sûriye hevdîtinên du alî dest pê kir
13:40 Komxebata KHK, Keda Jinê: KHK dê biçin û jin dê bimînin
13:18 Konferansa Amedê pêk hat: Divê pêvajoyek nû bi Ocalan re bê destpêkirin
12:35 Turkdogan: CMK'ê îhlal dikin
11:19 AA Babat PKK'yî nîşan da
Kek, birayê min Babat şivan e
10:40 ‘Bi qanûnan hewl didin jinan hewceyê zilaman bikin’
09:47 Li dijî HDP’ê ya Enqerê operasyon: 6 kes hatin binçavkirin
09:30 Ewil navê kurdî guhert piştre muxtar ji peywirê girt
09:20 Civaknas Bariş: Wekî Ocalan got, nijadperestiyê em sed sal paşve xistin
09:18 Karkerên Superpakê 240 rojin di çalakiyê de ne
09:18 ‘Qeyûm dikarin tabelayan jê bibin lê nikarin hişê mirov jê bibin'
09:17 Karkerên Flormarê: Di şertên zivistanê de jî çalakiyên me dê bidomin
09:16 Derûnînas: Dikarin sondeke azadîparêz dînin
09:16 Dermankirina nexweşê pençeşêrê Suncak asteng dikin
09:14 ‘Rojevkirina sondê xizmeta aştiyê nake'
09:14 Keya tayînî gundên vala kirin!
09:13 Ji 62 esnafên sîteya komirvanan 34 jê top avêtin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTEMAH 2018'AN
08:19 Cihê 39 Waliyan hat guhertin 21 walî ji peywirê hatin girtin
26/10/2018
23:39 3 tîmên JOH'ê qerisîn: 2 tîm qefilîn û jiyana xwe ji dest dan
23:19 10 malbatan ji bo cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin serlêdan kirin
21:39 Dozger daxwaza hevdîtinê ya wasiyê Ocalan red kir
16:14 ÎHD: Li girtîgehan binpêkirinên mafan wekî serdema OHAL'ê zêde ne
16:02 Îdîayên siyanurê ya li Şemrexê Saziyên Civakî kirin nava tevgerê
15:16 Karkera çandiniyê di bin kamyonê de can da, karkerê înşatê ji kata 9'an ket û can da
14:55 Xeta sînor ji bo 15 rojan hat qedexekirin
14:46 Boriyên Qeyûmê teqiyan
14:40 Endama Meclîsa HDP'ê Nadiye Gurbuz hat berdan
14:32 Meclîsê pirsîn HDP’ê qeyd nekirin