RIHA – Di hilbijartina rêveberiya Baroya Rihayê de “Koma Parêzerên Demokrat” bi ser ket. Parêzer Abdullah Oncel bû Serokê Baroya Rihayê.
Baroya Rihayê 34’emîn Lîjneya Giştî ya Asayî li Salona Koferansê ya Tahîr Elçî pêk anî. 929 parêzeran deng bikar anî. Ji bo serokatiya baroyê parêzer Abdullah Oncel û Ahmet Tuysuz ketin pêşbaziyê. Di hilbijartinê de namzetê “Koma Parêzerên Demokrat” Abdullah Oncel 579 deng bi dest xist û Ahmet Tuysuz jî 350 deng bi dest xist.
Ji “Koma Parêzerên Demokrat” bo rêveberiya baroyê Esra Yurum Aktaş, Gulşah Turman Kiliç, Faruk Dogan, Bahyettîn Asoglu, Velat Karahan, Necatî Taş, Ronahî Paydaş, Mevlut Guneş û ji koma li hember wan Bulent Kurt û Halîl Olgun hatin bijartin.